'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'

WAN - Siyasetmedar û welatiyan diyar kirin ku divê her kes li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û gotin: "Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin." 

Bertekên li hemberî êrişên dewleta tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Endama Meclisa Şaredariya Wan Tûşbayê Leyla Çelîkê got: "Di asta ku em gihîştine de, divê êdî qetilkirina gel, jin û zarokan çênebe. Divê em li aliyê aştiyê bin, ne li aliyê şer. Pêwîst e gel bi hemû cudahî û pêkhateyên xwe ve bi awayekî aştîxwaz tevbigerin. Li gorî min divê em bêdeng nemînin. Şoreşa jinê û destkeftiyên jinan tê armanckirin, divê em jî wekî her kesî li dijî van êrişan bisekinin. Divê em qebûl nekin û ji bo vê rewşê divê em dengê xwe bilind bikin. Ji bo bihêztir bibin divê em bibin yek." 
 
'LI ROJAVAYÊ SIVÎL TÊN QETILKIRIN'  
 
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Seravê Tûncer Kalkalî diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê komkujiyeke li dijî gelê sivîl e û got: "Hemû tiştên gelên li wir dijîn hatin tunekirin. Em careke din diyar dikin ku em ê xwedî li Rojavayê derkevin. Em ê beşdarî çalakiya nobedê ya ku li Pirsûsê tê lidarxistin bibin. Û em ê bi hev re Rojavayê biparêzin. Rojava ne bi tenê ye. Îro pêwîst e hemû gelên cîhanê Rojavayê biparêzin. Em şer naxwazin. Ji ber ku gelê Rojava kurd e, ev komkujî tên kirin. Li Rojavayê sivîl tên qetilkirin."
 
'ROJAVA NE BI TENÊ YE'
 
Welatiyê bi navê Ahmet Sari jî anî ziman ku sedema qetlîamên li Rojavayê li dijî gelê sivîl nehezimkirina kurdan e û wiha got: "Tirkiye bi pêkhateyên ku berê jê re digotin 'terorîst' tevdigere. Sedema vê yekê tenê ew e ku dixwazin li wir gelê kurd tune bikin. Çareseriya van hemû pirsgirêkan paradîgma û ramanên Birêz Ocalan e ku dê van pirsgirêkan û şeran rawestîne. Komkujiyên li dijî birayên me yên li Rojavayê didomin. Di destekî wan de çîçek heye, di destê din de ço. Li gorî encamên hevdîtinên ku hatine kirin, yekane kesê ku em jê piştrast in, paradîgma birêz Ocalan e." 
 
Welatiyê bi navê Senar Alataş diyar kir ku hemû kurd birayên hev in û ya li Rojavayê tê kirin li hemû gelê kurd tê kirin û got ku yekane çareserî naskirina statuya gelê kurd e.
 
'POLÎTÎKAYA ŞERÊ QIRKIRINÊ'
 
Hevseroka Kooperatîfa Kargehên Çandiniyê yên Wanê Caziye Dumanê jî diyar kir ku desthilat li dijî destkeftiyên kurdan şer dike û wiha got: "Îradeya mezin a gelê kurd heye û vîna gelên bindest ên li dijî van êrişan li ber xwe didin heye. Têkoşînên mezin tên meşandin. Li dijî êrişan meyla êrişa li ser çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li ser Rojavayê encama polîtîkayên wan bi xwe ye. Eşkere ye ku Rojava ji bo me xwedî nirx û girîngiyeke mezin e. Tevgera kurd cihekî xwedî wateyeke dîrokî ye, li her çar parçeyan. Ji bo gel çavkaniya baweriyê ye. Çiqas rastiya wê were înkarkirin jî, divê were zanîn ku berxwedana li dijî polîtîkaya tê meşandin tawîz nade û îrada wê teslîm neyê girtin."
 

Sernavên din

20/01/2025
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê