Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin

DÊRSIM - Ji bo Sakîne Cansiz li Dêrsimê bernameya bi bîr anînê hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di bîranînê de wiha got: “Em ê têkoşîna Sakîne Cansizê li her derê bidomînin.”  

Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 9’ê Çileya sala 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, di 12’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Dêrsimê hat bibîranîn. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û sînevîzyon hate nîşandan. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZÎHNIYETA ÎNKARÊ 
 
 
Piştre jî di bîranînê de axaftin hatin kirin. Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu di bîranînê de axivî, jinên hatin qetilkirin bi bîr anî. Ayten Kordu gotina Abdullah Ocalan a “Ev komkujiya Dêrsimê ya duyemîn e” bi bîr xist û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Têkoşîna azadiyê ya hevala Sakîne xwedî cih û hewldaneke pir girîng e. Heval Sakîne di gihandina vê têkoşînê de gelek ked daye. Heval Sakîne digot 'Jiyana min tim şer bû'. Li dijî zîhniyeta ku Gelê Kurd înkar û tune dike têkoşîn kir. Bi tevayî canê xwe da. Têkoşîna her 6 hevalên me di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de xwedî cihekî girîng e."
 
'DÊ TÊKOŞÎNA WÊ TU CARÎ BI DAWÎ NEBE’
 
 
Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî anî ziman ku têkoşîna jinan bi gotinan nayê ravekirin, hedefgirtina jinên kurd ên li navenda Parîsê konsepteke nû ketiye meriyetê û wiha bi lêv kir: “Ji wê demê ve li dijî jinên Kurd şerekî taybet tê meşandin. Hevalên me yên weke Hevrîn Xelef hatin qetilkirin." Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên Kurd bi felsefeya Jin, jiyan, azadî modelek ava kir û em têkoşîna xwe bi wê didomînin. Em li hemberî her hevrêyekî xwe bi rêzdarî serê xwe ditewînin, em ji hevalê xwe yê ku dibêje 'Jiyana min her tim şer bû' re soz didin ku ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe." 
 
'EM ALÊN HEVALÊN XWE LI ERDÊ NAHÊLIN’
 
  
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî, diyar kir ku têkoşîna jinê li her qadê didome û wiha pê de çû: “Aqilê dewletê dixwaze pêşengiya jinan a li her qadê tune bike. Naxwaze jin xwe bi rêxistin bikin. Komkujiya hevalên me yên jin li Parîsê, li navenda Ewropayê berdewama vê zîhniyetê ye. Hevalên me yên weke Nagîhan Akarsel, Hêro Bahadîn, Gulîstan Tara jî bi taybet hatin hedefgirtin û qetilkirin. Ger em ewqas behsa têkoşîna jinan dikin û dibêjin 'Jin Jiyan Azadî' ev bi saya keda wan e. Em tu carî alên wan li erdê nahêlin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin. Kes nikare dawî li vê têkoşînê bîne. Em hemû hevalên xwe yên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Cîhan Bîlgîn jî di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da, ji ber şerê qirêj ê li Rojava aşkera kir bû hedef û qetil kirin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna wan bernedin. Em ê têkoşîna Sakîne Cansiz a ku got 'Jiyana min her tim şer bû' li her derê bidomînin." 
 
Piştî bîranînê dê gel biçin ser gora Sakîne Cansiz a li Goristana Asrî ya li navenda Dêrsimê.

Sernavên din

16/01/2025
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe