Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê her kes ji bo çareseriyê berpirsyariyê li xwe bigire

STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku divê pirsgirêka kurd ji her alî ve were nîqaşkirin nexwe tu rastiya gotina “Werin em bêgerew li ser maseyê rûnin” namîne. Aslan, got ku divê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. 
 
Serokê Giştî yê MHP’ê di roja ewil a Meclisê de silav dabû Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û piştre jî daxuyaniyên cuda dabû. Bi van geşedanan re çareseriya pirsgirêka kurd careke din bû rojeva sereke. Bahçelî, duh jî di civîna koma partiya xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl kir û ji bo “Mafê hêviyê” şertê “tesfiyekirina rêxisinê” danî pêş. 
 
Piştî gotinên Bahçelî, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser gotinên Bahçelî ên têkildarî Abdullah Ocalan û got: “Heke êdî şehîd neyên Tirkiyeyê, heke êdî xwîn rije, heke rondikên dayikên kurd û tirkan êdî nebarin, heke ev welat bibe yek û bi hev re be, heke berê çekan êdî li leşkeran venegere, di vê mijarê de her gotina tê kirin û her aktor bi qedr in.” Ozel, xwest ku hemû partî li ser maseyekê bicivin û pirsgirêka kurd wisa were nîqaşkirin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘ÎKTÎDAR HEM LI HUNDIR HEM LI DERVE TENGIJÎ YE’ 
 
Aslan, diyar kir ku nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd eleqeya xwe bi geşedanên li herêmê diqewimin heye û wiha got: “Îktîdar li hundir pir tengijî ye. Di hilbijartinên 31’ê adarê de piraniya şaredariyan winda kir, tevgera kurd şaredariyên qeyûm lê tayîn kirî dîsa bi dest xist, pirsgirêkên aborî û hwd., hene. Anku çi baweriya bi îktîdarê nema ye. Li hêla din li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê heye, Tirkiye hevkariyê bi Îsraîlê re dike û îktîdar hem li hundir hem li derve pir tengijî ye. Rewşeke wiha li holê ye. Daxuyaniyên îktîdarê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd girîng in lê gavan naavêje. Li gorî me dê gavan neavêje, dê pirsgirêkan manîpule bike û bide jibîrkirin. Gotin û kiriyarên wan hev nagirin. Binêrin, di 13’ê cotmehê de destûr nedan mitînga bi daxwaza rakirina tecrîdê û qedexe kirin. Li hêla din ciwanên govend gerandin tên girtin, DEM Partiyî tên binçavkirin û girtin. Biryarên AYM û DMME’yê bicih nayînin. Rewşa girtîgehan jixwe berçav e. Anku di van mijaran de gavan naavêje. Qala aştiyê dikin lê ji bo aştiyê tu gavan naavêjin.” 
 
GAVÊN DIVÊ JI BO AŞTIYÊ BÊN AVÊTIN
 
Aslan, têkildarî gavên îktîdar divê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de biavêje jî wiha rêz kir: “Weke mînak, li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hatiye tayînkirin. Vî qeyûmî ji peywirê bigirin û bila rêveberên wir birêve bibin. An jî tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din rakin. Ji bo vê tu astengî nînin. Her wiha operasyonên derveyî sînor tavilê bidin sekinandin. Li derve êrişî bakurê Iraqê û Sûriyeyê operasyonan dikin; li hundir her roj girtin û binçavkirin hene. Walî û qeymeqamên herêmê her 15 rojan carekê qedexeyê radigihînin. Divê ji ewil ev pirsgirêk bên çareserkirin. Lewma li gorî min ev geşedanên dawî tenê taktîkeke îktîdarê ye û hewl dide van pirsgirêkan veşêre û hemleyên nû bike. Hem li hundir hem li derve tengijî ye û ev jî encama wê ye.”
 
‘NÊZIKATIYA YEKALÎ RAST NÎNE’
  
Bi domdarî Aslan ji bo bangawaziya Bahçelî ya ji bo “tesfiyekirina rêxistinê” ev tişt anî ziman: "Pirsgirêkeke sedsal e didome heye. Heta ev pirsgirêk ji her alî ve beyê nîqaşkirin, heta li ser neyê axaftin, heta gav neyên avêtin hûn nikarin ji kurdan bixwazin ku gavan biavêjin û çekan berdin. Hûn nikarin jê re bibêjin ‘bêyî daxwazekê bikin hebûna xwe deynin aliyekê û li ser maseyê rûnin.’ Tu bingeheke rastiyê ya vê daxwazê nîne. Li holê têkoşînek, destkeftiyên wê û bedelên hatine dayin hene. Heta ev neyên dîtin, divê tu kes nekeve nava nêzikatiyên yekalî.” 
 
BANDORA OCALAN A LI SER GEL
 
Aslan, da zanîn ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma jî nabe ku ji pirsgirêka kurd cuda were destgirtin. Divê îktîdar û dewlet jî vê rastiyê bibîne û li gorî wê nêz bibe. Li rexekî jê re dibêjin muxatab, li rexekê muxatab nabînin. Ev yek durûtî ye. Wê demê hûn çima jê re dibêjin ‘banga tesfiyekirina rêxistinê bike.’ Yanî hûn jî dizanin bandora wî li ser gelê kurd heye. Heke bi rastî jî muxatab Ocalan be, wê demê bi hemû kesên li Meclisê re biaxivin û pirsgirêkê bi rêya axaftin, aştî û wekheviyê çaresr bikin. 
 
Tecrîda li ser Ocalan, eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye. Ji bo çareseriyeke demokratîk jî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê tecrîda li ser tevahiya girtiyên siyasî were rakirin, di serî de pirsgirêka kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê her kes bikare fikra xwe bi rehetî bibêje. Madem hûn dibêjin ‘bila Ocalan fikra xw bibêje, rêxistinê tesfiye bike’, wê demê tecrîdê rakin ku bikare biaxive. Ev 43 meh in tecrîd heye, ma we çi çareser kir? Nexêr. Hêj girantir bûn. Dê hewl bidin tengijîna xwe û pirsgirêkên heyî veşêrin lê divê ev yek weke firsendek were dîtin û vê pirsgirêkê bixin rojeva gelan.” 
 
BERPIRSYARTIYA DIKEVE SER MILÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ 
 
Aslan, destnîşan kir ku di mijara pirsgirêka kurd de berpirsyartiyeke mezin dkeve ser milê CHP’ê û hêzên demokrasiyê. Aslan, wiha bi dawî kir: “Helwesta muxalefete sereke ya heta niha xizmet ji neçareseriyê re kir. Divê niha dev ji vê helwestê berdin. Lê divê partiyên çep-sosyalîst, kedê, rêxistinên pîşeyî û hêzên demokrasiyê jî bi hev re û bi eşkereyî bibêjin ku ‘em dixwazin ev pirsgirêk were çareserkirin.’ Divê ev helwest bi raya giştî re were parvekirin. Divê her kesên demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin di mijara pirsgirêka kurd de berpirsyartiyê li xwe bigirin. Di vê mijarê de divê dudilî tune be. Ji ber ku demokratîkbûn ne tenê ji bo kurdan ji bo me tevan girîng e.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

28/11/2024
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya