Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin

  • rojane
  • 15:58 21 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Senator û parlamenterên welatê Baskê û Katalonyayê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şandin. 

Canditat d'Unitat Popular - Defensem la Terra (Yekîtiya Gel - Em xaka xwe biparêzin) li Katalonyayê yek ji tevgerên herî çalak ên siyasî ye û li parlamentoyê koma xwe heye, EHBildu (Yekitiya ji bo welatê Baskê) ku li welatê Baskê yek ji tevgerên herî bi bandor ên siyasî ye, ji bo azadiya Abdullah Ocalan diyar kirin ku divê Konseya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê.
 
Name ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel û endamên komîteyê re hate nivîsandin û hate bibîrxistin ku di ser girtina Abdullah Ocalan re 26 sal derbas bûn û ji hingî ve li girtîgeha girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê tê girtin.
 
Her wiha hate ragihandin ku serdana xizm û parêzerên wî li gorî kêfa siyasî ya hikumetên Tirk têne plankirin û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ji aliyê Tirkiyeyê ve hate bibîrxistin ku “Mafê Hêviyê” ji holê rakiriye. Bi dewamî hate gotin, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê zextê li Tirkiyeyê dike ku li gorî pîvanên PMME'yê gavên lezgîn biavêje.
 
Di dewama nameyê de kampanya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate bibîrxist ku ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li qada navneteweyî tê meşandin û hate destnîşankirin ku girîngiya siyasî ya Abdullah Ocalan a di şerê Tirk-Kurd de nikare ji nedîtî ve bê. Di nameyê de hate ragihandin ku artêşa Tirk bi êrişên li ser Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê re şerê Tirk-Kurd derbasî derveyî sînorên Tirkiyeyê kiriye û hate gotin, çareseriya vî şerî wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.
 
'KOMÎTEYA WEZÎRAN BILA HELWESTEKE ÇALAK NÎŞAN BIDE'
 
Serdana Heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê weke bûyereke erênî hate pênasekirin, lê hate gotin ku bêhiqûqiya li ser Abdullah Ocalan dewam dike û wiha hate gotin: “Rewşa heyî nîşan dide dide ku lîderiya Tirk û hikumeta wê çiqasî kêm ji aştiyê bawer dikin û gotina 'danûstandin tenê bi mirovekî azad dikare bê kirin' a Nelson Mandela rast e. Li gorî rewş û bûyera dawî dem hatiye ku Komîteya Wezîran ji bo çareseriya mayinde ya vê meseleyê helwesteke çalak nîşan bide. Birêz Ocalan li gel şert û mercên ne wekhev jî nîşan da ku ew alîgirê çareseriyeke aştiyane ye.
 
Divê destûr ji hevdîtina lîderê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran û malbatê re bê dayin û dawiya dawî jî ji bo karibe çareseriya siyasî, demokratîk û wekhev ji pirsgirêka Kurd re peyda bike, bê berdan. Ji bo berdana Birêz Ocalan wezîfeya Komîteya Wezîran e ku gavên şênber ên hiqûqî, dîplomatîk û siyasî biavêje."
 
Senator û parlamenterên Bask û Katalan ên mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:
 
* Pernando Barrena, Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê
 
* Gorka Elejabarrieta, Senator, Serokê Koma Eh Bildu
 
* Josu Estarrona, Senator, Koma Eh Bildu
 
* Jon Iñarritu, Parlamenterê Koma Eh Bildu ya Meclîsa Nûneran
 
* Irati Jimenez, Parlamenterê Parlamenta Navarra ji Koma Eh Bildu
 
* Igor Zulaika, wekîlê Parlamenta Baskê ji koma Eh Bildu
 
* Diana Urrea, Wekîla Parlamenta Baskê ji Koma Eh Bildu
 
* Laia Estrada i Cañón, Wekîla Parlamenta Katalan, Seroka Koma GP CUP-DT
 
* Dani Cornellà Detrell, Wekîlê Parlamenta Katalan, Berdevkê GP CUP-DT
 
* Maria Pilar Castillejo Medina, Wekîla Parlamenta Katalan
 
* Laura Fernández Vega, Wekîla Parlamenta Katalan
 

Sernavên din

11/02/2025
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN