'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’

  • rojane
  • 09:16 21 Çile 2025
  • |

AMED - Welatiyan diyar kirin ku baweriya wan bi gotinên îktîdarê yên têkildarî pirsgirêka Kurd nayê û gotin: “Ji bo aştiyê divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”  

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûnê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan peyameke ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kir. Me jî deklarasyona Abdullah Ocalan ji xelkê navçeya Sûrê ya Amedê pirs kir. 
 
‘AŞTÎ TENÊ BI RÊBERTIYÊ DIKARE BÊ KIRIN’ 
 
Ji welatiyan Haci Dondu diyar kir ku ji bo aştiyeke birûmet divê Abdullah Ocalan azad bibe û ev tişt anî ziman: “Ne Erdogan ne jî Bahçelî dikarin aştiyê bikin. Tenê Rêbertî (Abdullah Ocalan) dikare aştiyê bike. Azadiya gelan, girêdayî azadiya Rêbertiyê ye. Tenê heke Rêbertî azad bibe gel dikarin azad bibin. Lê dewlet di gotinên xwe yên ji bo aştiyê de dirust nîne. Heke ew dirust bin em jixwe amade ne. Lewma baweriya me bi wan nayê. Gel bi Abdullah Ocalan re ye û jê hez dike.” 
 
Ferman Nergîz jî anî ziman ku tevî qala çareseriyê tê kirin jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam e û wiha got: “Pergala ceberut îro polîtîkayeke gelek qirêjî dimeşîne. Banga me ji bo hemû gelan e; heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de be dê hemû gelên mazlum jî tecrîdkirî bin. Ev tecrîd, bi yekitiya gelan dikare were rakirin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.” 
 
Nesîr Ertugrul jî got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe û di nava gelê xwe de be, tu kes nikare qala aştiyê bike. Nexwe tu gavên tên avêtin dê jidil û pêbawer nebin.” 
 
Cengîz Yakut jî bal kişand ser domandina tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Heta tecrîd neyê rakirin aştî nabe. Baweriya me bi îktîdarê nayê. Rêbertiya me di nava çar dîwaran de ye. Gotinên wî ji bo me watedar û biqîmet in. Lê divê ev şer bi dawî bibe.” 
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’
 
Esmanûr Baykuşak jî pratîka îktîdarê ya “pêvajoya çareseriyê” bi bîr xist û bal kişand ser têkoşîna malbatên zarokên wan di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin. Esmanûr Baykuşak, wiha domand: “Ma li welatekî ewqas êş lê hatine kişandin aştî wisa hêsan e? Bêguman civakeke ewqas êş kişandî şer naxwaze. Pergala kapîtalîst û dewlet şer dixwaze. Lewma gavên wan pêbawer nînin. Em li welatekê ku zarokên 6 salî siyasetê şîrove dikin dijîn. Ma çi rewş ji vê xerabtir heye? Ji ber ku em li welatekî AKP birêve dibe dijîn. Heta niha sûcên mezin kirine. Her roj em hewar û qêrînên dayik û bavan dibihîzin. Bi sala ye li vî welatî me nekarî bi azadî zimanê xwe biaxivin û fikrên xwe bi dilrehetî bibêjin. Rojnameger û kesên nêrînên wan cuda tên girtin. Ji bo aştiyê divê ji ewil Abdullah Ocalan û girtiyên din bên berdan. Dema wiha bû dê aramî bê welat.” 
 
'EM DIXWAZIN ŞERT Û MERCÊN ME WEKHEV BIN’ 
 
Yûsûf Onger jî got ku ew aştî û yekitiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Baweriya min bi jidilbûna dewletê nayê. Divê Ocalan jî bê berdan, bi hev re li ser maseyê rûnin û meseleyê çareser bikin. Divê hemû girtî bên berdan. Şertê dewletê yê ‘divê PKK bêşert û bêqeyd çekan berde’ nayê qebûlkirin. Em aştiyê dixwazin lê heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe. Em naxwazin cihêkarî were kirin. Em şert û mercên wekhev dixwazin.” 
 
Welatiya bi navê Ayselê jî anî ziman ku ew nikarin fikr û ramanên xwe azad vebêjin û wiha got: “Em dixwazin aştî çêbibe û xelk fikrên xwe azad bibêje. Lê baweriya me bi îktîdara heyî nayê. Ji bo em jê bawer bikin divê hemû girtiyan berde.” 
 

Sernavên din

10/02/2025
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin