Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin

  • rojane
  • 09:00 30 Çile 2025
  • |
img

SÊRT - Hevşaredarên Sêrtê ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, di çarçoveya şaredariya civakî de sepana JINKART'ê dan destpêkirin û xwaringeh û tesîsa civakî ya bajêr vekirin. Li bajêr şaredariyê xizmetê bi sê zimanan kir.

Di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de li Sêrtê ku AKP’ê jı polis ü leşkeran zêdeyî 6 hezar û 600 hilbijêr veguhastibûn bajêr, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ferqeke 9 hezar û 372 dengan şaredariyê ji destê qeyûm derxistibû. Namzeta hevşaredariyê Sofya Alagaş 37 hezar û 216 deng, namzetê AKP’ê Ekrem Olgaç jî 27 hezar û 844 deng standibûn. Lê 10 meh piştî hilbijartinan careke din qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
 
Li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş di 28'ê Çileyê de di danişîna doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dotira rojê (29) Wezareta Karên Navxweyî, waliyê bajêr Kemal Kizilkaya wekî qeyûm tayinî şûna Sofya Alagaşê kir. 
 
ÎCREATÊN QEYÛM
 
Çalakiya yekem a Kizilkaya ku wekî qeyûm hat tayînkirin, ala tirk li şaredariyê daliqand û wêneyê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan li odeya xwe daliqand. Kizilkaya ku serê sibehê de bi parêzvanekî hat şaredariyê, di wêneyê ku li odeya şaredar kişand de, derket holê ku "navdank"a xwe ji berê de amade kiriye. Îcraeteke din a Kizilkaya jî ew bû ku ji malpera şaredariyê navên Hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi rakir. 
 
Hevşaredarên ku gava hatin ser kar deynê şaredariyê 456 milyon û 853 hezar û 781 lîre û 39 quriş bû, di 10 mehan de ji xizmetên rê heta paqijî û çalakiyên çand û hunerê gelek xizmet kirin. Hevşaredar ku di 8'ê Nîsana 2024'an de dest bi wezîfeyê kirin, 15 otobusên ku 3 mehan di dema qeyûm de betal bûn tamîr kirin û di 29'ê Nîsanê de ji bo xizmeta gel bê kirin, ew çalakkirin. Li otobusan tabelayên agahdarkirinê yên bi kurdî, tirkî û erebî hatin daliqandin. 
 
JINKART
 
JINKART a ku di her dema qeyûm de hatibû betalkirin, di 13’ê Hezîrana 2024’an de careke din ji aliyê rêveberiya DEM Partiyê ve ket meriyetê. Di çarçoveya xizmeta ku ji bo jin bi hêsanî sûdê ji gihaniyê bigirin hat destpêkirin, bihayê otobusan ê ku 9 TL bû, ji bo jinan bû 6,5 TL. Midûriyeta Jinan a şaredariyê ji nû ve hat çalakkirin û li taxan perwerdeya tenduristî û zayendî ya ji bo jinan jî di nav xebatên ku hatin lidarxistin de bûn.
 
XWARINGEHA BAJÊR HAT VEKIRIN
 
Li dijî xizaniyê li Taxa Medîne ya navendî Xwaringeha Bajêr hat vekirin. Li xwairngehê 4 cure xwarin bi 100 lîreyî dihat dayîn. 
 
ÇALAKIYÊN ÇAND Û HUNERÊ
 
Gelê bajêr, li gel xizmeta sê zimanî, bi çalakiyên çand û hunerê hatin cem hev. Di çarçoveya "Rojên Sînemaya Vekirî" de ku di 6'ê Tîrmeha 2024'an de dest pê kir, tevahiya havînê pêşandana fîlman belaş hat kirin û konser hatin lidarxistin.
 
Bi beşa "Peyam ji şaredar" re ku di 3'ê Îlona 2024'an de li ser malpera fermî ya Şaredariya Sêrtê hat vekirin, ji bo welatiyan ji bo çareseriya pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin, bi rêya peyaman rasterast xwe digihandin hevşaredaran. Lê belê sepana navborî piştî tayinkirina qeyûm betal bû. 
 
Hevşaredar, di 21'ê Mijdara 2024'an de Tesîsa Nû ya Civakî "Tepe Cafe" ya li Kizlar Tepesiyê vekirin. Rêveberiya DEM Partiyê ji bo malbatên hewcedar bi têgihiştina şaredariya civakî di 10 mehan de xebatên wekî "Bi xêr hatî pitik", "Piştgiriya kursiya biteker a destan" û "Piştgiriya Xwarina Germ" a rojane pêk anîn.
 
PROJEYÊN NÎVCOMAYÎ
 
Heger qeyûm nehatiba tayînkirin, "Stasyona şarjê ya otopark û tesîsan", "Malpera galerîvanan", "çarşıya penîr û qesaban", "Avakirina mala Dengbêjan", "Ji bo hilberandin berên xwemalî û markebûna berhemên herêmî", "sîteya tomerîfiroşan", "Pirtûkxaneya Gela a Mîr Celadet Alî Bedirxan", "Mêvanxane", "Bankeya xwarinê û cilan", "Hilberandin û firotina nanê tendûrê", "Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfînê", "selihandina rêyan û pêşxistina fistiqên Sêrtê", "destkariya jinan û bazara kedê", "seraya şitilan", "projeya nehiltina bermayiyan û totmatên vegerandinê", "sererastkirina platforma Newrozê", "xebatên berhevkirina çîrokên gelêrî", "navenda perwerdehiyê ya bêheq", "pêşxistina îstihdamkirina jinan", "navenda ciwanan", "panelên rojê û GEs", "çêkirina kuçeya hunerê", "kreşên pirzimaniyê", "fabrîkeya nan" wê bihatan çêkirin. 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

26/02/2025
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan