Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin

  • rojane
  • 11:23 1 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku Îsraîl hewl dide şerê li dijî Hîzbullahê veguhêze Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Şerê tê kirin, berjewendiyên dewleta dagirker esas digire. Lê heke veguherin gefeke li ser herêmên me, em ê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin û berjewendiyên gelê xwe ser her tiştî re bigirin.” 

Şer û pevçûnên di navberaq Hamas-Îsraîl û Îsraîl-Lubnanê de berdewam in û bandoreke mezin li ser tevahiya Rojhilata Navîn dikin. Êrişên Îsraîlê yên li dijî komên girêdayî Îranê yên li Sûriyeyê û êrişên ser Şamê jî rageşiya li herêmê zêdetir dike. Li hêla din êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bênavber didomin. 
 
Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî geşedanên dawî ji Rojnameya Ronahiyê  re axivî. 
 
Foza Yûsif da xuyakirin ku dewletên hegemon û desthiladar, navenda şerê cîhanê wek herêma Rojhilata Navîn hilbijartin e, li gorî berjewendiyên xwe dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Îro li seranserê cîhanê şerekî mezin diqewime. Ev alozî û gengeşiya li holê herî zêde bandorê li Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn ev 200 sal in bûye navenda şerên desthiladarî û berjewendiyan. Di nav herêma Rojhilata Navîn de wek her çar beşên Kurdistanê jî şerekî mezin diqewime. Li Sûriyeyê giştî û bi taybet jî li Rojava ev nêzî 14 sal in şerekî mezin diqewime. Ji bo wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zanebûn hatiye hilbijartin. Heya di wê herêmê de çareseriyek siyasî, danûstandinên di asta ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê bingeh digire neyên kirin, em nikarin qala çareseriyeke domdar bikin. 
 
DIVÊ EM WEKE GEL XWE JI BO ŞERÊ GIRAN AMADE BIKIN 
 
Pirsgirêkên ewlekariyê zêde bûne. Ev şerê ku li Libnanê dimeşe û êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê dide diyarkirin ku wê bandora xwe li ser axa Sûriyeyê jî bike. Mirov dikare vê yekê bêje ku hêzên hegemon û mêtinger Sûriye kirine xeta agir. Rojavayê Kurdistanê jî, di nava agir de cîh digire,  Sûriye wek welatên cîran nêzî sînorên Tirkiyê û Iraqê ye. Her du welat jî her tim di milê leşkerî de û di heman demê de jî desthilatiyên ku wan welatan birêve dibin siyasetên xwe yên li hemberî gelê Kurd dûrî rêyên çareseriyê ne. Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya heyî, her tim di aliyê şer û aloziyan de bi kar tîne. Gefên ku Tirkiye dixwe, êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, pêwîste em wek gel û tevger ji bo şerê giran xwe amade bikin. Hin aliyên dewletên hegemon û mêtînger di ragihandinên xwe de, amadekariyên hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin mijara nîqaşê. Kesên ku wî tiştî dibêjin xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabînin û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava jî diparêzin. Eger ku em hez dikin aştiyeke mayinde pêk were, pêwîste em xwe ji bo şer jî amade bikin. Ji ber wê yekê pêwîste ku em parastina xwe xurt bikin.”
 
'HÊZÊN ME JI BO PARASTINA GEL AMADE NE 
 
Foza Yûsif bal kişand ser hîma xweparastinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek hêzên me yên ewlehî û parastinê HSD, YPJ û HPC’ê jî, li hemberî êrişeke gengaz a dagirkeriya Tirk li ser gelên heremê her tim di nava amedekariyê de ne. Raste liv û tevgerek heye, lê pêwîste ev yek bê xurtkirin. Divê gelê me bi giştî piştgiriyê bide zarokên xwe yên ku di çeperên şer de ne. Ji ber vê yekê pêwîste ku civak û gelê me wek her tim berxwedana kiriye di vê pêvajoyê de jî li kêleka hêzên xwe yên parastinê cih bigre û welatê xwe bi hev re biparêze. Pêwîste hemû welatiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin xwe weke şervanekî/e azadiyê bibîne û li ser vê bingehê erka xwe pêk bîne, ji ber ku parastina rewa mafekî xwezayî ye. 
 
Êdî her welatek xwediyê hêzên parastinê û ewlehiyê ne. Em jî wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji şerê li herêma me diqewime ezmûn girt û em dikarin li hemberî her êriş û tundiya ku li hemberî me tê meşandin xwe biparêzin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo ya yekîtiya gelên bindest e. Ev vîna gelê Rojava çeteyên DAIŞ'ê şikandin û êrişên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin. Tevger û hêzên me bi şêwazekî pispor li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Pêwîste civaka me bi ruhê avakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hêzên xwe yên ewlekariyê cih bigirin û xebatên parastinê bimeşînin."
 
‘JI BO ME YA ESASÎ BERJEWENDIYÊN GELÊ ME NE’
 
Foza Yûsif, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev şerê ku tê meşandin şerê desthilatiya hêzên hegemon e. Îsraîl hewl dide şerê xwe yê li hemberî Hîzbullahê derbasî Sûriyeyê jî bike. Îran jî ji aliyekî ve bi zêdekirina hêzên çekdar ên girêdayî xwe li Sûriyeyê hewl dide ku nakokiyan kûrtir bike. Di demeke beriya niha de Îranê li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên li Hesekê êriş pêk anî. Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabin alîgirê ti kesî, ji ber ku ev şer ne di berjewendiyên gel de ye. Ev şerê ku niha dimeşe, tenê berjewendiyên dewletên dagirker bingeh digire. Lê dema ku şer li herêmê gur bû, em jî di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî û parastina civakî de xwe biparêzin û berjewendiyên gelê me ji beriya hemû tiştî ye. Di vê mijarê de wek xebatkar û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta me zelal e. 
 
DIBE KU DEWLETA TIRK HEWL BIDE JI ALOZIYÊ SÛD BIGIRE Û ÊRIŞ BIKE
 
Metirsiyek wiha jî heye li holê, dibe ku dewleta Tirk a dagirker ji aloziyên ku hene sûd werbigire û êrişekê li ser heremê pêk bîne. Ji ber gefên ku tên xwarin û êrişên ku tên kirin di wê çarçoveyê de ne. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku aloziyên herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne û hewl dide çawa ku Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kir, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Eger ev alozî zêdetir bibin di her alî de wê bandora xwe li ser herêmên rizgarkirî jî bike. Ji ber vê yekê, welatiyên ku li bajarên Sûriyeyê yên di bin desthiladariya Hikûmeta Şamê de cih digire dimînin, wê bixwazin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Ji bo ku bandora aloziyan li herêmên me jî nekin pêwîste ku çareseriyekî sîyasî û yekitiya gelên herêmê pêk were. Helwesta Rêveberiya xweser ji bo çareseriyê gelekî girîng û watedar e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser di yekîtiya Sûriyeyê de xwedî xebateke girîng e. Her carê Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku ji bo çareserî û guftugoyê amade ye. Lê hikûmeta Şamê xwe nêzî wan nîqaşan nake û bê bersiv dihêle. Em li vir dîsa wê peyamê ji bo aliyên peywendîdar dubare dikim û em wek gelên herêmê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî hemû êrişên siberojê yên ku biqewimin li ber xwe bidin.”
 

Sernavên din

05/12/2024
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive