Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin

  • rojane
  • 16:54 12 Tîrmeh 2024
  • |
img

MÊRDÎN- Şaxa OHD’a Mêrdînê rapora binpêkirina mafên mirovan ên Girtîgeha Tîpa a Espiyeyê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê amade kir. Di raporê de hat gotin ku midûrê Espiyeyê ji ber greva birçîbûnê ya di 29’ê sibatê de gefa tecrîdê li girtiyan xwariye. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan ên Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê eşkere kir. Rapor, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hate eşkerekirin. Rapor, ji hêla Bêrîvan Orhan ve hate xwendin. 
 
Di raporê de hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê re hatine kirin hatin vegotin û binpêkirin wiha hatin rêzkirin: “Lêgerîna nava dev di nava 2 salên dawî de pir zêde tê kirin û girtiyên vê red dikin jî bi tu awayî naçin nexweşxaneyê. 
 
*Ji ber helwesta hişk a Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeyên girtiyan her tim tên taloqkirin, heta girtiyên 30 salî jî nayên berdan. Di nav sê mehan de 7 girtî ji ber sedemên razber, dijhiqûqî û halê nebaş ên Lijneyê 6 meh berdana wan hat taloqkirin. 
 
* Di 12.02.2024'an de midûrê saziyê, bi 50 gardiyan re çûne qawîşan û ji girtiyên di greva birçîbûnê de re gotine, 'ya hûnê dev ji grevê berdin yan jî em ê we hemûyan bixin odeyên cuda û tecrîd bikin'. Gef li wan hatine xwarin. 
 
* Lijneyê ava paqij a vexwarinê nade. Girtî avê ji kantînê dikirin. 
 
* Di heyama greva birçîbûnê de ava fêkiyan nedane girtiyan û girtiyan bi derfetên xwe kirîne. 
 
* Gardiyanek ku ji tenduristiyê fêm dike şopandina  tenduristiya girtiyên di grevê de bûne, kiriye. 
 
* Girtî A.Z. ê 32 sal in girtî ye, bûye 50 kîlo û nexweşiya epîlepsî û gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne û tevî van nexweşiyan jî nayê berdan. Ji ber lêgerîna nava dev wî nabin nexweşxaneyê. 
 
* Girtî R.E. tevî ku rapora wî ya astengdariya zihnî heye jî nayê berdan. 
 
* Tiştên li kantînê biha ne û fatûreyên ceyranê zêde tên. Ev jî şertên aborî yên girtiyan dixe zorê. 
 
* Girtiyan ragihand ku nameyên wan kurdî tên sansûrkirin. 
 
* Weşanên kurdî bi hinceta ku di lîsteya Wezaretê de tune ne, nadin girtiyan. Weşanên din jî wek rojnameyên Yenî Yaşamê û Evrenselê dereng didin girtiyan. 
 
* Li kêleka girtîgehê kana xîzê heye û dûmanê wê tim tê qawîşan. Ji ber dûmana kana xîzan paqijî tune ye û dengê kanê girtiyan aciz dike. 
 
* Girtî ji bajarên xwe dûr in û malbat daxwaz dikin ku zarokên wan biçin nêzî wan, lê daxwaz nayên qebûlkirin."
 
Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê jî wiha ne: 
 
* Lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin û ji ber vê yekê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. 
 
* Di hevdîtinên bi îdareyê re yên 3 mehên dawî ku tên kirin; tê xwestin dema midûr diaxive divê girtî rabin ser pêya û dema axaftin biqede rûnên. 
 
* Hate ragihandin ku bi helwesta hişk a Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana girityan her tim bi awayekî tê taloqkirin û girtiyên 30 salan jî nayên berdan. 
 
* Hate ragihandin ku di salên dawî de girtî tenê birine psîkolog, ew nebirine Lijneya Çavdêrî û Îdareyê lê belê weke ku we biribin lijneyê kirarî hatine kirin û berdana wan herî kêm 6 mehan hatiye taloqkirin. 
 
* Hate ragihandin ku kontrola tenduristiyê ya kesên di greva birçîbûnê de nava hefteyê tê kirin dawiya hefteyê nayê kirin. 
 
* Hate ragihandin ku aktîvîteyên civakî yên girtiyan hema bêje bi temamî hatine rakirin. Aktîvîteyên sporê di mehê carekê de û aktîvîteya atolyeyê jî hefteyê du caran tên kirin û ji bilî van tu aktîvîteyên din nayên kirin. 
 
* Hate ragihandin ku dema qawiş tên guhertin gelek nîşe û lênûskên şexsî hatine desteserkirin û yên kurdî hêj nedane wan. 
 
* Girtiyekî sûriyeyî ragihand ku ji aliyê dadgehê ve ji wî re wasiyek hatiye tayînkirin lê wî wasiyê îltîcayî Ewropayê kiriye û niha wasiyê wî nîne.”
 
 

Sernavên din

25/07/2024
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin