11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye

MÊRDÎN - Hasîbe Mengîrkaon ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ên li dijî Kobanê de bûbû sembola têkoşînê, li ser sînorê Qamişloyê peyama “Îro jî heman ruh hewce dike” da. 

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin, di roja 28’an de didome. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê û dengbêj Hasîbe Mengîrkaon (60) jî di nobetê de cih digire. Hasîbe Mengîrkaon, her roj ji gundê Xirbê Kablo yê navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi rê dikeve û tev li çalakiya ser sînorê Qamişloyê dibe. Çalakî di 12’ê Kanûnê de dest pê kir û ji wê rojê ve di çalakiyê de cih digire. Hasîbe Mengîrkaon ku di 25 saliya xwe de tevgera azadiyê ya Kurd nas kir, di demên cuda de hevserokatiya bajaran kir. 
 
4 CARAN HATE GIRTIN, BÛ SEMBOLA BERXWEDANÊ 
 
Hasîbe Mengîrkaon, di sala 2004’an de 2 caran hate girtin û her carê 3 mehan di girtîgehê de ma. Di sala 2016’an û 2019’an de jî salekê di girtîgehê de ma. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” gelek doz lê hatin vekirin. Di sala 2014’an di dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de tev li çalakiya nobetê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Dema polîsan bi ava şid êrişî girseyê kirî, Hasîbe Mengîrkaon dema li pêşiya TOMA’yê wêneyê wê hatibû kişandin û bû yek ji sembolên berxwedanê ya navneteweyî. 
 
Bi ser êrişa ser Kobanê re 11 sal derbas bûn û niha jî beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bû. Hasîbe Mengîrkaon, got ku divê her kes bi ruhê Kobanê li dijî êrişên niha jî derkeve û têbikoşe. 
 
'SIYASETA KURDAN KIRASEKÎ JI AGIR E’ 
 
Hasîbe Mengîrkaon, diyar kir ku dozên li wê hatine vekirin ne li gorî hiqûqê lê li gorî berjewendiyên dewleta tirk hatine vekirin û wiha got: “Siyaseta Kurdan mîna kirasekî ji agir e. Lewma me rehet bernadin. Em îro jî li ser sînorê Qamişloyê ne. Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Rojava kir. Wê demê jî me digot ‘Kurd êdî tune dibin.’ Lê gel berxwedaneke mezin nîşan da. Me wê rojê rê neda êrişan û DAIŞ têk çû. Bi saya şervanên berxwedêr ên li wê derê DAIŞ têk çû. Dewleta tirk bi DAIŞ’ê nekarî bi ser keve û niha jî ew bi xwe projeyên xwe yên li ser Rojava pêk tîne.” 
 
‘PARADÎGMAYA ME HEMLEYA MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Hasîbe Mengîrkaon, anî ziman ku ew dixwazin bi nobeta xwe rê li ber êrişan bigirin û wiha pê de çû: “Em jî hemwelatî ne û ev welat ê me ye. Lê dijminatiya herî mezin li me dikin. Êrişî Rojava dikin, siyasetmedarên me digirin. Lewma êdî bes e. Ev şer 50 sal in didome. Heke we bikariya jixwe we heta niha Kurd tune kiribûna. Lê hûn nikarin. Ji ber ku ruhê Kurdan ê têkoşîna azadiyê heye. Paradîgmaya partiya me ji bo dinya û Rojhilata Navîn hemleyeke mirovahiyê ye. Hemû bawerî, ziman, ol û cudahiyan di nava xwe de dihewîne.” 
 
‘DIVÊ KESÊN TIRKIYEYÊ BIRÊVE DIBIN JIDIL BIN’ 
 
Bi domdarî Hasîbe Mengîrkaon bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û ev tişt anî ziman: “Divê ev hevdîtine jidil bin. Bi rastî jî bila vê pirsgirêkê çareser bikin û mafên me jî hebin. Bila nasnameya me di makeqanûnê de qebûl bikin. Daxwaza me ev e. Banga min a din jî ji bo yekitiya Kurdan e. ENKS û hêzên din bila hişê xwe bînin serê xwe, gelê Kurd tu caran di şer de têk neçûye. Her tim ji ber xiyanetê û li ser maseyê winda kiriye. Aqilê xwe bînin serê xwe. Ev welat ne tenê yê we ye. Fikrên we çi dibin bila bibin divê hûn zirarê nedin berjewendiyên gelê Kurd. Di wê baweriyê de me ku Kurd dê di demekî nêz de bi ser kevin.” 
 
‘AN WERIN SER XETA NETEWEYÎ YAN JÎ NEBIN ASTENGÎ’ 
 
Hasîbe Mengîrkaon, bal kişand ser ruhê berxwedanê yê di dema çalakiyên Kobanê de û axaftina xwe wiha qedand: “Li Rojava wehşetek hebû û gel bi rêxistinkirî seferber bû. Îro jî hewcehî bi heman ruhî heye. Statûya Rojava di xetereyê de ye. Divê Kurd xwedî li xwe, li Rojava, li statû û nasnameya xwe derkevin. Hewcehî bi seknekî rêxistinkirî heye. Divê em baweriya xwe ya bi têkoşînê dost û dijminên xwe bidin. Heke Rojava bikeve dê her çar parçeyên Kurdistanê bikevin. Rojava modêleke mînak e û hêza Kurdan e. Divê Kurd li gorî vê tevbigerin. Ma ENKS û partiyên mîna wan qet dîrokê naxwînin? Ma rewşê nabînin. Bila xwe komî ser hev bikin. Dibêjin; ‘Bila Apocî ji vir derkevin.’ Hûn kî ne? Heke hûn tên ser xeta neteweyî werin nexwe nebin astengî. Kurdan bi tenê nehêlin. Divê Kurd şiyar bibin û rola xwe bi çalak bilîzin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal - Omer Gungor 
 

Sernavên din

16/01/2025
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe