Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê

  • rojane
  • 10:45 31 Tebax 2024
  • |
STENBOL - Dayikên Aştiyê ji bo aştiye bi rûmet were pêkanîn têkoşînek bênavber didin û diyar kirin ku şer li her qadê bandorê dike û gotin tenê Abdullah Ocalan dikare aştiyê pêk bîne.
 
Gelê kurd û dostên xwe carek din di bin siya şer de pêşwazî li 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dikin û xwe amade dikin ku sibê dakevin qadan. Li Stenbolê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê dê li Meydana Îskeleyê ya Kadikoyê daxuyaniya girseyî were dayîn. 
 
 
Dayikên Aştiyê yên ku ji sala 1999’î vir ve ji bo aştiyê têdikoşin, carek din banga şatiyek bi rûmet ku pêk were kirin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li ser aştiyê axivîn. 
 
‘DIVÊ JI BO AŞTIYÊ MUZAKERE BI OCALAN RE BÊ KIRIN’ 
 
Sabîha Bozan
 
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan (65) diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk were wan serî li gelek cihan bi taybet jî serî li Wezareta Dadê û Meclisê dane. Bozan diyar kir ku Tirkiye tevî têkoşîna xwe ya li her qadê didomînin jî wan destê xwe yên aştiyê ku dirêjî Tirkiyeyê kirine li hewa maye û got: “Em dixwazin di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi Abdullah Ocalan re muzakereyek nû bê kirin. Şer pir hêsan e, îro li her derê cîhanê şer heye, ya girîng avakirina aştiyê ye. Ji bo vê jî divê pêşî parêzer û malbata Abdullah Ocalan dikaribin hevdîtinan bikin. Ev 42 meh in destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Rewşa tecrîdê polîtîkayên şer hîn dijwartir dike. Beriya her tiştî divê muzakere bê kirin. Piştre divê ev polîtîkayên zilmkirinê yên li girtîgehan bi dawî bibin."
 
DAXWAZA AŞTIYEK BI RÛMET 
 
Bedîa Gokguz
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz (66) jî di destpêka axaftina xwe de ji bo rojnamegerên jin ên li Silêmaniyê hatin qetilkirin sersaxî xwest. Gokguz anî ziman ku dewlet ji ber ku dayik daxwaza aştiyê dikin, qetilkirina zarokên wan didomîne û got: “Em weke dayikên aştiyê aştiyeke bi rûmet, wekhev û azad dixwazin. Dema em dibêjin aştî, dewlet teslîmiyet û xiyanetê li ser me ferz dike û dibêjin 'hûn van qebûl bikin wê aştî pêk were'. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Belê em aştiyê dixwazin, lê em aştiyeke ku em jî wek hemû gelên cîhanê di nava şert û mercên bi rûmet, adil, azad û wekhev de bijîn dixwazin."
 
'BILA PÊŞIYA BIRÊZ OCALAN BÊ VEKIRIN’ 
 
Maytap Toprak
 
Dayika Aştiyê Maytap Toprak (56) jî destnîşan kir ku li dijî gelê kurd şerekî mezin tê birêvebirin û got: “Em jî wek gelên din ên cîhanê aştî û jiyanek bi rûmet dixwazin. Em nasname û zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin bi awayek azad çanda xwe bidomînin. Heke îro zarokên 10 salî jî ji aştiyê bêtir qala şer dike, her kes ji vê yekê berpirsiyar e. Birêz Ocalan têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd dibêje, ‘ez ê vî karî di hefteyekê de çareser bikim’. Yên ku îro nikarin aştiyê pêk bînin divê pêşî li birêz Ocalan vekin.” 
 
‘ŞER Û ZILM ZÊDE DIBE’ 
 
Guler Bugday
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday (75) jî da zanîn ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê girîng e û got ku li cîhanê kesek bi awayek jidil xwedî li aştiyê dernakeve. Bugday anî ziman ku peyva aştiyê li cîhanê tenê li ser kaxez maye û wiha got: “Îro dema em li Rojhilata Navîn dinêrin, mîna kaniyê xwîn diherike. Lê ev 40-50 sal in li Kurdistanê şer berdewam dike. Her ku diçe zilm û înkar zêde dibe. Li cîhanê her şerek bi aştiyê bi dawî bûye. Ez wek dayikekê dibêjim aştî û ez ê her bêjim aştî. Li ser vê axê destûrê didin her tiştî, lê tehamula wan ji bo aştiyê nîne û her daîm şer dixwazin.” 
 
Bugday diyar kir ku desthilatdar ji bo meqam û qoltixên xwe biparêzin şer didomînin û xwest her kes li dijî şer rabe û daxwaza aştiyê bike.
 
 
 
 

Sernavên din

16/09/2024
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin