Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin

  • rojane
  • 12:16 19 Kanûn 2024
  • |
img

DÎLOK - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku ew bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rawestandina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” bûne û banga tevlibûna daxuyaniya li Enqereyê kirin. 

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Meş, di roja 4’emîn de didome. Nûnerên partiyên siyasî û yên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li meşê bûne. Tê payin ku meşvan sibê bigihijin Enqereyê. Meşvan dê bi tevlibûneke girseyî li Enqereyê daxuyaniyê bidin. 
 
Meşvanan, li her navendên gihiştinê ji bo êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, banga têkoşînê kirin. Gel jî piştgiriyeke mezin da meşvanan. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Dîlokê tev li meşê bûn, girîngiya meşê vegotin û banga tevlibûna daxuyaniya li Enqereyê kirin. 
 
‘NIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’
 
 
Dayika Aştiyê Meryem Turan anî ziman ku armanca meşê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Dayikên Aştiyê şer naxwazin û bila meşa me bibe wesîleya aştî û azadiyê. Bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gelê Kurd tê qetilkirin. Dixwazn bi van êrişan qadê ji çeteya re vekin. Xaka Rojava bi xwîna zarokên Kurd hate avakirin. Banga me ji bo serokkomar ew e ku şerekî nû nede destpêkirin. Bila destên xwe ji bo aştiyê dirêj bike. Bila aştiyeke birûmet pêk bîne. Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Heke ew qilfa Îmraliyê neyê vekirin dê şerê qirêjî bidome.”
 
Ji Dayikên Aştiyê Sakîne Behçet jî wiha got: “Em naxwazin zarokên tu kesan bimirin. Bila zexta li Rojava bi dawî bibe, Rojava ji DAIŞ’ê xelas bû û bila dinya xweş bibe. Ma heq nîne mirov ji bo Rojava bimeşe? Divê Abdullah Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.” 
 
‘BILA ÊRIŞ BÊN SEKINANDIN’
 
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî got ku tevî hemû êrişan jî Kurd daxwaza aştî û demokrasiyê dikin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin. Em van êrişan şermezar dikin. Bila bi aştiyane ser maseyê rûnin û pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo tecrîda ser Abdullah Ocalan were rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin em dimeşin. Divê her kesên aştî, azadî, demokrasî û aramiyê dixwazin tev li meşê bibin.” 
 
JI BO DAXUYANIYA LI ENQEREYÊ BANG KIR 
 
 
Rêveberê Şaxa TARIM ORKAM-SEN’ê ya Amedê Nasir Demîrkiran jî got ku ji bo şer bi dawî bibe ji Amedê bi rê ketine û xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Demîrkiran, diyar kir ku sedema krîzêna borî, siyasî û civakî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û bang li her kesî kir ku ji bo welatekî demokratîktir sibê beşdarî daxuyaniya li Enqereyê kir. 
 
‘HÛN NIKARIN PIRSGIRÊKA KURD BI VÊ RÊYÊ ÇARESER BIKIN’ 
 
 
Endamê PM’a DBP’ê Abdulhekîm Gulmez jî da zanîn ku eleqeyeke zêde ji bo meşa wan heye û got: “Armanca me ne rakirina tecrîdê lê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Îktîdarê heta niha jî bi tecrîdê tiştek bi dest nexist û dê nekare bi heman rêbazan pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo komareke demokratîk û çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn, hewceye birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Çareserî ne ew e ku hûn cîhadîst, barbar û DAIŞ’iyên ji her çar aliyên cîhanê li wir kom bikin. Rêbertiya me di hevdîtina dawî de ku ew xwedî îradeya çareseriyê ye. Em jî li gel vê gotinê ne û em jê bawerin. Bi taybet jî banga min ji bo Kurdan ew e ku xwedî li Rojava derkevin û li dora Rêbertiya xwe bibin yek. Divê dinya êdî vê bizane, tu hêzên li Rojhilata Navîn 40 milyon Kurdan esas negirin nikarin çareseriyekê pêş bixin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Adnan Bîlen 
 

Sernavên din

20/12/2024
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin