Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in

  • rojane
  • 12:07 17 Sibat 2025
  • |

HEWLÊR - Keskîn Bayindir li ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtinên li Hewlêrê axivî û got: “Encamên van hevdîtinan tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn dê girîng bin.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi du caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîti kir, li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê bi Serokê Herêma Federe Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.
 
Endamên Şandeya Îmraliyê li Qesra Walîtiya Hewlêrê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da. Tevahiya dezgehên çapemeniyê yên Herêma Federe ya Kurdistanê tev li daxuyaniyê bûn. Ji gelek welatan gelek rojnameger jî daxuyanî şopandin. 
 
Li ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û spasiya Waliyê Hewlêrê Omed Xoşnaw kir. Bayindir, diyar kir ku ev du roj in hevdîtinên wan ên li Hewlêrê didomin û got: “Ev du roj in em li Hewlêrê ne. Me duh bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtina me ya ji bo gelê Kurd hêvî û bendewariyeke mezin çêkirî saetek û 45 deqeyan domiya. Di hevdîtinê de em bi dilekî zelal û li ser bingeha xwişk-biratiyê sihbet kir. Şandeya me silavên birêz Ocalan û peyamên têkildarî çareseriyê bi Serok Mesûd Barzanî re ragihand. Me li ser nîqaş kirin. Îro jî me bi Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Di heman mijarê de me silavên birêz Ocalan û peyamên ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê parve kir. Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide nêrînên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî. 
 
Di hevdîtinan de em li ser pêşeroja Kurdan axivîn. Dê ji bo gelê Kurd çareserî û aştî çawa pêş bikeve, rol û berpirsyartiyên aktorên Kurd ên di pêvajoyê de divê çiğ bin, em li ser van axivîn. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, li bendê ne ku pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk û bingeheke hiqûqî were çareserkirin. Çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê dê bandoreke erênî li bakur, başûr û her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike. Pirsgirêka Kurd veguherî pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Tevahiya hêzên cîhanê, hêzên herêmî li ser çareseriya pirsgirêka Kurd diaxivin. Yên ku dê rola herî mezin bilîzin jî aktorên Kurd in. Lewma jî birêz Ocalan ji bo pêşxistina çareseriyê înîsiyatîfeke mezin li xwe girt û ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibe, ji bo mafên gelê Kurd bên naskirin, di nava hewldanan de ye. Ev nexşerê, dê alozî û krîza li Rojhilata Navîn jî çareser bike. 
 
Birêz Mesûd Barzanî ji bo çareseriya tevahiya van pirsgirêkan got ku dê piştgiriyeke mezin bide. Got ku dê piştgiriyê bide pêvajoyê. Em gelek keyfxweş in. Em dikarin vê bi gelê xwe re parve bikin; ev du roj in em li Hewlêrê ne, me du hevdîtinên girîng pêk anîn û her du hevdîtin jî gelek baş derbas bûn. Encamên van hevdîtinan ne tenê ji bo pêşeroja gelê Kurd, dê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng bin. Ji bo tevahiya krîzan bi rêyên demokratîk û li ser zemîna hiqûqê bên çareserkirin, dê rêveker be. Hêviya gelê me ya ji vê pêvajoyê ew e ku çareseriyeke li ser bingeha azadî, aştî û wekheviyê çêbibe. Aktorên Kurd, tevahiya sazî û dezgehên Kurdan li ser bingeheke neteweyî nêzî vê meseleyê dibin. Piştgiriya xwe radigihînin. Şandeya me serdanên xwe yên li Hewlêrê temam dike û dê ji vir derbasî Silêmaniyeyê bibe. Em ê bi Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî  re hevdîtinê bikin. Şandeya me dema vegeriya Tirkiyeyê, dê têkildarî hevdîtinan daxuyaniyeke nivîskî bide. Weke gotina dawî, dikarim ji gelê me re bibêjim ku şandeya me ji hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî gelek bihêvî ye û dixwazim weke mizgîniyekê bi gelê me re parve bikim.” 
 
MA / Azad Altay
 
 

Sernavên din

27/02/2025
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN