Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin

  • rojane
  • 09:03 17 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl û dayikên aştiyê yên li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn, diyar kirin ku kurd jî wekî gelên din xwedî daxwaza jiyaneke wekhev û azad in.

Gefên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên wekî Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) yên li hemberî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bertekên li dijî van êrişan didomin. Siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl û dayikên aştiyê destnîşan kirin ku ew ê li hember êrişan rabin. 
 
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya parêzgeha Bedlîsê Fîkret Bîrlîk diyar kir ku ev êriş li dijî destkeftiyên kurdan tên kirin. Bîrlîk got: "Gelê Rojava mal, ax û rûmeta xwe diparêze. Li vir parastina li dijî her cure êrişan rewa ye." Bîrlîk diyar kir ku armanca sereke ya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikra Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Berê jî me çok neda û serî netewand. Em ê niha jî serî netewînin. Em mafdar in û li hemberî şerên qirêj ên çeteyan serketin wê ya me be. Me berdêla wê daye, em amade ne ku bidin. Li dijî van zaliman li ku derê berxwedan, nobed û çalakî hebin em ê li wir bin."
 
Dayika Aştiyê Rabîa Kaplan a li Bedlîsê dijî bertek nîşanî bûyeran da û wiha got: “Êdî bes e." Rabîa Kaplan da xuyakirin ku kesên daxwaza aştiyê dikin divê bi muxatabên xwe re li dora maseyê rûnên û got: "Divê kurd, tirk, ereb, fars û hemû gel di nava aştî û aramiyê de bijîn."
 
'DIVÊ GEL BI XWE BIRYARA XWE BIDIN'
 
Hevserokê Navçeya Tetwanê ya DEM Partiyê Sedat Eskî diyar kir ku di hemû pêvajoyên dîrokî de destkeftiyên kurdan ji aliyê desthilatdaran ve hatine hedefgirtin. Eskî bal kişand ku li dijî van êrişan têkoşîneke mezin tê meşandin û got: "Ne rêbaza rêveberiya Esad û ne jî ya kesekî din bi salan bi ser neket. Rêveberiya Xweser bi salan aştî û aramiya herêmê pêk anî. Em êrişan qebûl nakin. Divê bê hiştin ku gelê Sûriyeyê bi xwe biryara xwe bide."
 
Endama Meclisa Giştî ya Bajêr a DEM Partiyê Bêrîvan Canbeyê bal kişand ser jiyana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û got ku ev  ji bo hemû gelên bindest destkeftiyek mezin e. Canbeyê got: “Paradîgmaya ku li wir derketiye holê, bala netew-dewletan kişandiye, ji ber ku bûye felsefeya jiyanê ji bo hemû kesî. Gelên cîhanê yên hegemon, jiyana li Rojavayê wekî xetere dîtin û bi rêya çeteyan dest bi êrişan kirin. Em ê li dijî êrîşên li dijî êrişên li ser kurdan rabin." 
 
Endamê partiyê Rehmî Seven ku li Tetwanê dijî, tekez kir ku êriş li ser hemû gelê herêmê hene. Seven got: "Li dijî van êrişên netew-dewletan divê kurd û dostên wan tifaqê ava bikin. Hedefa ewil a plan û projeyê destkeftiyên kurdan in û paşê jî tevahiya Rojhilata NAvînê ye. Lewma divê hemû kurd li dijî vî şerî bibin yek."
 
'EM Ê XWEDÎ LI BERXWEDÊRAN DERKEVIN' 
 
Dayika Aştiyê Guler Bugdayê wiha got: "Em dixwazin wekî hemû gelên dinyayê bijîn. Tu eleqeya kurdan bi mal û milkê kesên din re tune. Mafê me ye ku wek gelên din bibin xwedî statu. Li ser tabelayan li her derê nivîsên îngilîzî û erebî hene. Mafê kurdan e jî bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Me heya niha gelek rojên tarî dîtin. Em ê van destkeftiyên xw enedin tu kesî. Em dixwazin şer biqede. Şer agir e, em dibêjin 'êdî bes e.'"
 
'HEVDÎTINÊ BI ABDULLAH OCALAN RE BIKIN'
 
Dayika Aştiyê Sabîha Bozanê diyar kir ku Tirkiye ji valahiya rêveberiyê ya li Sûriyeyê sûd wergirt û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Sabîha Bozan amaje bi wê yekê kir ku gel û baweriyên cuda hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaneke hevbeş ava bikin û got ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan muzakere bên destpêkirin. 
 
Sabîha Bozan bal kişand ser girîngiya hevgirtina kurdan a li dijî êrişan û gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên "Kobanê ha ket, ha dikeve" bi bîr xist. Sabîha Bozanê got: "Dixwazin li Sûriyeyê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî heman tiştî bikin. Lê Kobanê neket, Kobanê bi ser ket. Divê kurd azad bibin. Zarokên gelê tirk jî dibin û li Sûriyeyê dibin sedema mirina wan. Divê siyasetmedar, pêşî li ber êrişên li hember Rojavayê bigirin. Banga me ji bo hemû gelên cîhanê ye; Ji bo kurdan bêdeng nemînin. Şer ne tenê hewldana tunekirina gelan e. Îro aboriya Tirkiyeyê ketiye bin sifirê. Mirovên li vir birçî û bêkar in. Ew budçeya hindik a vî welatî ji şer re vediqetînin. Ev nayê qebûlkirin. Ne şer, jiyanek wekhev, birûmet û bihevre." 
 
'DIVÊ PÊWENDÎ BI KURDAN RE BÊ DANÎN'
 
Endamê MYK'ê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hakî Demîr diyar kir ku desthilat li dijî destkeftiyên kurdan bi hêzên emperyal re hevkariyê dike. Demîr da xuyakirin ku jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê emperyalîstan ve wekî "xetere" tê dîtin û got: "Eger Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê hawirdoreke aştiyê hebe, divê dest ji têkiliyên xwe yên bi çete û bermahiyên DAIŞ'ê berde. Em di wê baweriyê de ne ku eger têkiliyên bi Kurdan re bên avakirin, wê Tirkiye li Rojhilata Navîn û cîhanê bêhtir bi hurmet be. Ji ber ku gavên erênî yên li Sûriyeyê ji bo kurdan tên avêtin wê aştiya Tirkiyeyê jî xurtir bike."
 
'DIVÊ KODÊN SIYASÎ BIGUHERIN'
 
Hevserokê Navçeya Akdenîzê yê DEM Partiyê Nîzar Esen destnîşan kir ku êrişa li dijî kurdan "rêyeke xitimandî" ye û got: "Îsrara di polîtîkaya tunehesibandina kurdan de ya Tirkiyeyê çi ye? Divê siyasetmedarên 5irk bersiva vê pirsê bibînin. Çima li şûna ku bi kurdan re muzakere bikin, polîtîkaya ku li dijî kurdan disekine û kurdan tune dihesibîne dike? Em hîna jî li ser vê siyasetê dewam dikin. Em li şûna ku bi kurdan re muzakere bikin, em hîn jî disiyaseta tunekirinê de israr dikin, li Rojhilata Navînê." 
 
'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Wwe Winda Kirine re (AYKAY-DER) ya Edene BEhra Spî Mustafa Yildiz got: "Serekê desthilata AKP'ê Erdogan, ger li fezayê pêkhateyeke kurd hebûya, wê mudaxeleyê wê bikira. Tu carî bi çavê dostaniyê li kurdan mêze nekirine. Îro bi dolaran meaş didin çeteyan. Li Tirkiyeyê ev qas xizan hene. Divê ev bên dîtin. Bi milyaran dolar li vî şerî tê xerckirin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye; demildest divê li dijî vê dengê xwe bilind bikin." 
 

Sernavên din

29/12/2024
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da