'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'

  • jin
  • 09:02 12 Sibat 2025
  • |

AMED - Berdevka Meclisa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçeciyê got: "Hewce ye pêkanîna azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê pêkanîn. Wekî jin em amade ne ku li qadan bin û ji bo vê têbikoşin."

Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçeciyê hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd nirxandin û diyar kir ku ew wekî jin girîngiyê didin pêvajoyê. Berîvan Bahçeciyê bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan a piştî tecrîda mutleq a 44 mehan û got ku hevdîtinên piştî vê pêvajoyê hêja ne. Bêrîvan Bahçeciyê bal kişand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: "Mijara eslî ew e ku ger pêvajoyek dest pê bike, ne tenê bi hevdîtinan, divê hemû şert û mercên vê yekê bên misogerkirin û tecrîd bê rakirin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were. Wekî jin em amade ne ku li qadan bin û ji bo vê em ê di her qadê de têkoşînê bidin û em ê ji bo vê têkoşînê bidomînin."
 
'EM JIN EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
 
Berîvan Bahçeciyê destnîşan kir ku fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê girîng e û got: "Ger aştî pêk were divê şert û mercên wê bên afirandin. Wekî jin em ê dengê xwe zêdetir bikin da ku di vê mijarê de tişta ku divê demildest bê kirin. Di vê mijarê de çi ji destê me bê em ê bikin."
 
'HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKE'
 
Bêrîvan Bahçeciyê destnîşan kir ku herî zêde jin û zarok ji şer bandor dibin û wiha got: "Pereyê ku ji bo şer tê xerckirin bandorê li aboriyê dike û ev yek bandorê li hemû aliyên jiyanê dike. Ji ber ku şert û mercên jiyanê dijwar dibin, aborî bandorê li hemû civakê dike û yên rasterast bandorê ji vê digirin jî jin in. Bifikirin ku li cihê ku hûn lê dijîn aborî hilweşiyaye. Ji nêrîna serdest a mêr û tunehesibandina jinê ji aliyê desthilata AKP'ê ve bigire em dikarin behsa gelek tiştan bikin. Di cinayetên jinan de mêr sirf 'qerewat xistiye stuyê xwe' cezayê wî tê kêmkirin. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. Mînaka Pinar Gultekînê. Her tişt li holê ye. Lê ji ber ku desthilat feraseta mêr diparêze, qetilkirina jinê ji nedîtî ve tê. Ev hemû dibin sedeam şer. Ên herî zêde eziyeta vê dikişînin jin in." 
 
'JIN XWE DI PARADÎGMAYÊ DE DIBÎNIN'
 
Bêrîvan Bahçeciyê diyar kir ku jinan xwe di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dîtiye û di gelek civînên xwe de ev yek dîtine û got: "Di komxebatên 'şerê taybet' ên ku me li dar xistin de, jinan diyar kir ku piştî derketina holê ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, feraseta civakê ya serdestiya mêr bi piranî guheriye. Xwe bêtir îfade dikin û ji bo awayê jiyana azad têdikoşin. Jin, xwe di paradîgmayê de dibînin. Û ji bo vê jî têdikoşin." 
 
Bêrîvan Bahçeciyê gotina Abdullah Ocalan a “heta jin azad nebe civak azad nabe” bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Jin ji bo civakeke azad û jiyana azad a jinê pêk were êdî li her derê dengê xwe bilind dikin. Rêya ku jin û zarok nemirin û li her derê bi rihetî xwe îfade bikin; bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Di jiyaneke demokratîk û azadiya jinê de helbet wê jin rihettir bin. Ê vê derxist holê jî paradîgmaya birêz Ocalan e. Ya ku bingeha vê afirand felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ye. Divê em li dora vê felsefeyê bibin yek û xwedî lê derkevin û mezin bikin û bikin felsefeya bingehîn a jiyanê. Wekî jinên ku berdêla herî mezin didin divê em bi hemû hêza xwe ji bo xurtkirina wê bixebitin."
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl 
 

Sernavên din

07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin