Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin

  • rojane
  • 13:18 4 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Hevşaredarên di çalakiya protestokirina qeyûm a li Mêrdînê de axivîn ji muxalefetê re wiha gotin: “Divê em bên gel hev, milên xwe bidin hev û vê berxwedanê mezin bikin.” 

Çalakiya protrestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê didome. Hevşaredara Amedê Serra Bucak û şandeya pê re tev li çalakiyê bûn. Li vir bi tevlibûna Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr daxuyanî hate dayin. 
 
AHMET TURK: BIRYAREKE SIYASÎ YE
 
Hevşaredar Ahmet Turk got ku dê gel berteka xwe ya li dijî qeyûman nîşan bide. Turk, da zanîn ku axaftina wî ya di sala 2011’an de li Sêrtê kiriye weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan û lê di vê dozê de biryara neşopandinê hatiye dayin. Turk, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Bi ser re 10 sal derbas bûne û biryara neşopandinê betal dikin û dixwazin dîsa bidarizînin. Belê bi ser re 13 sal derbas bûne. Anku divê ji ber demborînê ev doz betal bibe lê bi vî awayî tê domandin. A din jî Doza Kobanê heye. Pêvajo didome. Jixwe dema ez bûm namzet, Doza Kobanê hebû. Anku ji nişka ve derneket holê. Ji bo xespkirina îradeya gel hinek hincet nîşan dane û dixwazin peyamê bidin raya giştî. Tevek jî derew in, bêhiqûqî ne û bêedaletî ne.” 
 
Bi domdarî Turk, destnîşan kir ku di lêpirsîna derheqê wî de li Mêrdînê hatiye vekirin de jî biryara neşopandinê hatiye dayin û wiha pê de çû: “Darazê biryara neşopandinê daye. Weke din tu dozên me tune ne. Vê her tim bi kar tînin. Îcar dozên min di demên berê de jê beraet kirine weke hincet nîşan didin. Weke encam, biryareke siyasî ye. Dixwazin gel bêzar bikin û bêdeng bikin. Divê her kes vê bibîne.” 
 
BUCAK: EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serrra Bucak jî bi bîr xist ku ev 3 serdemin li şaredariyên gelê kurd tên desteserkirin. Bucak, gelê kurd li cem îradeya xwe cih digire û dê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernede. Bucak, wiha domand: “Tenê gel dikare kesên hilbijartî ji peywirê bigirin. Ya ku hûn dikin derhiqûqî ye, derqanûnî ye. Em ê li dijî xespkirina îradeyê bisekinin. Ji ber piştevaniyê spasiya CHP’ê dikim lê ev bes nake. Divê em mil bidin milê hev û vê berxwedanê mezin bikin. Îktîdar çima ewqas bêtehemûl e? Ji ber ku çavkaniyên wan qut bûn. Ji ber ku pêşî li ranta we hate girtin. Lê îrade û hêviya gel ji ranta we mezintir e û dê vê rantê binax bike.” 
 
DEMÎR: DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî destnîşan kir ku li îradeya gel qeyûm hatiye tayînkirin. Demîr, da zanîn ku dê têkoşîna wan bidome û wiha got: “Mîna duh îro jî dê berxwedana me ya li dijî kesên îradeya me nas nakin bidome. Heke em bi eşkereyî bibêjin; qeyûm Tuncay Akkoyun xwe ji bo vê rojê amade kr. Hemû pratîk û nêzikatiyên wî ji bo vê rojê bûn. Bi dijminane nêzî hemû rêxistinên li bajar û siyaseta demokratîk bû. Em îro jî bi wêneyek wiha re rû bi rû ne. Îro dîsa îradeya gel nas nekirin û desteser kirin. Em bangî raya giştî dikin; heke pêşiya vê tarîtiyê neyê girtin sibe dê hêj tarîtir bibe. Banga me ji bo hêzên demokrasiyê ye; divê li dijî vê polîtîkayê derkevin. Li dijî siyaseta rizî em dengê xwe derxînin. Em ê paşvegavê neavêjin û li ber xwe bidin.” 
 

Sernavên din

25/11/2024
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin