‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’

  • rojane
  • 10:27 23 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Rojnameger Argeş Viyan diyar kir ku êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: “Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn gelek girîng e.”  

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. 
 
Rojnameger Argeş Viyan, têkildarî êrişan, berxwedana li dijî êrişan û helwesta hêzên navneteweyî ji ajansa me re axivî. 
 
HEDEF KOBANÊ YE
 
Viyan, anî ziman ku rêveberiya Şamê beriya li hemberî Heyet Tehrîr el Şamê (HTŞ) li ber xwe bide eniyên xwe terikandiye û wiha got: “Lê belê li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê berxwedan didome. Ji ber êrişên bertirê, xelkê ji Efrînê koçî Til Rifetê kiribû ji neçarî xwe ji wir jî vekişand. Gelek kesan xwe spartin herêmên Rêveberiya Xweser. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê bi aweyekî hemwext li gel hilweşîna rejîmê re êrişî herêmên Kurdan kir. Hedefa van êrişan jî dagirkirina Kobanê ye ku sembola berxwedana gelê Kurd e. Lê belê li hemberî gel û berxwedana hêzên wan ev plan vala derket.” 
 
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ
 
Bi domdarî Viyan destnîşan kir ku tevî nîqaşên agirbestê yên bi destê Koalîsyona Navneteweyî tên meşandin jî, hêzên navneteweyî li hemberî êrişan xwe li nedîtiyê didin û ev tişt anî ziman: “Koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengtiya DYA’yê, bi vê bêdengiya xwe bi eşkereyî piştgiriyê didin vê rewşê. Gel jî ji ber vê rewşê gelek aciz e. Divê DYA ji bo pêşîlêgirtina van êrişên Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê. Lê heta niha jî di vê mijarê de tu gav neavêtiye. Rêveberiya Xweser gelek caran got ku tu hewldanên wan ên ji bo êrişkirina Tirkiyeyê nînin û piştgiriyê didin cîrantiya baş. Tevî vê jî êriş didomin.” 
 
'SÛCÊ ŞER DIKE’
 
Di berdewamê de Viyan anî ziman ku dewleta tirk di êrişên xwe de sivîlan, rojnamegeran û jîngehan hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibin. Herî dawî jî hevalên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ev rewş, asta êrişên ser Çapemeniya Azad nîşan dide. Divê saziyên navneteweyî bertekê nîşanî van êrişan bidin. Hedefgirtina rojnamegeran, bi eşkereyî sûcê şer dikin. Komên girêdayî dewleta tirk tu pîvanên exlaqî nas nakin, ev yek di êrişên wan de eşkere dibe. Êriş piranî li ser herêmên Tişrîn û Qereqozaqê ne. Tevî ewqas teknîkê jî hêj jî ev herêm di destê Rêveberiya Xweser de ye. Hêzên berxwedanê amadekariyên xurt kirine û bersivê didin van êrişan. Gelê Kurd û dostên wan, ji bo parastina statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berpirsyartiyeke mezin radibin. Heta ku ev êriş bi dawî dibin û statûya herêmê tê misogerkirin jî dê ev têkoşîn bidome. Modêla Rêveberiya Xweser, aramî û hizûrê dide xelkê herêmê lê belê çeteyan bi êrişên xwe ev rewş tune kirin. Berxwedana îro ne tenê ji bo gelên herêmê, ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn jî pir girîng e.” 
 
'ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’
 
Viyan, diyar kir ku pêşeroja gelên herêmê girêdayî berxwedana li qadê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re têbikoşin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Tecrîd, êrişeke li dijî vîna gelê Kurd e. êrişên li ser qadên sivîlan zêde bûne. Herî dawî jî embarên genim hedef hatin girtin. 300 hezar tonên genim hatin şewitandin. Ji bo bidawîbûna van êrişan, hewcehî bi yekitiya neteweyî û ruhekî neteweyî heye.” 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

01/01/2025
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in