Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin

  • rojane
  • 11:50 2 Mijdar 2024
  • |

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, di Konferansa Jinan a HDK’ê de got: "Ji bo hilweşandina pergala serdest a mêr di nava serhildan û berxwedanê de nin." Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî jî wiha axivî: "Ji bo paradîgmaya HDK'ê hîn bêhtir mezin bibe, divê gavên pratîk bên avêtin."

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bihêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin bi berxwedanê biserdikevin” 13’yemîn Konferansa Jinan li dar dixe. Konferansa ku bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan tê pêkanîn li Navenda Çand û Hunere ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepeyê tê lidarxistin. 
 
Li eywana ku konferasn lê tê lidarxistin bi kurdî, tirkî, erebî bi komî 6 zimanan flamayên ku “Jin jiyan azadî” li ser dinivîsî û pankartên “Ked jî ya me ye, laş jî yê me ye; nasname jî ya me ye, şoreş jî” i “Aşitî bi berxwedana jinan tê” û “Destan ne ji peymanê ji tundiyê berde” hatin daliqandin. 
 
Kongreya ku piştî bijartina dîvanê destpê kir. Li ser navê endamên divanê endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê, Semîha Şahîn axivî û bal kişand ser girîngiya kongre û got: "HDK ji bo kesên wekhevî û azadiyê dixwazin keştiya hêviyê ye û têkoşîna ku bi salan e dimeşînin tevî hemû zehmetiyan jî xurtir bûye. Em rêwîtiya xwe ya ku bibin keştiya hêviyê didomînin. Em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Fikra HDK'ê weke navê avakirina siberojê bi hêza ku ji dîrokê digire derket holê. HDK dibistanek e, hişmendiyek e. Ger tundî, şer û îstîsmar hebe, îdeolojiya HDK’ê têkoşîna li dijî wan didomîne. Me destûr neda ku  jiyan û pêşeroja me were dizîn. Em bi hêviya şoreşa Rojava dimeşin. Weke jin û LGBT+ em ê ji bo jiyana xwe li hev kom bibin û komara demokratîk ava bikin. Ez kêfxweş im ku hûn hene."
 
Piştî axaftina Semîha Şahîn, bo jinên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyona ji bo Konferansa Jinan hatibû amadekirin hate pêşandan.
 
'XEFIK BI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIKARE DERBAS BIBE' 
 
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, axaftina vekirinê ya konferansê kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hawîrdora pevçûnên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên şer ji aliyê hikûmetan ve bi awayekî plankirî hatiye meşandin. Li hemû cîhanê gel li dijî van polîtîkayên şer dadikevin qadan û deng derdixin. Dema ku gel li dijî van polîtîkayên şer e, desthilatdar gavekê jî paşve navêjin, biryardariya desthilatdaran a di vê mijarê de nîşan dide. Kes nikare li hemberî îtîrazên gel bisekine. Serhildan ji Rojava heta Filistînê, ji Perû heta Şîlî didome. Dîsa bi taybetî di van demên dawîn de dibe ku wisa xuya bike ku şert û mercên aştiyê hene, lê ew luksa me tune ku em vê yekê ji desthilatdaran hêvî bikin. Aştiya serdest bi biryardariya me ve girêdayî ye. Ji bo gelên vê erdnîgariyê azad bijîn aştî lazim e. Divê em jî li ser bingeheke rêxistinî bin ku vê aştiyê ava bike. Em neçar in ji mirovan re rave bikin ku xefika ku ev welat tê de ye encax bi pêvajoyek aştiyê dikare derbas bibe."
 
'EM DI NAVA SERHILDANÊ DE NE' 
 
Esengul Demîr, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser qeyranên ku bandorê li jinan dike: "Li vî welatî her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Ev hemû weke tiştên asayî tên dîtin. Lê belê zirardayîna tayek porê jî sedema serhildanê ye. Pergal bi zanebûn kujerên jinan diparêze. Kuştina jinan tenê bi hêrs û sûcê mêran nayê ravekirin. Pergala ku dewleta zilam a serdest li ser jinan ferz dike ev e. Em ji bo hilweşandina pergala serdest a mêr di nava serhildan û berxwedanê de ne."
 
 
Esengul Demîr, anî ziman ku HDK’ê ji damezrandina xwe heta niha bi xebatên xebatên di hemû qadan de, bi taybetî jî têkoşîna jinan armanc dike ku zemîneke hevpar a têkoşînê biafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê û avêtina kevirên aştiyê ye. Rêya me zelal û ronak e. Tenê em jin dikarin vê siberojê bi serhildan, berxwedan û hêviyê bihûnin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari di 13'emîn Konferansa Jinan a ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve bi dirûşma "Em bi hêvî dimeşin, bi îsyan mezin dibin, bi berxwedanê bi ser dikevin" hat lidarxistin de axivî. Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku têkoşîna hevpar a HDK'ê li dijî pergala serdest e û got, "HDK kongreya ku partiya me jî tê de cih digire ye. Paradîgmaya yekîtiya gelan e."
 
Tûlay Hatîmogullari bal kişand ser zêdebûna qetlîamên li ser jinan ên li Tirkiyeyê û got, "Em ê hewl bidin rewşa jinan a li Tirkiyeyê û herêmê bi awayekî herî baş analîz bikin, bi analîzê têr nebin, em ê bi hev re qala xeta xwe ya têkoşîn û pratîkên di dema pêş de bikin. Em ê planên xwe jî bi hev re nîqaş bikin. Ev rastiyeke ku li vê erdnîgariyê her roj jin tên qetilkirin. Herî dawî me dît ku li Stenbolê qirika jinan bi rêbaza DAIŞ'ê hat birîn. Sedema herî mezin a van kuştinan pergala serdest a mêr û rejîma heyî ye ku destekê dide vê pergalê ye. Binêrin, di bin navê mirinên bi guman de bêhejmar mirin hene. Em baş dizanin ku li pişt her mirina bi guman mirovek heye. Em baş dizanin ku zihniyeteke serdest a mêr heye."
 
Hatîmogullari bal kişand ser girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku bi modela "lihevhatina bajarî" hat hilbijartin û piştre qeyûm hat tayînkirin û xwest Ahmet Ozer tavilê bê berdan. Hatîmogullari destnîşan kir ku divê qeyûm biçe û destnîşan kir ku hikûmet vîna gel nas nake. 
 
Hatîmogullari wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê gelên hildibijêrin desthilat bin, ne yên tayînkirî" û bal kişand ser êrîşên li dijî hevserokatiyê. Tûlay destnîşan got, "Me got ku hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya binefşî ye û em ê vê yekê bidomînin. Em ê berdewam bikin ku hevserokatî û temsîliyeta wekhev li her derê, li hundir û derve xeta me ya binefşî ye. Ji bo vê em ê bi we re jinên delal têkoşîna xwe bidomînin."
 
'EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZIN' 
 
Hatîmogullari, bal kişand ser nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd jî û wiha got: "Bi rastî em ji vê pêvajoyê re nabêjin pêvajo, divê em jê re nebêjin pêvajo. Geşedan hene. Helbet li ku derê ronîkirina aşitiyê çêbibe divê em ji bo aştiyê têbikoşin. Duh jî bi qeyûmê ku li Esenyurtê hatiye tayînkirin re nîşan dan ku çi kar kirine. Me di vê wateyê de peyama xwe girt. Çi dibe bila bibe, em ê dev ji israra xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bernedin. Çi dibe bila bibe, ji bo destpêkirina pêvajoya bê pevçûn li Tirkiyeyê û avakirina aştiyeke bi rûmet em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Çi dibe bila bibe, em ê li dijî hêzên emperyalîst ên ku her derê Rojhilata Navîn veguherandine pizota agir, têkoşîna aştiyê bidomînin û li ser navê gelan li dijî kesên ku dixwazin wê bikin qada şer, aştiyê biparêzin."
 
Hatîmogullari, da zanîn ew ê jin bi hev re bi hêz bin û wiha got:"Em bi paradîgmaya HDK’ê dimeşin. Li gel hemû pêkhateyên di bin HDK’ê de dixebitin, divê em vê rastiyê qebûl bikin û xwe rexne bikin; Ji bo pêşdebirina paradîgmaya HDK’ê divê em gavên pratîktir bavêjin. Pêwîstî bi rêxistinkirina HDK’ê zêdetir heye. Weke rêwiyên rêya sêyemîn em difikirin ku rojên ku em ê bi hev re Komara Demokratîk ava bikin nêzîk in. Şert û mercên objektîf di vê wateyê de teqez mezin bûne û divê em di vê wateyê de xebatên xwe bidomînin. Em bi baweriya xwe ya bi vê yekê re dibêjin ku em jin bi hev re li dijî kesên ku êrîşî beden, ked û nasnameya me dikin bi hêz in."
 
 

Sernavên din

25/11/2024
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin