Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire

  • rojane
  • 09:12 11 Tîrmeh 2024
  • |
AMED - Hevserokê MED TÛHAD-FED'ê Kerem Canpolat, ji bo çareserkirina meseleya kurd û rakirina tecrîda Îmraliyê bar dikeve ser milê her kesî û got: "Divê her kes berpirsiyariyê hilgire." 
 
Kampanyaya ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd li seranserê cîhanê hat destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan di 27’ê mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kirin û di 4’ê nîsanê de çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin. Girtiyan çûna dadgehan boykot kirin û hevdîtina bi malbatê û rêya telefonê nekirin. Girtiyan daxuyand ku di 4’ê tîrmehê de dawî li çalakiya xwe anîne.
 
Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat çalakiyên girtiyan û daxwazên wan nirxandin. Canpolat anî ziman ku girtiyan di demên krîtîk de bi çalakiyên xwe rê li ber pêvajoyê xistine û bi çalakiyên xwe yên dawî jî bal kişandine ser şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ne û got ku di vî warî de bi ser ketine. 
 
Canpolat anî ziman ku bi boykotkirina hevdîtina bi rêya telefonê û hevdîtina malbatê re peyama "Hûn me ceza bikin û şert û mercên me xerab bikin jî em ê dest ji îdealên xwe, daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin" hatiye dayîn. Canpolat da zanîn ku çalakî ji bo hemû beşên civakê jî peyamekê dide. Canpolat wiha berdewam kir: “Ji bo demokrasî û hiqûqa vî welatî divê êdî bar zêde nekeve ser milê girtiyan. Divê ev peywir bikeve ser milê me. Di vî warî de kêmasiyek heye ku serî li çalakiyên wiha didin. Dema li derve gelek çalakî hebin, wê bar nekeve ser milê girtîgehan. Divê siyaseta kurd, saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwazin vê wekî rexneyekê bibînin."
 
WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN
 
Canpolat diyar kir ku çalakiyên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê bidomin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga piştevaniyê kir. Canpolat anî ziman ku ew dixwazin her kes tev li çalakiyên ku dê li dar bixin bibe û got ku ew dixwazin di vê çarçoveyê de serdana hemû saziyên li Tirkiyeyê bikin. Canpolat got: "Divê her kes ji bo aştiya welêt bi rengekî berpirsyariyê bigire ser milê xwe."
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

08/08/2024
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man