Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin

  • rojane
  • 15:51 15 Sibat 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmên windakiriyan û ÎHD ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin vê hefteyê jî çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku ji bo hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin bigihêje encamê divê navek li vê pêvajoyê bê kirin.

Xizmên windakiriyan û ÎHD ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakî lidarxistin. 
 
AMED
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windakiriyan bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 836’emîn de hatin cem hev. 
 
Daxuyanî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hat dayîn û di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ku di 20’ê sibata 1994’an de li Pasûrê hatibû windakirin hat pirsîn.
 
Serokê Rûmetê yê ÎHDP’ê Akin Bîrdal di daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku ji roja destpêka çalakiyan heta niha ji bo hafizayê zindî bihêlin her hefte çalakiyan lidar dixin. Akin Bîrdal bal kişand hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tên û xwest navek li vê pêvajoyê bê kirin. Bîrdal da zanîn ku di dema hevdîtinan de tayînkirina qeyûman û binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin û ev pêkanîn li dijî pêvajoyê ne.
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku 15’ê Sibatê di pirsgirêka Kurd de xwedî cihek girîng e û di salvegera Komploya Navneteweyî de bendewariyên ji bo çareseriyê hene û ger aştî pêk were divê daxwaza dayikên ku hesreta aştiyê ne bi cih bên.
 
Piştre parêzer Berfîn Elçî çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz vegot. Çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz wiha ye; “Di 20’ê sibata 1994’an de derdora 200 leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirme ya Navçeya Pasûrê di saet derdora 14: 30’an de li ser gundê Kerra ya Pasûrê de digirin. Hinek leşker dora gund digirin û hinek leşker jî dikevin nav gund. Leşker xwarinê ji gundiyan dixwazin. Ji ber ku wê demê gund tên şewitandin û valakirin gundî neçar dimînin daxwazên leşkeran bi cih tînin. Di serdagirtinê de leşker zextê gundiyan dikin ku ji malê xwe derkevin derve.
 
BI DERBKIRINÊ HAT BINÇAVKIRIN
 
Di dema serdagirtinê de Mehmet Mehdî Akdenîz (22) li gundikê Gergerê di mizgeftê de ye, leşker wî ji mizgeftê derdixin û tînin gund. Leşker hemû jin, zarok û gundiyan li nav gund kom dikin û agir berî malan didin. Leşkerek di destê wî de kaxizek û navê 6 kesan dixwîne. Di kaxizê de navê Îrfan Akdenîz (18), Mehmet Mehdî Akdenîz (22), Ziya Çîçek (22), Faîk Akdenîz (35), Mehmet Şîrîn Allahverdî (35), Halît Akdenîz (35) hatine nivîsandin û ev 6 kes li ber çavê hemû gundiyan rastî îşkenceyê tên. Piştre ji gundiyan dûr dixin û dibin pişta malekê. Du saet piştî serdagirtinê leşker 6 kesên din jî dibin gundikek din li wir erebeyê siwar dikin û dibin Pasûrê. Halît, Îrfan, Ziya û Mehmet Şîrîn piştî 18 rojan serbest tên berdan. Dema di bin çavan de bûn ji ber ku gundê wan hatine şewitandin malbatên 4  kesan koç kirine û çûn gundên din. Ziya Çîçek piştî serbest berdanê dibin leşkeriyê.
 
Kesên ji binçavan derketin gotin ku 5 rojan ligel Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandiya Cendirmeyan a Pasûrê bûne, li wir rastî îşkenceyên giran hatine û piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz dibin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê û careke din ew nedîtine. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz digirin û dişînin Girtîgeha Tîp E ya Amedê. Li gorî gotina hinek şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz hefteyekê li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê tê girtin û piştî hefteyekê wî  dibin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. 
Her wiha li gorî hinek şahidan Mehmet Mehdî Akdenîz li avahiya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê de li gel Kuddusî Adiguzel û Mîrza Ateş hatiye dîtin. Piştî vê dîrokê careke din tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nayê wergirtin. Malbatê gelek caran serî li Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê da her carê daxwaznameyên serlêdanê bêbersiv hatin hiştin. Di daxwaznameyek 11’ê gulana 1994’an de bersiv tê dayîn û tê gotin ku li gorî belgeyên qeydê rastî navê vî kesî nehatine. Li ber çavê bi dehan kesan tê binçavkirin lê ev rastî tê redkirin. Hemû serlêdanên malbata Akdenîz bê bersiv dimînin. Malbat serî li DMME’yê dide û biryara îhlalkirinê tê dayîn.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê çalakî di hefteya 672’emîn de li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ku di 20’ê sibata 1994’an de li navçeya Bakirkoy ya Stenbolê hatibû windakirin hat pirsîn.
 
Çîroka windakirina Aydinlar wiha ye: “Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 1990’î de li Amedê ji bo zanîngeh bixwîne diçe Stenbolê. Dema li Zanîngeha Stenbolê beşa Îktîsatê pola 3’emîn dixwîne di 20’ê sibata 1994’an de ji bo hevalek xwe bibîne diçe Rawestgeha Omur a Bakirkoy/Încîrliyê. Li rawestgehê di çarçoveya operasyonekê de ji aliyê polîsan tê binçavkirin. Di nav 14 kesên hatine binçavkirin de Cuneyt jî cih digire û wan dibin Midûreyat Polîsan a Gayrettepeyê. Piştî 7 rojan ango di 27’ê sibata 1994’an de qeyda ya binçavkirinê tê çêkirin.
 
GIRTEKA SEXTE
 
Di saetên êvara 28’ê sibata 1994’an de polîsên girêdayî TEM’ê Cuneyt dibin kolana Kadîrler ya taxa Çukurcuma ya Beyogluyê. Niştecihên taxê ragihandin ku bi qasî 30 polîs hatibûn, destê Cuneyt kelepçekirî bû û di nav xwînê de mabû, lingek wî hatibû şikandin û nikaribû li ser pêya bimîne. Di girtekên polîsan de hatiye nivîsandin ku dema nîşandina cih de ligel hişyariya ‘raweste’ Cuneyt reviyaye, nehatiye girtin û fîrar kiriye.  
 
14 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin girtîgehê. Van kesan di 17’ê adara 1994’an de bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku Cuneyt Aydinlar di 20’ê sibata 1994’an de hatiye binçavkirin û heta 2’ê adara 1994’an jî ew di bin çavande  dîtine. Cuneyt di bin çavan de  rastî îşkenceyê giran tê, 6 polîs tên wî hucreyê derdixin û ji erdê re kaş dikin dibin û dibêjin ‘tu ji mirinê re amade yî’. Piştî vê gotinê kesên hatine binçavkirin careke din Cuneyt nabînin.
 
Malbatê serî li Şaxa ÎHD’a Stenbolê da û bi rêya ÎHD’ê hat xwestin ku Wezareta Karê Hundir têkildarî mijarê agahî bide. Hemû hewldanên malbatê û ÎHD’ê bêencam man. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" li ber Sûmerbanka kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de pankartên "Winda wijdan e, xwedî li wan derkevin" û "Kiryar diyar in û winda li ku ne" hatin vekirin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Murat Yildiz (19) ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de li Şaxa Asayîşa Ozkanlar a navçeya Bornova ya Îzmîrê dema îfade da û dû re winda bû hat pirsîn. Hevseroka ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumüş daxuyanî da. Di daxuyaniyê serpêhatiya Murat Yildiz hat vegotin.
 
Zîlan Gumuş, diyar kir ku Murat Yildiz bi diya xwe re li Îzmîrê dijiya û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku li qehwexaneyekê rûniştibû di dema nîqaşê de çeka xwe avêt hewayê û ji cihê bûyerê dûr ket û polîs dû re li pêy ketin. Polîsên ku dayika wî Hanîfe Yildiz birin midûriyeta polîsan û jê re gotin, 'Eger Murat tavilê were û teslîm bibe, dê bi îfadeyê serbest bê berdan. Li ser vê yekê Murat Yildiz di 23'yê Sibata 1995'an de bi parêzer, pismam û dayika xwe re çû îfade bide Komîser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî. Piştî 3 rojan Murat venegeriya malê û dayika wî çû pirsa wî kir. Rayedaran îdia kirin ku Mûrat di bin çavdêriya polîs Tahîr Şerbetçî û Şah Îsmaîl Ozturk de şandine Stenbolê, ji ber ku di îfadeya xwe ya li emniyetê de gotiye, li Kartala Stenbolê çek veşartiye. Êdî pê ve agahî ji Murat Yildiz nehat girtin." 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 

Sernavên din

27/02/2025
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN