Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine

  • rojane
  • 11:55 20 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di îdianameya têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” de hat diyarkirin ku beriya venêrîna li nexweşxaneyan haya gumanbaran jê çêbûye, rêveberiya nexweşxaneyê di bûyerekê de qeydên kamerayan jêbirine û pitikek bi dermanên giran ên narkotîkê hatiye mirandin. 
 
Îdianameya derheqê “Çeteya Yenîdoganê” de ku ji sûcê gelek pitikên nû ji dayik bûn tevî bi tendurist bûn jî girtine beşa venêrîna awarte û li cihên ji enfeksiyonê re vekirî hatine hiştin û herî kêm bûne sedema mirina 12 pitikan tên sûcdarkirin, hate amadekirin. Hûrgiliyên îdianameyê derketin holê. Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê; di îdianameyê de ji 12 pitikên heta niha jiyana xwe ji dest dayin cih dane tiştên bi serê yekî hatine. Li gorî vê; pitik Kaya ê li Nexweşxaneya Taybet a Guneyê dima, ji ber ku sê rojan mudaxile lê nehate kirin jiyana xwe ji dest da. Di şeva Kaya jiyana xwe ji dest dayî de xwediya nexweşxaneyê û yek ji gumanbarên dosyayê Ayşe Muzeyyen Yurtoglû ji rewşê haydar bû, li beşda zarokên nû ji dayik dibin tenê cîgira hemşîreyan Damla Atak ku “rayeya wê ya mudaxileya tibbî tune bû” dima. 
 
QEYDÊN KAMERAYAN HATINE JÊBIRIN
 
Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku Yurtoglû guh nedaye vê rewşê, midûrê berpirsyar ê nexweşxaneyê Alî Dîrîk jî ji rewşê agahdar bû. Hat diyarkirin ku rêveberiya nexweşxaneyê ji bo nixûmandina bûyerê di heman demê de qeydên kamerayan jêbirine. Di îdianameyê de hat gotin ku beriya venêrîna nexweşxaneyê were kirin, nexweşxaneya behsa xeberê ji rewşê haydar bû ku dê dozger biçe. Li gorî vê; Yurtoglû gotiye; “Li Buyukçekmeceyê çi karê dozger li nexweşxaneya min heye? Pitik bi şev mir. 500 gram bû, jixwe dê bimira.” 
 
BI DERMANÊN NARKOTÎKÊ PITIK MIRANDIN 
 
Bi domdarî di îdianameyê de cih dan îfadeyên hemşîr Hasan Basrî Gok ku têkildarî mirina pitikekê de tiştên dizanî vegot. Gok, di îfadeya xwe de wiha dibêje: “Pitikek anîn nexweşxaneyê. Dema anîn rewşa wî/wê xerab nebû lê di roja duyemîn an jî sêyemîn de rewşa wî/wê xerab bû. Pirsgirêka anomoliya dil jiya. Firat Sari, got ku dê têkildarî emeliyeta dil tu tedawî ji bo pitikê neyê kirin û sewqî Nexweşxaneya International a Yekemîn ku mercên wê nebaşin kir. Lewma pitik li nexweşxaneyê nehat emeliyatkirin. Kesê li nexweşxaneyê ji pitikê berpirsyar Hakan Dogukan Taşçi bû. Heta Dogukan bi malbata pitikê/î re hevdîtin kir û xwe weke bijîşk da naskirin. Tekane dermanê diviyabû ji bo pitikê/î bihata bikaranîn dermanê dil bû. Hakan Dogukan ev derman dida. Navberekê derman êdî neda. Bi dermanê narkotîka giran pitik mirand. Piştre jî tevî mudaxileyê jî ji ber ku anomaliya pitikê/î hebû, roj bi roj bêhtir reş û şîn bû. Lê Hakan Dogukan Taşçi bi saya dermanên didayê nêzî mehek û nîvan pitik mirand.” 
 
BERIYA VENÊRÎNÊ HAYA WAN JÊ DIBÛ
 
Di îdianameyê de hat gotin ku beriya venêrînên nexweşxaneyê haya gumanbaran jê dibû û li gorî xwe tevdîr digirin. Gumanbaran di îfadeyên xwe de diyar kirin ku dermanên di tedawiyên psîkolojiyê de tên bikaranîn û bandora wan a mirandinê hene jî bi rêyên “nefermî” peyda kirine û firotine. Di beşa têkildar a îdianameyê de hate destnîşankirin ku li Nexweşxaneya Guney a Taybet derman hatine dizîn û firotin. 
 
Yek ji îfadeyên din ên di îdianameyê de cih girtî jî wiha ye: “Li gorî naverokên axaftinan ên têkildarî bûyerê; kesên bi navên Renas û Fehmî bi hev re dixebitin û pitik ji hev re dişandin. Huseyîn û Dogukan di navbera salên 2022-2023’yan de ji Nexweşxaneya Guneyê derman dizîne û firotine. Ji van dermanan nêzî 1000 TL pere qezenc kirine. Dema min ev rewş ji Dogûkan pirsî, got ku heqdestê muayeneya beşa psîkiyatriyê ya nexweşxaneyê derxistiye 1500 TL’an, bi awayekî veşarî dermanê Lyrica difiroşe û di heman demê de şexsekê ku xizmê xwediya nexweşxaneyê Muzeyyenê (Ayşe Muzeyyen Yuroglû) ye yê li dermanxaneyê dixebite jî bi heman awayî dermanan difiroşe.” 
 
DERMANÊN BI RAÇÊTEYA SOR FIROTIN
 
Di îfadeyeke din de jî hate gotin ku dermaneke psîkolojîk ê bandora hişbirê dike hatiye bikaranîn. Di îfadeya behsa xeberê de wiha tê gotin: “Li Nexweşxaneya Reyapê bi fermana Firat Sari re, axaftinên di navbera Sumeyye Nûr Aslan û zilamekî li karûbarên agahdarkirinê yê nexweşxaneyê dixebite de ne. Têgeha Aldolan a di nava axaftinan de derbas dibe, Hakan Dogukan Taçci dermanê Aldolan bi kar di anî ku bandora madeya hişbirê dikir. Bawerim ev derman bi reçeteya sor tê firotin. Her tim ev derman bi kar di anî. Ev derman jî ji hêla hevalên wî Osman û Yalçin ve dihatin temînkirin. Osmanê ku digot li Stenbolê rûdine jî bi rêya kuryeyê ev derman peyda dikir û difirot.” 
 

Sernavên din

08/11/2024
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’