Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê

  • rojane
  • 09:24 14 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Paula Martîn Ponz diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bikare ji “Mafê hêviyê” sûd bigire û ev tişt anî ziman: “Fikrên Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê.”  

Aktîvîsta mafên mirovan û parêzera rêxistiniya femînîst IACTA Paula Martin Ponz ku di sala 2023'yan de tev li heyeta navneteweyî bû, li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibû Tirkiyeyê. Paula Martin Ponz, têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ji ANF’ê re axivî. 
 
Paula Martin Ponz bi bîr xist ku ji bo çûyîna Îmraliyê destûr ji wan re nehate dayin û destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, divê li ber binpêkirina mafên mirovan rabin. Paula Martin Ponz anî ziman ku îşkenceya li ser Abdullah Ocalan helwesteke li dijî gelê Kurd bi temamî ye û wiha got: “Ev îşkence di heman demê de binpêkirina mafên mirovan a li hemberî hemû alîgirên demokrasî û têkoşîna azadiyê ye. Li Îmraliyê rewşeke ji binpêkirina mafên mirovan jî wêdetir heye. Ya ku li Îmraliyê diqewime îşkence ye. Armanca şandeya me ew bû çavdêriyê li rewşa girtiyên li wê derê bike û zextê li Tirkiyeyê bike ji bo li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevbigere."
 
Paula Martin Ponz destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê ne tenê bi Tirkiyeyê sînordar e û ragihand ku divê zext li dewletên din jî bê kirin ku hevkariyê bi Tirkiyeyê re dikin. Paula Martin Ponz, wiha domand: “Ev dewlet ew dewlet in ku mohra xwe danîne binê peymanên mafên mirovan Ji her cure îşkence û kiryarên xerab berpirsyar in.”
 
Paula Martin Ponz diyar kir ku hevdîtina Abdullah Ocalan a bi biraziyê xwe Omer Ocalan û şandeya EM Partiyê re girîng bû û destnîşan kir ku van hevdîtinan careke din nîşan dan ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan çiqasî girîng in. Paula Martin Ponz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de Tirkiyeyê fêhm kir ku ji aliyê civakî û siyasî ve neçar e hevdîtinê bi Ocalan re bike. Careke din eşkere bû ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava, ji bo gelên bindest hemûyan kesayetekî girîng e."
 
'TIRKIYE BI HÊZA ABDULLAH OCALAN HESIYA'
 
Paula Martin Ponz diyar kir ku ew ne bawer e ku tecrîd bi dawî bûye û ev tişt anî ziman: “Em hîn nizanin bê tecrîd hatiye rakirin an na. Tirkiyeyê ev yek gelek caran dubare kir, lê belê ji bo di sêgoşeya gelê Kurd, Birêz Ocalan û Tirkiyeyê de ji bo têkilî û pêvajoyeke nû rû bide, bi hêza Ocalan hesiya. Abdullah Ocalan lîderek e û bi rengekî kolektîf tevdigere. Di heman demê de ev çareseriya xwe jî çareseriyeke kolektîf a ji bo hemû gelan e. Dîroka van çareseriyan dinirxîne û ji bo paşerojê jî perspektîfeke girîng pêşkêş dike. Şerê ol û mezhebî yê rabirdûyê yê li Rojhilata Navîn baş şîrove kiriye û li gorî vê jî çareseriyek pêşkêş kiriye.”
 
DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ KIR 
 
Paula Martin Ponz destnîşan kir ku mîna her girtiyekî divê Abdullah Ocalan jî karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û axaftina xwe wiha qedand: “Mafê her girtî heye ku zanibe wê kengî bê berdan. Tecrîda li ser Ocalan û jêstandina mafê hêviyê îşkence ye. Li ti devera cîhanê îşkence nayê qebûlkirin. Abdullah Ocalan ne tenê bi têkoşîna xwe ya 40 salan a ji bo Kurdan her wiha bi 'kuştina mêrê li nava xwe' bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê dikare aştiyê bîne. Daxwaza azadiyê ji bo Abdullah Ocalan dikim. Daxwaza azadiyê ji bo girtiyên siyasî hemûyan re dikim."
 
 
 

Sernavên din

01/02/2025
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'