Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne

  • rojane
  • 13:14 5 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, diyar kir ku şaredarî bi ked û erêkirina gel bi dest xistine û wiha got: “Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şarederiyê ji me bistîne.” 

 
Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê didomin. Yek ji navendên çalakiyan jî Êlih e. Hevşaredara Êlihê ya berê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û Hevşaredara Êlihê ya niha Gulistan Sonuk têkildarî qeyûm û polîtîkayên wan axivîn. 
 
‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ MAFÊ JIYANÊ YE’
 
Hevşaredar Gulistan Sonuk diyar kir ku waliyê Êlihê şaredarî “xesp” kiriye û wiha got: “Ji roja em hatin hilbijartin heta niha walî gef dixwar. Ev 8 meh in waliyê Êlihê qet nerazaye. Tehemûl nekirin ku gelê me ev 8 meh in hinek nefesê distîne û bi rêya qeyûm xesp kirin. Bêguman ne tenê avahiya şaredariyê, em weke êrişeke li dijî zimanê kurdî, îradeya jinan, mafê jiyanê yê astengdar û welatiyan dibînin. Dema me şaredarî bi dest xistî 3 milyar TL deynê wê heye. Em vê tenê dorpêçkirina şaredariyekê nabînin, her wiha tunehesibandina keda gelê me yê di hilbijartinan de kolan bi kolan, mal bi mal geriyayî jî dibînin. Ev yek, nenaskirina îradeya kesên li vî bajarî têkoşiyayîn û bedel dayîn e. Em ne tenê weke şandina memûrekî dinirxînin.”
 
TEBLÎX NEHATE KIRIN
 
Sonuk, daxuyand ku heta niha têkildarî qeyûm tu biryar ji wan re nehatine teblîxkirin û ev tişt anî ziman: “Heke rûyê waliyê Êlihê hebe bila daxuyaniyê bide gel û biryarê teblîx bike. Ketina me ya şaredariyê tê astengkirin. Bi hezaran leşkerî û polîs anîne. Li dijî vê rastiya gelê berxwedêr jî heye. Em li vir in û em vê şaredariyê wisa bi hêsanî teslîmî du memûrên erzan nakin. Ji ber ku ev şaredarî tu kesî bexşî me nekiriye. Me bi keda xwe, bi keda gel, bi dengên gel bi dest xist. Lewma jî tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne.” 
 
‘EM BI HEV RE BI SER KETIN Û DÊ BI HEV RE BIPARÊZIN’ 
 
Di berdewamê de Sonuk, got ku di pêvajoya hilbijartinê de konsepta şerê taybet ketiye dewrê û wiha pê de çû: “Lê jinan pir baş bersiv dan. Di mijara xwedîderketinê de jî em li benda heman tiştî ne. Me ev şaredarî bi hev re qezenc kirin û em ê bi hev re biparêzin. Banga min ji bo her kesî ew e ku ji bo parastina îradeya xwe bên pêşiya şaredariyê. Em ê berxwedanê mezintir bikin. Em li vir û dê şaredariya xwe teslîm nekin. Ji ber ku em ji wan in ên dibêjin ‘teslîmiyeta ber bi xiyanetê ve dibe.’ Lewma em ê tu caran teslîm nebin.” 
 
‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINA YE’
 
Songul Korkmaz jî bi bîr xist ku cara 3’yemîn e qeyûm tê tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Mafê bijartin û hilbijartinê yê gel tune tê hesibandin. Bi vê yekê re mafê jiyanê jî tê binpêkirin. Qeyûm tu caran ji bo xizmeta gel naxebite. Qeyûm, êrişeke li dijî destkeftiyên jinan, destkeftiyên gelê kurd û îradeyê ye. Êdî qeyûm veguherandine rejîmekê. Em vê qebûl nakin. Ev rejîm destkeftiyên gelê kurd û jinan tune dihesibîne. Bêguman em ê li dijî vê bisekinin û dê her bisekinin. Qeyûm, mudaxileya li dijî xwebirêvebirinê ye.” 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ 
 
Korkmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derket û dê niha jî xwedî li şaredarî û hevşaredarên xwe derkeve. Banga me ji b her kesî ew e ku li dijî neheqiyê dengê xwe derxînin. Di serî de jin û ciwan, divê hemû dînamîkên civakê tev li vê piştevaniyê bibin û li dijî neheqî û bêhiqûqiyê bisekinin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Fethî Balaman 
 

Sernavên din

27/11/2024
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne