Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di çaerseriya pirsgirêka Kurd de girîngiyeke mezin dide Meclisê. Abdullah Ocalan di pêvajoya 2013-2015’an de pêşniyar kiribû ku li Meclisê biryar were dayin û “Komîsyona Meclisê” were avakirin. 

Bi saya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk”, rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate têkbirin û piştî 43 mehan di 23’yê Cotmeha 2024’an de li Girava Îmraliyê hevdîtina bi malbatê re hat lidarxistin. Abdullah Ocalan, bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir û got ku tecrîd didome û hewldana xwe ya ji bo çareseriya demokratîk dîsa nîşan da. Abdullah Ocalan, got: “Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikim.” 
 
Piştî vê hevdîtinê, Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan jî di 28’ê Kanûnê de hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan, peyameke ji 7 xalan pêk tê şand û careke din hêza xwe ya teorîk û pratîk nîşan da. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest ku nirxandin, nêrîn û pêşniyarên wî yên di 7 xalan de cih digirin bi partiyên siyasî re bên parvekirin. Pervîn Buldan, Onder û siyasetmedar Ahmet Turk jî li ser vê yekê dest bi serdana partiyên siyasî kirin. Şandeyê di vê çarçoveyê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, bi MHP, AKP, Partiya Saadetê, Partiya Yenîden Refahê, CHP, Partiya DEVA’yê û bi Partiya Pêşerojê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de nêrînên Abdullah Ocalan hatin parvekirin û li nêrîn, pêşniyar û rexneyên partiyan hate guhdarîkirin. 
 
Cara ewil e hevdîtinên bi vî rengî hatin kirin û hemû partiyan jî piştî hevdîtinan peyamên erênî dan. Abdullah Ocalan ku di çareseriya demokratîk de her tim balê dikişîne ser rol û girîngiya Meclisê, gelek caran jî bang kir. Ev bangawazî di pêvajoya 2013-2015’an a “çareseriyê” de jî hatin kirin lê cihê xwe nedît. 
 
‘DIVÊ HEMÛ BIRYAR LI MECLISÊ BÊN ERÊKIRIN’ 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 23’yê Sibata 2013’an de diyar kir ku di pêvajoya ber bi çareseriya demokratîk ve de divê hemû biryar ji hêla Meclisê ve bê erêkirin. Rêberê PKK’ê, di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an de jî wiha got: “Tevahiya vî aliyê destûra bingehîn-qanûnî, aliyê parlamentoyê karê we (Şandeya Îmraliyê) ye. Divê hem AKP hem jî CHP van mijaran tevan di navbera xwe de nîqaş bikin. Divê hûn bi wan re hevdîtinan bikin û bi wan re nîqaş bikin. Heta heke MHP bixwaze bila ew jî tev li bibe. Ev kar, beriya her tiştî bi biryara parlamentoyê dikare dest pê bike. Divê komîsyon bên avakirin. Ji van a yekemîn, komîsyona ku ji parlamenteran pêk tê ye. Ya din jî li ser navê civakê komîsyona aqilmendan e. Divê ya li parlamentoyê hatiye avakirin van biryaran bide.” 
 
‘DIVÊ SEROKÊ MECLISÊ TIŞTA JI DEST TÊ BIKE’ 
 
Rêberê PKK’ê, di heman hevdîtinê de destnîşan kir ku hewceye Serokê Meclisê tişta ji dest tê bike û ev tişt anî ziman: “Mesele, di sala 1921’ê de li Koçgiriyê heman tişt heye. Parlamento bangî van dike, jê re dibêje serhildanê bi dawî bikin. A rast pêvajoya wan hinek cuda didome lê ya me jî hinek wisa ye. Ma heta parlamento biryarê nede dê çawa bibe? Ya me jî meseleyeke çil-pêncî sala ye. Bi qanûnan re komîsyoneke taybet tê avakirin. Ev komîsyon dê tevahiya pêvajoyê bişopîne. Ev ji parlamenteran pêk tê ne wisa? Dê wiha guncavtir be. Jixwe ev rewşeke awarte ye.” 
 
Abdullah Ocalan ku dibêje “Pêdiviya vê pêvajoyê bi hiqûqê heye” wiha didomîne: “Ez jî dixwazim bixebitim lê destên min girêdayî ne, ma ez ê çawa bixebitim. Vaye destên min dê bi qanûnan bên vekirin. Ev biryara parlamentoyê diyarker e.” 
 
BANGA DÎROKÎ YA JI BO PARLAMENTOYÊ
 
Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên bi Şandeya Îmraliyê de her carê weke “mijara herî girîng” balê dikişîne ser, parlamento ye. Di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’an de Abdullah Ocalan wiha bang li parlamentoyê dike: “Têkildarî vê mijarê me gelek nîqaş kirin. Çil salên dawî, heta belkî sedsala dawî bigirin dest. Dikare wiha were gotin; ‘Em bang li tevahiya hemwelatiyên xwe dikin ku xwe tavilê ji rewşa pevçûnan (dikare bibêjin ji rewşa şerê navxweyî jî) xelas bikin û beşdarî siyaseta demokratîk a qanûnî bibin û her berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.’ Ev bang, bi biryarê dibe. Ev qonax, ew qonaxe ku pêvajoya qanûn-makeqanûnê derdikeve pêş.” 
 
‘EM BÊYÎ HÊZÊN DERVE TEV LI BIKIN NÎQAŞ DIKIN’ 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 17’ê Tebaxa 2013’an de careke din balê dikişîne ser girîngiya qanûnên ji parlamentoyê tên derxistin û wiha domand: “Ji hêla min ve bila ne îradeyeke weke amûreke jirêzê were bikaranîn. Ez ne rêbertiyeke amûr, rêbertiyeke stratejîk im. Ez bikevim gorê jî ev wiha ye. Heta qanûnan jî ji bo ku ez jê sûd negirim amade dikin. Tirk dibêjin ‘Bi Apo re nabe.’ Kurd jî dibêjin ‘Bêyî Apo nabe.’ Vaye ev şer e, vê jî dewleta paralel dike. Dewleta paralel di dewrê de ye lê em dikarin vala derxînin. Li şûna demokrasiya ji komeqanûnên yekalî ya çêker, komeqanûnên xebat li ser hatine kirin çêtir e. Di vir de rola BDP’ê pir girîng e. Divê bi hev re were nîqaşkirin, biryar were dayin û bi canfedayîw ere parastin, bi TBMM’ê re were derxistin. Ruh û înîsiyatîfa Îmraliyê ev e. Bêyî ku hêzên derve bên tevlêkirin, em bi xwe, bi îradeya xwe û bi berpirsyartî û cidiyeke mezin em nîqaş dikin û biryarê didin. Kirina yekalî, rêbaza dewleta paralel e.” 
 
‘EZ QILFEYA KORÎDORÊN TARÎ VEDIKIM’ 
 
Abdullah Ocalan, di heman hevdîtinê de dibêje; “Ez qifleya korîdorên tarî vedikim” û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Gelo aştiya birûmet a şerê çil salan dê çawa bibe? Vaye li ser vê nîqaş bikin. Piştre jî dê têkildarî peymana demokratîk komeqanûn çêbibin. Derfetên nîqaşan zêde bûne. Komeqanûnên yekalî teqez nabe. Birêz rayedar jî vê dibêje. Dikare lingê Komîteya Şopandinê yê Meclisê jî bibe. Li ser vê nîqaşan bikin, ez tenê pêşniyar dikim.” 
 
‘YEKALÎ NABE, DÊ BI HEV RE ÇARESER BIKIN’ 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 8’ê Sibata 2014’an de jî dibêje ku divê muzakere li Meclisê qanûnî bibin û vê nirxandinê dike: “Ez meseleya girtiyên nexweş qet nîqaş nakim. Min gotibû ku şermekî pir mezin e. Em ê ji vir û şûnde her tiştekî bi peymanên çarçoveyê bikin. Heke bên ez amade me. Em ê li vir çarçoveya muzakereyan biaxivin. Dê bibin Meclisê û bikin qanûn. Ewlehî, vegera li gundan, avakirina gundan, em ê van tevan muzakere bikin. Yekalî nabe. Em ê bi hev re peymanan çêbikin. Dê hiqûqa peymanê derbasdar be. Bi derxistina qanûnên îhaleyê yên yekalî nabe. Zexta komeqanûnên yekalî provokasyon e. Dê bi xwe re çareseriyê neyîne, dê neçareseriyê bi xwe re bîne. Bi hiqûqa peymanê re divê mûxatab bên gel hev û bi metna qanûnî û rêziknameyê dibe. Piştre jî dê bên îmzekirin. Ev 400 sal in hemû pirsgirêkên bi vî rengî wiha hatine çareserkirin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

16/01/2025
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir