Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin

  • rojane
  • 09:02 13 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Kesên ku li Êlihê beşdarî çalakiya li dijî qeyûman bûn, ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku wê di 17'ê Mijdarê de bê lidarxistin, bangawazî kirin û gotin: "Em tecrîdê rakin û qeyûman bişînin."

Platforma Saziyên Demokratîk wê di 17'ê Mijdarê de li Çerxerêya Basinê ya Êlihê mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" li dar bixe. Mîtîng wê li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê, Şaredariya Xelfetî ya Rihayê û Şaredariya Esenyûrtê hatine kirin bê lidarxistin. Her wiha tê payîn ku têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda Îmraliyê jî peyam bên dayîn.
 
‘EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ LI QADAN BIN'
 
 
Halîm Bayram ê di berxwedana li dijî qeyûman de cih girt, diyar kir ku desthilat ji aliyekê ve "pêvajoya nû" nîqaş dike, ji aliyê din operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî yên li dijî kurdan jî didomîne. Bayram bal kişand ku têgehên "azadî û demokrasiyê" daxwazên kurdan dihewînin û got: "Gelê kurd bêyî şert û merc ji bilî azadiyê tiştekî din naxwaze û qebûl nake."
 
Bayram diyar kir ku wê di mîtîngê de îşaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê kirin û got: "Gelê kurd bi vê mîtîngê re wê diyar bike ku tişta ku rêberên wan dibêje girîng e û daxwazên wan ên bingehîn in. Kurd wê biqîrin ku aştî ancax bi azadiyan watedar û pêkan e. Wê tu kes polîtîkayên tasfiyekirin û tunekirinê qebûl neke. Jixwe sedema van polîtîkayên qeyûman jî şantaj e." 
 
 
Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Zeynep Aslanê jî got: "Dema ku ez li pergalê dinêrim, dibînim ku bêhiqûqî heye. Dema dosyayên me dan YSK'ê tu pirsgirêk derneket. Niha jî mafên hilbijêran xesp dikin. Ez di komîsyona gihaniyê de me. Wekî ciwaneke ji Êlihê, ji bo Êlihê projeyên min ên pir xweş hebûn. Min dixwest ez van projeyên xwe pêk bînim, lê sibehekê gava ez şiyar bûm, min dît her der dagirkirî ye. Lê em ê dîsa bi berxwedanê şaredariyên xwe bistînin. Ji bo vê jî em ê tim li qadan bin." 
 
Aslan ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê bang kir û got: "Em hemû bi hev re xwedî li îrade û nasnameya xwe derkevin. Em ê hebûna xwe bidomînin û ji bo vê jî li kolanan bin. Divê em tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin. Heya em vê tecrîdê neşikînin, em ê tune bibin."
 
‘EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN'
 
 
Nûhat Altan jî wiha got: “Beriya qeyûm, gotin 'em destê aştiyê dirêjî we dikin', lê bi destê xwe yê din jî ço dirêj kirin. Em polîtîkayên qeyûmtiyê qebûl nakin. Ger dilê we û aştiyê hebe, em amade ne. Na, ger hûn bêjin 'em şer dixwazin', jixwe em tim di şer de ne. Polîtîkaya we jî nîşaneya vî tiştî ye. Wis atengijîn e ku nizanin wê çi bikin."  Altan ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê bang kir û got: "Em vê tecrîdê bşikînin û qeyûman bişînin." 
 
 
Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nûrten Uzumcuyê jî diyar kir ku cara sêyemîn e qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatiye kirin û got: "Du serdem e qeyûm tayînî şaredariyê tê kirin. Me dît ku bê qeyûm çaw amudaxileyî jinan, destkeftiyên jinan û saziyên jinan dikin. Qeyûman ji xeynî talanê tu tişt neanîn vî bajarî. Êdî divê em ji rejîma qeyûman re bêjin 'Na.'" Uzumcuyê bang li her kesî kir ku di 17'ê Mijdarê li dijî xespkirina vînê deng derxîne. 
 
 

Sernavên din

04/12/2024
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin