Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome

  • jin
  • 10:00 19 Îlon 2024
  • |
img
DÎLOK - Malbata Feray Şahîn a Polîsê Tevgera Taybet Fatîh Bûrak Aykûl ew qetil kir, 7 sal in têkoşîna edaletê dide. Bav Bekîr Şahîn, got: “Ji bo ku hin Ferayên din nemirin em ê vê têkoşînê bidomînin.”
 
Feray Şahîn a 23 salî ku li Zanîngeha Toros a Mêrsînê xwendekara pola dawî ya Avahîsaza Navîn bû, di 19’ê îlona 2017’an de ji aliyê Polîsê Tevgera Taybet Fatîh Bûrak Aykûl (34) ve hate qetilkirin. Malbatê qetilkirina Şahîn a wê demê li Şaredariya Mezîtliyê staj dikir, bi telefona “keça we qeza derbas kir” a ji midûriyeta polîsan hat hîn bûn. Aykûl ê hate binçavkirin îdia kir ku bûyer di encama “henek kirinê” de pêk hatiye. 
 
DOSYA LI DADGEHA BILIND E
 
Aykûl hate girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ji ber sûcê “kuştina biqestî” bi daxwaza cezayê hefsê yê heta hetayê îdianame hate amadekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê îdianame qebûl kir. Piştî hat îdîakirin ku di pêş rapora otopsiyê ya cenazeyê Şahîn a hat qetilkirin de tu nuve nehatine dîtin, cenaze li ser israra malbat û parêzerên wê di pêvajoya darizandinê de ji bo lêkolînê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
 
Di rapora hatiye amadekirin de hate diyarkirin ku Şahîn “bi guleyeke ji dur ve hatiye berdan hatiye kuştin” û di nava neynûkên Şahînê de DNA’ya faîl Aykûl derketî ye. Lê dadgehê di îlona 2018’an de biryara ku dayî de tevî raporê jî ji ber sûcê “kuştina biqisûr” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Aykûl û ji ber “rewşa wî ya baş” cezayê wî daxiste 5 sal û 3 mehan. Aykûl ê salekê girtî ma, di heman danişînê de bi qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. 
 
Malbat û parêzerên Şahînê li dijî biryarê îtîrazî Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Edeneyê kir. Dadgeha Herêmê ya di nava 2 hefteyan de biryara xwe aşkere kir, îtîraza ku malbat û parêzerên Şahînî kiribû qebûl nekir û biryar pejirand. Dosya 6 sal in li Dadgeha Bilind e. 
 
Li aliyê din bi hewldanên malbata Şahîn û parêzerên wê derket holê ku di pêvajoya lêpirsînê de gelek bêhiqûqî derketine holê. Hate zanîn ku piştî dengê çekê ji mala faîl Aykûl hatiye, ji cîranên ku xwestin bên mala wî re derî venekiriye, li cihê bûyerê paqijî kiriye û bi hevalên xwe yên polîs ên din re bi telefonê axivî ye. Derket holê ku di asta lêpirsînê de dozgerê lêpirsînê nehatiye cihê bûyerê jî. 
 
‘DELÎL JI HOLÊ HATIN RAKIRIN’ 
 
Bavê Şahînê, Bekîr Şahîn diyar kir ku têkoşîna xwe ya edaletê didomînin û pêvajoya qewimî vegot. Şahîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feray yekane keça me bû. Miroveke ji her tiştî re hestiyar bû. Beriya ku bûyer çêbibe 2 rojan em li cem hev bûn. Bi şev ji midûriyeta polîsan li me geriyan. Gotin divê bilezgînî em biçin Mêrsînê, dema me sedemê wê pirsî bi serê lêvan gotin ‘keça we qezaya trafîkê derbas kiriye’. Dema em ji Dîlokê heta Mêrsînê çûn me rewş her tim pirsî. Agahiyeke rast û dirûst ne didan me. Herî dawî ji ber ji lêgerîna me aciz bûn, gotin cenazeyê keça me li Edeneyê di morgê de ye.”
 
Şahîn, bal kişand ku keça wî ji aliyê polîsekî ve hate qetilkirin û anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de bi gelek bêhiqûqiyan re rûbirû mane. Şahîn, destnîşan kir ku yek ji van a herî girîng ew e ku dozgerê lêpirsînê neçûye cihê bûyerê jî û wiha berdewam kir: “Dozger bi telefonê ferman daye polîsên li cihê bûyerê. Dozger vê yekê di cînayeteke ku kujerê wê polîse de dike. Di pêvajoya darizandinê de em hînî vê yekê bûn. Me têkildarî mijarê gilî kirin, me xwest bûyer were lêkolînkirin lê serlêdanên me nehatin qebûlkirin. Kujer, ji ber dizane kîjan delîl girîng in, piştî bûyerê ew paqijkirine. Kujer piştî cînayetê diçe destên xwe dişo. Ji xwe pişt re zêde tiştek nemaye, delîl di vê pêvajoyê de tên reşkirin. Em hîn bûn ku qeydên telefonê yên ku kujer li sazî, hempîşe û malbata xwe geriyaye û piştgirî xwestiye hene. Lê tevî daxwazên me jî naveroka qeydên telefonê ji me re nehate gotin. Piştî bûyerê divê mûayeneya laşê kujer hatibûya kirin û xwîna wî hatibûya lêkolînkirin lê em hîn bûn ku ev nehatine kirin.”
 
CEZAYEKΠWEKE XELATΠ
 
Şahîn, destnîşan kir ku tevî rapora ji aliyê ATK ya Stenbolê hate wergirtin delîleke gelekî girîng bû jî dadgehê ev delîl li ber çavan jî newergirt û anî ziman ku cezayekî weke xelat dan faîl Aykûl. Şahîn, diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de pirsek jî ji kujer nehate pirsîn û wiha got: “Bi kuştina biqestî doz hate vekirin lê ji kuştina biqisûr ceza dan wî. An ku kujer bi awayekî aşkere hate parastin. Pêvajoya darizandinê jî kujerî bi rê ve bir. Ji ber ku hem pêvajoya lêpirsînê hem pêvajoya dadgehê bi vegotina wî berdewam kir. Tevî îfadeyên wî yên binakok jî şandeya dadgehê peyvek jî negot. Mînak tevî ku got di encama qezayê de Feray kuştiye jî nevekirina derî ya ji cîranên wî re rewşeke bigumane û têkildarî vê gotinek jî nehate gotin. Daxwazên me her tim hatin redkirin. Doz bi devî kujer encam girt. Biryara dadgehê me veguhest dadgeha herêmê û dadgeha herêmê bi lez û bez di nava 2 hefteyan de biryar da.”
 
KUJER HÊJ LI DERVE YE
 
Şahîn, da zanîn ku weke her sal dê îsal jî saet di 12.30’an de li parka ku ji aliyê Şaredariya Mezîtliyê ve ji bo bîranîna Ferayê navê wê lê hate kirin merasîma bîranînê li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî dadgehê ji peywîra xwe hate dûrxistin. Li gorî agahiyên dawî ji bo vegere ser peywîra xwe serî li Wezareta Karên Hundir daye lê nehatiye qebûlkirin. Kujerek hêj dest û lingê xwe dihejîne û digere. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Hewce bike em ê heta Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bibin. Em dixwazin kujerekî jinan cezayê xwe bikişîne. Ji bo ku hin Ferayên din nemirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Cînayetên jinan ji ber van cezayên weke xelatan her tim zêde dibin. Li dijî vê yekê hemû beşên bihestiyar vedixwînim ku xwedî li vê dozê derkevin. Bila kujer bên darizandin û edalet demildest pêk were.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

03/10/2024
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir