Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin

  • rojane
  • 10:17 24 Mijdar 2024
  • |

DÊRSIM - Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş tayînkirina qeyûm weke “êrişeke li dijî nasname, ziman û baweriya gelê Dêrsimê nirxand” û endamê GYK’ê yê EMEP’ê Orhan Kurul jî got: “Seyîr Rizayan di 1938’an de serî netewandin û dê neviyên wan jî serî netewînin.” 

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 22’yê mijdarê de li Şaredariya Dêrsimê ya di destê DEM Partiyê de û Şaredariya Navçeya Pulurê ya di destê CHP’ê de qeyûm tayîn kir. Li dijî xespkirina îradeyê, li Qada Seyîd Riza çalakiya nobetê hate destpêkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş û endamê Lijneya Rêveberiya Giştî (GYK) yê Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kurul gotin ku dê berxwedana wan a li dijî qeyûman bi biryardarî bidome. 
 
DERBEYEKE LI DIJÎ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ YE 
 
 
Orhan Kurul, diyar kir ku qeyûm derbeyeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye. Kurul, wiha domand: “Hêzên ked û demokrasiyê li Dêrsimê tifaq kirin û bi ser ketin. Biryara qeyûm, her wiha peyameke li dijî tifaqê ye. Me ev peyam girt û dê tifaqê mezintir bikin. Em ê bi têkoşîna xwe bi îktîdarê paşvegav bidin avêtin.” 
 
‘ÇARESERIYKE WAN A JI BO PIRSGIRÊKA KURD TUNE YE’ 
 
Kurul, bi bîr xist ku piştî gotinên Devlet Bahçelî yên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd qeyûm hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Çareseriyeke wan a ji bo pirsgirêka kurd tune ye. Gotina aştî û biratiyê dikin lê li kurdan dixin. Çareserî wiha nabe. Divê polîtîkaya qeyûm tavilê bidin sekinandin, qeyûman paşve bikişînin û hevşaredar li karê xwe vegerin. Divê hemû operasyonên li hundir û derveyî welat bên sekinandin, tecrîda li ser girtiyên siyasî rabe, girtiyên nexweş ên siyasî tavilê bên berdan. Heta ev nebin, hemû gotin tenê ji bo tesfiyeyê ne. 
 
Sepanên qeyûm li dijî demokasiyê ne. Tifaqa me dê ji bo demên pêş bicive û çareseriyan pêş bixe. Heta alîgirên wan jî qeyûman qebûl rast nabînin. Gelê Dêrsimê jî got ku dê qeyûman qebûl nekin.” 
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş jî bi lêv kir ku ew qeyûm qebûl nakin û wiha got: “Dewletek nikare vê zilmê li hemwelatiyên xwe bike. Em van nêzikatiyên faşîzan ji sala 1938’an nas dikin. Seyîd Rizayan serî netewandin û neviyên wan jî dê netewînin. Weke rêhevalên Mazlum, Elî Şêr, Zerîfe, Aysel Doganan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Daxuyaniyên têkildarî pirsgirêka kurd jidil nînin. Êdî em bi van gotinan naxapin. Qaşo qala aştî û muzakereyan dikin lê li hêla din qeyûman tayîn dikin. Ev, parçeyeke polîtîkaya wan a qirêjî ye. Ji îro ve em ê li Qada Seyîd Riza nobetê bigirin. Qeyûm, di heman demê de êrişeke li dijî nasname, dîrok, çand û baweriya gelê Dêrsimê ye. Dê berxwedana me ya li dijî van polîtîkayên şerê taybet bidome. 
 
Di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab birêz Abdullah Ocalan e. Qeyûm, encama tecrîdê ne. Dorpêçkirina şaredariyan a bi bloqên betonê jî encama wê ne. Em ê heta dawiyê li dijî polîtîkayên qeyûm têbikoşin. Banga me ya ji bo gelê Dêrsimê ew e ku mil bidin milê me û em xwedî li şaredarî, hevşaredar, bawerî û çanda xwe derkevin.” 
 

Sernavên din

05/12/2024
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin