Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin

  • rojane
  • 13:09 24 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Partiyên Tifaqa Kurdistanî piştî daxuyaniya hevpar a têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û gotin ku piştî sed salan firsendek ketiye destê gelê Kurd û banga yekitiya neteweyî kirin. 

Partiyên Tifaqa Kurdistanî, li Amedê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û banga avakirina yekitiya neteweyî kirin. Partiyan, banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kirin û xwestin ku tevahiya saziyên Kurdan ji bo statûya gelê Kurd bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin. 
 
AŞITÎ: HEKE KURD BIBIN YEK DÊ MUXATAB BÊN GIRTIN 
 
Piştî daxuyaniya hevpar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî axivî û got ku ew partiyeke oldar in lewma dixwazin meseleyê ji hêla olî ve vebêjin. Aşitî, wiha got: “Xwedê, ji bo gelên bindest Qur’an şand. Îslama li Rojhilata Navîn ne bi aştiyê lê bi bûyer û şeran derbas bû. Çawa ku ola Îslamê ji bo azadiya gelan hatibe; tişta ku em jî xelet fêm dikin heye, em her tim dijmin sûcdar dikin. Di Qur’anê de ayetek heye ku dibêje; ‘Tiştên baş nîmetên min in, tiştên nebaş jî emelên we ne.’ Dijmin, ezmûna me ye. Lê divê em jî bifikirin bê ka çima pirsgirêkên me çareser nabin. Em çima çareseriyê nabînin. Ne ku em nizanin lewma, ji ber ku em tehemûla hev nakin lewma wiha ye. Divê em bi yekgirtî tevbigerin. Heke em yekitiya xwe ava bkin, em ê bi ser kevin. Di welatparêziyê de îdeolojî gelek girîng nînin. Divê em ji hêla Kurd û Kurdistanê ve li meseleyê binihêrin. Heke em yekitiya xwe ya neteweyî ava nekin, em ê du sed salên din jî di vî halî de bin. Azadiya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd, girêdayî yekitiya Kurdan e. Mînaka vê ya herî şêmber jî Rojava ye. Heke gelê Kurd di mijara Rojava de bi hev re tevbigere, dê dinya wan muxatab bigire û Kurd jî dê azad bibin.” 
 
ROJNAMEGER BI BÎR ANÎ: DÊ PÊNÛSA WAN NEKEVE ERDÊ 
 
Li ser navê Partiya Komunist a Kurdistanê jî Yasîn Yetîşgen axivî û ji ewil rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan de hatine qetilkirin bi bîr anî. Yetîşgen, da zanîn ku ew û Cîhan Bîlgîn hevalên hev ên zanîngehê ne û ev tişt anî ziman: “Tu caran baweriya xwe ya bi rastî û heqîqetê winda nekir û di vê oxirê de canê xwe ji dest da. Hevalên wan dê nehêlin pênûsa wan bikeve erdê.” 
 
‘NE ROJHILATA NAVÎN NE JÎ AŞTÎ BÊYÎ KURDAN NABE’ 
 
Yetîşgen, diyar kir ku HTŞ’ê ji Idlibê dest pê kir û piştî hêzên kûrewî û herêmî pêşiya wê vekirî xwe gihand Şamê. Yetîşgen, wiha domand: “Di serî de gelê Kurd, ji bo gel û baweriyên herêmê rewşekî nû derket holê. Ev rewş, di nava xwe de hem xetereyan hem jî firsendan dihewîne. Rojavayê Kurdistanê bedelên mezin da û divê van firsendan baş bi kar bîne. Xetereyên heyî jî dikare bi yekitiya neteweyî bên berterefkirin. Tenê heke yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin Kurd dê bikarin serbikevin. Dibe ku di Sûriyeya nû de hemû gel cihê xwe bigirin û rêya vê jî federasyon e. Dewleta tirk, federasyonê weke dabeşbûnê fêm dike lê her kes dizane ku federasyon rêya yekitiyê ye. Polîtîkaya dewleta tirk a ‘bila Kurd dayika xwe nebîne’ êdî îflas kiriye. Ne Rojhilata Navîn ne jî aştî êdî bêyî Kurdan nabe. Dewleta tirk, divê êdî dev ji gotina ‘terorîst’ a ji bo Kurdan berde. Divê bi HSD’ê re hevdîtinan bike, bi rêyên aştiyane û demokratîk pirsgirêkên herêmê çareser bike.” 
 
DDKD: EV FIRSEND HER SED SALAN CAREKÊ TÊN 
 
Berdevkê Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrat (DDKD) Abdulhey okumuş jî got ku li Rojhilata Navîn gelek guherîn hene. Okumuş, diyar kir ku ya herî girîng ew e ku gelê Kurd di dema van guherînên li Rojhilata Navîn de mafên xwe bikare biparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî gihişt ber deriyê me. Geşedan, mîna Lozanê gihiştin ber deriyê me. Ev firsend her tim nayên, sed salan carekê tên. Divê Kurd vê baş bi kar bînin. Divê yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Divê muxatabbûna xwe ava bikin. Wê demê dê hêviya Kurdên li parçeyên din jî çêbibe. Divê em statûya Rojava biparêzin da ku bi awayekî fermî were naskirin û dinya nas bike. Zemîna rejîma Sûriyeyê ya nû hêj gelek qewî nîne. Gelê Kurd dikare bi wan re bibe muxatab, daxwazên xwe bibêje û serkeftinên xwe zêde bikin. Dê van bi cîhanê bidin qebûlkirin.” 
 
KOMELEYA ŞÊX SEÎD: BILA SALA 2025’AN BIBE SALA RIZGARIYA GELÊ KURD 
 
Endamê Komeleya Şêx Seîd Azad Zal jî wiha got: “Her ferdekê gelê Kurd aramî û aştiya xwe pêk bîne. Heke her kes bi xwe re aram be, dê li gel cîranên xwe, welatên derdorê jî aştiyane be. Siyaseta bi navê Kurdan tê kirin, xwedî îrade ye. Şer her tim heye. Ji roja dinya hatiye parvekirin heta niha şer hene. Menfaetên gelan, di serî de menfaetên gelê Kurd in ji ber gelê Kurd serî li ber zextê netewand. Herî zêde jî gelê Kurd vê heq dike. Bila sala 2025’an bibe sala aştî, azadî û rizgariya gelê Kurd.” 
 
DBP: BI XWEDÎDERKETINA LI ROJAVA EM DEYNÊ XWE BIDIN 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ji ewil rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku ji bo naskirina maf û statûya gelê Kurd ew di pêvajoyeke girîng de ne û wiha got: “Xetere li ser pêşeroja gelê Kurd heye. Hewl didin bi rêya SMO’yê kontrolê bixin destê xwe. Li Rojava Kurd, Suryan, Ereb hene. Li dijî rejîma zextker, gel li wir şoreş kir û pergaleke demokratîk ava kir. Em ê vê pergalê biparêzin. Tirkiye nikare mudaxileyê wê derê bike. Li Sûriyeyê tenê gel dikarin pergala xwe ava bikin. Gelên Sûriyeyê rejîmên otorîter, destopîk nas dikin û naxwazin. Ne tenê çar parçeyên Kurdistanê, hemû cîhan ji bo Rojava deyndar e. Bi parastina Rojava re em vî deynê xwe bidin. Rojava, di dilê me de mîna lavlavkê ye ku em hêvî dikin li her derê berfireh bibe. Di destê me de tenê Rojava ma. An em ê vê pergalê ava bikin an jî dê rejîma otorîter me bixeniqîne. Em ê ji vir û şûnde bêhtir xwedî li Rojava derkevin.” 
 

Sernavên din

01/01/2025
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in