Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir

  • rojane
  • 09:37 27 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Di doza qetilkirina Narîn Guranê de ap Salîm Guran parastina xwe kir û wiha bal kişand ser Nevzat Bahtiyar: “Hem em hem jî malbata me tune kir.”

Danişîna duyemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hatibû dîtin, di roja duyemîn de li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Ji bersûcan dayika Narîn Guranê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar tev li danişînê hatin kirin. Li gel parêzerên aliyan, Baroya Amedê, gelek rêxistinên jin û zarokan û siyasetmedar jî di danişînê de amade ne. 
 
Roja duyemîn a danişînê bi parastina Salîm Guran dest pê kir. 
 
NEVZAT BAHTIYAR SÛCDAR KIR
 
Salîm Guran, tiştên di roja bûyerê de kiribû vegot. Guran, îdia kir ku di saeta Narîn winda bûyî de keça wî li wî geriyaye, agahiya windabûna Narînê daye û tevî Mehmet Selîm Atasoy tavilê çûye gund. Guran, tiştên berê gotibû dîsa dubare kir. 
 
Parêzeran, bal kişandin ser îfadeyên binakok ên Guran. Guran, îdia kir ku îfadeyên wî rast in. Guran, bal kişand ser Nevzat Bahtiyar û got: “Vî kesî hem em hem jî malbata me tune kir.” 
 
Guran, tawanbarî qebûl nekir û wiha got: “Canê me çû, ez hêj neçûme ser gora wê. Ji kerema xwe li ser malbata me şovê nekin. Em tune bûn, em êdî nikarin xwe vebêjin. Ez ji ber mirina biraziya xwe têm darizandin. Malbata me tevek perîşe ye, çima ewqas xerabî, çima ewqas niyetek xerab. Ji ber DNA’yekê çi bi serê min hat.” Guran, daxwaza beraetê kir. 
 
'CENDIRME KETE PEY ÇÎROKÊN CUDA’
 
Parêzerê Salîm Guran, Onur Akdag jî bersûc Nevzat Bahtiyar sûcdar kir. Akdag, diyar kir ku Bahtiyar li gorî her delîl û rewşên nû îfadeya xwe diguherîne û ev tişt anî ziman: “Kesek li ku derê winda bibe, ji ewil li cihê herî nêz lêgerîn tê kirin. Li vir mala Nevzat li cihê herî nêz e. Heke Nevzat di kêliya ewil de bihata tespîtkirin, heke beriya Salîm bihata dîtin, dê nekariya çi tiştan di serê xwe de çêbike. Nevzat, du hefte û nîv piştre hate binçavkirin. Ku ew jî bi xwe nebûye îtîrafkar. Dema kameraya çewlikê dihat lêkolînkirin, dîtin ku wesayîta sor diçe ser rûbarî û Nevzat wisa ferq kirine.” 
 
Akdag, bal kişand ser îfadeyên binakok ên Bahtiyar û wiha got: “Ev cînayete kengî hatiye kirin, di vê mijarê de agahiyên demeke nêz di destê me de hene. Jixwe li ser wê rêyê hate kuştin. Wesayîta keçik di hundirê wê de bû jî saet di 15.40’ê de li ser rûbarî bû. Ez deqîqeya kuştina Narînê bibêjim? Saet di 15.13’ê de di nav destê Nevzat de canê xwe ji dest dide. Em qala demekê herî zêde 19 deqeyan dikin. Kî dikare îzaheta wê bo min bike ku ev cînayet ji hêla gelek faîlan ve hatiye kirin? Lewma divê hejmara faîlan bi qasî ji dest tê kêm be. Zarok, 19 rojan nehate dîtin, li cihê diviyabû lê bihata nihêrtin nehat nihêrtin, tiştên diviyabû bihatina kirin nehatin kirin, Nevzat nehat tespîtkirin. Dema faîl nedîtin jî li pey afirandina faîlan ketin. Heke cendirmeyan ji ewil kesekê bi navê Ahmet bigirtina, Nevzat dê navê wî bidaya. Em mizgîniya, nûçeya fermandarê cendirmeyan jî ji bîr nekin. Wê demê Narîn di rûbarî de bû. Dema hêzên ewlekariyê nekarîn bûyerê zelal bikin, bi hêrsokî tevgeriyan. Cendirme di her îfadeyê de ketin pey çîrokeke cuda. Kê çi gotibe, saet û faîl li gorî wê guherîn. Wisa bû ku êdî kar nehat çareserkirin. Di dawiya rojê de Nevzat hate girtin û çîroka wî xistin destpêka lêpirsînê. Nevzat çi gotibe lêpirsîn li gorî wê hate meşandin. Lê tekane kesê sûcê wî teqezbûyî Nevzat e. Kî heye kî tune ye bi destê her kesî girtin û xistin hundir.” 
 
HESABA GAVAN KIR 
 
Akdag, diyar kir ku hêj ne diyar e bê Narîn ji hêla kê ve hatiye kuştin û wiha domand: “Nevzat di her îfadeya xwe de qala betaniyeyê dike. Çima? Di her îfadeyê de qala çîrokeke nû dike lê tenê tiştek qet naguhere ku dibêje Salîm zarok kuştiye. Li ser medyaya civakî bûyerê dişopîne û hewl dide îfaeyên xwe sererast bike.” Akdag, got ku Salîm Guran di roja bûyerê de 2 fatûre dane û xwest ku ji bankan re muzekkere were nivîsandin bê ka ev fatûreye bi awayekî ototamîk hatine dayin an na. 
 
Akdag, destnîşan kir ku wî îspat kiriye ku Salîm Guran ê di 18’ê Kanûnê de hatiye girtin tenê 45 gav avêtiye û wiha pê de çû: “Heke ne 45 lê 145 gav biavêtiya, gelo ma her kesî Salîm weke kujer ne radigihand? Li gorî rapora bazê, Salîm divê herî kêm 400 gavan biavêje. Saet 15.20’ê em ber deriyê mala Arîf esas bigirin. Salîm, di navbera 15.00 û 15.20’ê de diçe govê û tê. Salîm, saet di 15.30’ê de dîsa diçe govê. Bila 70 gav bin, hatin û çûn bila 150 gav bin. Dîsa diçe govê û 60 gavên din, di rê de 80 gavên din û piştre 20 gavên din. Daneyên bazê Salîm li malê nîşan didin. 10 gav jî ji wir. Kesek nabêje ‘Salîm kuştiye’ lê dibêjin Enes kuştiye û Salîm jî temaşe kiriye. Heke em Salîm ji nav derxînin, senaryo têk diçe. Di vê sepanê de hûn dikarin tenê çendek daneyên diyar jê bibin, ne pêkan e saetan jê bibin.” 
 
Akdag, bal kişand ser rapora krîmînal û wiha got: “Tam fiyasko ye. Krîmînal a neteweyî dibêje Narîn derketiye hevraziyî. Ên ku Narînê tespît dikin çim Nevzat an jî Salîm tespît nakin? Li gorî raporê, Narîn di nava 50 saniyeyan de li hevrazî derdikeve. Kesên sere jî dikarin di 2 deqeyan de wî hevraziyî derkevin. Lewma jî tu bingeha tespîtên di vê mijarê de nîne.” 
 
Akdag, qeydeke telefonê ya ku Salîm Guran dibêje “Keça birayê min e, 8 salî ye. Herî dawî saet di navbera 15.00-15.30’ê de hatiye dîtin. Wê demê wesayîta mirtiban dîtine. Wesayîteke sor a kevin dîtine, guman ji wê birine.” da guhdarîkirin. Akdag, wiha domand: “Di vê navberê de li Çarikliyê di hinek malan de lêgerîn hate kirin û îdia kirin ku malên Salîm in lê tu eleqeya van malan bi Salîm re nîne. Salîm çi bihîstibe, di vê qeyda deng de wê dibêje.” 
 
Akdag, got ku ew bawer nakin ku kesên pispor bêalî bin û xwest ji zanîngehê rapora kesên pispor were girtin. Akdag, dîsa îdia kir ku kujerê Narîn Guranê Nevzat Bahtiyar e, xwest miwekîlê wî bê tehliyekirin û beraetkirin û xwest “cezayê hefsa malê” were dayin. 
 
Danişînê heta saet 14.00’ê navber da danişînê. Danişîn, dê piştî navberê bi parastinên bersûc û parêzerên wan bidome. 

Sernavên din

09/01/2025
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da