Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'

img

STENBOL - Serokê Platforma DGD'ê Abdûlhakîm Daş diyar kir ku kampanyaya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" ya HDK'ê ji bo civakîbûna aştiyê girîng e û bang li her kesî kir ku daxilî kampanyayê bibin. 

Kampanyaya "ji bo aştiyê milyonek îmze" ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) berdewam dike. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DGD) Abdulhekîm Daş ku yek ji piştgirê kampanyayê ye, diyar kir ku kampanya ji bo civakîbûna aştiyê girîng e.
 
Daş da zanîn ku pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke gerdûnî, navneteweyî û got ku armanca kampanyayê ew e ku rayeke giştî di vî warî d eçêbibe û bi vî awayî avakirina aştiyê hêsan bike. Daş diyar kir ku îmzeyên hatine berhevkirin wê pêşkêşî meclisê bên kirin û got: "Gelê kurd ev demeke dirêj e hem mafên xwe yên neteweyî hem jî yên mirovî dixwaze û ji bo wan têdikoşe. Bi sedsalan e bi komkujiyan hewl tê dayîn vê têkoşînê bifetisînin. Helbet ne tenê kurd di bin bandora van de ne. Gelek pere jî hatine xerckirin. Gava em lê mêze dikin ev pere ji ku tên, em dibînin ku pereyên gelên Tirkiyeyê ne. Her wiha êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe jî bandoreke pir nebaş li aboriyê dike." 
 
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DGD) Abdulhekîm Daş 
 
Daş destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna şer û piştgiriyê didin kampanyaya navborî. 
 
'DIVÊ STATUYA KURDAN BÊ NASKIRIN'
 
Daş hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi bîr xist û destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi awayekî cidî bê dîtin û li meclisê bê çareserkirin. Daş anî ziman ku divê civak xwedî li pêvajoyê derkeve û got: "Yên ku herî zêde ji şer zirar dîtine kurd in. Ji ber vê yekê jî zêdetir piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Lê desthilat daxwazên demokratîk ên gelê kurd li ber çavan nagirin û bêstatubûnê li ser wan ferz dikin. Ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe."
 
Daş destnîşan kir ku divê êdî statuya gelê kurd bê naskirin. 
 
Daş bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku divê Tirkiye ji bo aştiyê dest ji êrişên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berde.
 
Daş diyar kir ku di pêvajoya derbasbûyî de yek ji gavên herî girîng hevdîtina Şandeya Aqilmendan a bi civakê re bûye û ravekirina pêvajoyê bûye û wiha dewam kir: "Kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze' jî ji bo wê tiştê ye ku ji gel re bê gotin aştî bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê û pirsgirêka kurd bi van polîtîkayan çareser nabe. Ev kampanya di heman demê de wê bibe sedema civakîbûna pêvajoyê."
 
BANGAWAZÎ
 
Daş destnîşan kir ku divê her kes kampnayaya navborî îmze bike û got: "Bi îmzeyekê tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêkê bikin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

11/02/2025
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin