Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin

  • rojane
  • 09:10 26 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye, di bûyere îşkenceyê ya nakeve ber demboriyê de, bi hinceta ku 7 sal di ser bûyerê re derbas bûye biryara neşopandinê da. 

Hamza Dogrûlê ku di Kanûna 2017'an de li Bahçelîevlera Stenbolê hat binçavkirin û girtin, bi îdiaya "endamê rêxistinê" û "hewldana jiholêrakirina pergala destûra bingehîn" cezayê muebbedê yê giran lê hat birîn. Doğrûl ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê girtî ye, giliyê polîsên ku 7 sal berê di binçavan de îşkence li wî kiribûn kir, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku giliya Dogrûl a bi rêya parêzera xwe Nagehan Avçîlê di 9'ê Îlonê de kir, ji ber sûcên hatine kirin di çaçroveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne û nakevin ber demboriyê, bi hinceta ku 7 sal di ser bûyerê re derbas bûye biryara neşopandinê da. 
 
'4 ROJAN EW NEBIRINE MUAYENEYA EDLÎ'
 
Di serlêdana parêzer Avçîlê de hat destnîşankirin ku li gorî rapora muayeneya edlî ya Dogrûl, piştî tundiyê li milê wî û bin çavê wî yê çepê ekîmoza hatiye dîtin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Doğrûl 7 rojan di binçavan de ji alîkariya parêzer bêpar hatiye hiştin û di 12 rojên binçavan de îşkence lê hatiye kirin û ev yek bi raporên muayeneya giştî ya edlî hatiye tespîtkirin. Di serlêdanê de hatiye gotin ku "Di navbera 14'ê Kanûna 2017'an û 18'ê Kanûna 2017'an de 4 rojan tu raporeke muayeneya giştî ya edlî di dosyeyê de cih negirtine û di rapora 18'ê Kanûna 2017'an de di rapora muayeneya giştî ya edlî de rastî şopên derbkirinê hatiye û ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku îşkence li Dogrûl hatiye kirin.
 
'ÎŞKENCE NAKEVE BER DEMBORIYÊ'
 
Di serlêdanê de bal hatiye kişandin ku dema Dogrûl birine qereqolê şopên derbkirinê li ser laşê wî tunebûne û hatiye diyarkirin ku şopên derbkirinê di dema binçavkirinê de ji ber îşkenceya polîsan çêbûne. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku li gor Qanûna Ceza ya Tirk ev sûc nakevin ber demboriyê û ji ber vê ev daxwaznameya giliyê hatiye berpêşkirin. Di serlêdanê de hatiye xwestin ku qeydên kamerayên wê demê bên lêkolînkirin û doz li kesên tiliya wan tê de heye bê vekirin. 
 
Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 12 rojan de der barê serlêdanê de biryar da. Dozgeriyê wekî hicnet diyar kir ku di ser bûyeran re 7 sal derbas bûne û der barê giliyê de biryara neşopandinê da. 
 
Parêzera Dogrûl Nagehan Avçîlê jî li dijî vê biryara dozgeriyê serî li Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê da. Di serlêdanêd e hat gotin ku demildest biryardayîna dozgeriyê piştrast dike ku lêpirsîneke "çalak" nehatiye kirin û biryara hatiye dayîn li dijî qanûnê ye. 
 
Hat xwestin ku îtiraza bê qebûlkirin û doz bê vekirin.
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'