Şengal ji bo Rojava seferber bûye

  • rojane
  • 09:00 17 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclisa Xweser a Şengalê Nafya Mêşo têkildarî kampanyaya ji bo piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Şengalê hatiye destpêkirin axivî û got: “Wan canê xwe ji bo me dan. Lewma civaka Êzidî çi ji dest bê dê ji bo Rojava bike.”  

Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de li dijî Helebê êriş da destpêkirin û dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê jî bi awayekî hemwext dest bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter, di navbera 2-9’ê Kanûnê de zarok û jin jî di nav de 41 kes qetil kirin. Bi destpêkirina êrişan re gelek welatiyan ji xaka xwe koç kirin û ketin rêya koçberiyê. Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, di 5’ê Kanûnê de dest bi kampanyaya alîkariyê kir. Kampanya hêj didome. Civaka Êzidî ku eleqeyeke mezin nişanî kampanyayê dide. 
 
Endama Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Nefya Mêşo têkildarî kampanyayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'LI KU BERXWEDAN HEBE ÊRIŞÎ WIR DIKIN'
 
Nafya Mêşo, diyar kir ku şeniyên ji Efrînê koçber bûn rojên zor û zehmet derbas dikin û got ku li dijî êrişên qirkirinê pêwistî bi yêkitiyê heye. Nafya Mêşo, wiha domand: “Ez berxwedana Rojava pîroz dikim. Şereke gelek mezin li Efrînê çêbûbû. Ez bi xwe jî li Efrînê mabûm. Şerekî gelek dijwar li ser gelê me yê Efrînê hebû. Heta dawiyê jî li ber xwe dan. Li ku derê gelê me li berxwe bide li wir êriş dikin. Ew çeteyên DAIŞ'ê ku êrişî Şengalê kirin bi ser naveke din êriş birin ser Efrînê. Gelê me yê Efrînê ji wir koçber bû û hate Şehbayê. Lê dinêrin li ku derê gelê me li ber xwe bide bi şêwazên cuda êriş dikin. Naxwazin ku civaka me yêkitiya xwe çêbike û bi hêz bibe. Lê gelê me jî li dijî van êrişên qirkirinê bersiv dide wan. Piştî çend salan dîsa ji Şehbayê jî koçber kirin. Bi şêwazeke ne mirovane êrişî gelê me dikin.”
 
'WAN CANÊ XWE JI BO ME DAN'
 
Bi domdarî Nafya Mêşo bi lêv kir ku gelê Rojava ji bo Şengalê her alîkariyek kir û ji ber wê jî divê ku herî zêde Êzidî li wan xwedî derbikevin. Nafya Mêşo, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha jî Şehbayê jî koçber bûne û Tirbesbiyê û Amûdê bicih bûne. Em weke civaka Êzidî her tim piştgiriya gelê xwe dikin. Dema ku êrişî Efrînê kirin wê demê de jî me hevkariya gelê xwe kir. Em niha jî dixwazin ku alîkariya gelê xwe bikin. Em bi ruh û can bi wan re ne. Heke ku rê bidin me û pêwîst bike em ê biçin wê derê û birînên wan bipêçin. Em niha ji bo jinan, zarokan, ciwanan û extiyaran kincan kom dikin. Her wiha firaqan, xurekan kom dikin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî vê kampanyayê dide. Civaka Êzidî vê alîkariyê weke deyneke ku li ser milê xwe dibîne û bi vê hişmendiyê tev li kampanyayê dibe. Em îro çi bikin jî em nikarin wî deynî bidin. Heke ku me kariba em ê ji malên xwe derketiban û malên xwe jî bidana. Tu tişt bi qasî ruhê mirovî şirîntir nîne lê wan canê xwe ji bo me dan. Em bo wan çi bikin jî kêm e.” 
 
'DIVÊ ÊZIDÎ XWEDÎ LI WAN DERKEVIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Nafya Mêşo anî ziman ku xwedîderketina li Rojava erka civaka Êzidî ye û ev bang kir: “Dema ku DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir û dayik û xwişkên me ketin destê wan hovan, gelê me yê Rojava bi hawara me hat. Tiştek nema ku ji me re nekirî. Min bi xwe şahidiya fermanê kir. Rojavayiyan em di malên xwe de hewandin, her tişteke pêwîst ji me re kirin. Cilên li ser xwe dan me, cilên li ser zarokên xwe dan zarokên me. Xwarina xwe dan me. Min bi xwe bi çavên xwe dît. Civaka Êzidî jî îro ji ber wê seferber bûye. Tu ferq û cudahî di navbera me û Rojava de nîne. Bangawaziya min ji civaka me ya Êzidî heye ku çi ji destê wan bê ji bo Rojava bikin. Niha di vê zivistanê de li ber wê sermayê li ber xwe didin. Îro pêdiviya Rojava bi me heye. Demekê jî pêdiviya me bi wan hebû. Bila herkes rabe ser pêyan û alîkariyê bide Rojava.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

20/12/2024
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin