Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e

  • rojane
  • 16:18 17 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 19 sazî û dezgehên ziman 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: “Daxwazên me yên ji bo statuya neteweya Kurd û zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor û jêneger e.”  

Rêxistin Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. 19 sazî û dezgehên zimanê Kurdî jî bi boneya 21’ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar a nivîskê parve kirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. 
 
Daxuyaniya saziyan a têkildarî 21’ê Sibatê wiha ye: 
 
“21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye. Ev roj ji aliyê UNESCOyê ve di sala 1999’an de wek ‘Roja Zimanê Dayikê’ hatiye ragihandin. Ji wê rojê heta niha ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ li her derê cîhanê dikeve rojevê, girîngî û wateya vê rojê tê diyarkirin û der barê girîngiya zimanê dayikê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Em Kurd û derdorên azadîparêz jî bi salan e bi armanca parastin, pêşvebirin û azadiya zimanê Kurdî û hemû zimanên din, ne tenê 21’ê Sibatê, her roj di nava têkoşîneke domdar de ne.
 
ZIMANÊ KURDÎ DI DORPÊÇA PIŞAFTINÊ DE YE
 
Neteweya Kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye, zimanê Kurdî jî zimanekî herî qedîm û binirx ê mirovahiyê ye. Lê sed heyf û mixabin Kurd jî, Kurdî jî hê ne xwedî statuyekê ne, perwerdehiya bi Kurdî hê jî pêk nehatiye. Berovajî, zimanê Kurdî hê jî ji gelek aliyan ve tê qedexekirin, rastî zext û êrişan tê, hê jî bi awayên cuda di dorpêça pişaftin, helandin û tunekirinê de li ber devê şûr û xencerê ye.
 
KURDÎKUJÎ HÊJ BI DAWÎ NEBÛYE
 
Herçiqas di encama têkoşîna gelê Kurd a dîrokî de polîtîka û kiryarên hovane yên li ser zimanê Kurdî bi ser neketibin û têk çûbin jî, ew polîtîka û kiryar hê ji gelek aliyan ve bi rê û rêbazên nûjenkirî berdewam dikin. Ji aliyê serdestan ve Kurdîkujî hê jî bi dawî nebûye, ku ev sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Bi milyonan zarokên Kurd hê jî bi awayekî xedar tên pişaftin û ji zimanê xwe tên dûrxistin, nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û bi zimanê xwe û bijîn.
 
Bêguman netewdewleta Tirk a ku xwe li ser Tirkperestiyê saz kiriye bi riya helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî dixwaze Kurdan ji hemû mafê wan ên neteweyî bêpar bihêle, ku Kurd nikaribin bi nirxên xwe wek neteweyekê bi nasname û nirxên xwe yên xwebûnî bijîn.
 
Dewleta Tirk a nîjadperest a ku li gor netewedewleta tirkîtiyê, anku li gor yek ziman, yek netewe û yek çandê hatiye avakirin tirkperestiyê dispêre gelê Kurd û hemû gelên din. Bêguman ev nêzîkatiya desthilatdariya Dewleta Tirk a niha ya ji bo zimanê Kurdî rasterast bi nêzîkatiya hemû nirxên Kurdan re têkildar e. Hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hev in.
 
AZADIYA OCALAN AZADIYA KURDÎ Û KURDISTANÊ YE 
 
Mînaka vê ya herî şênber tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e; ku rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze; ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne, der barê zimanê dayikê, bi taybetî der barê zimanê Kurdî de gelek nirxandin kirine û bi caran bangên dîrokî yên xwedîlêderketina zimanê Kurdî kirine.
 
Rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne; bi taybetî jî hewl dide ku ji bo pergaleke demokratik ku zimanê Kurdî û hemû zimanên din bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê hewl dide. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan de, di heman demê de tecrîda li ser zimanê Kurdî, gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê ye. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya Kurdî û Kurdistanê ye.
 
Dîsa li ser bingeheke azadîparêzî û demokratîk, têkoşîna ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan e.
 
ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ZIMANÊ KURDÎ Û HEMÛ ZIMANAN E
 
Herwiha ji ber ku li Rojava jî zimanê Kurdî û hemû zimanên din xwedî statu ne û perwedehiya bi zimanê Kurdî û hemû zimanên din heye rastî êrişên mezin tê. Ji ber vê yekê parastina şoreşa Rojavayê di heman demê de parastina zimanê Kurdî û hemû zimanên din e. Li ser bingeha vê rastiyê, ji bo azadî û aştiyeke birûmet a hemû gelan û hemû zimanan, em her dem û li her derê têkoşîna xwe ya azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan û parastina şoreşa Rojava berdewam bikin, xurtir bikin. Em gelek zelal dibêjin ku; heta ku azadiya zimanê Kurdî û hemû zimanên din pêk neyê azadiya civakî pêk nayê.
 
DIVÊ KURDÎ BIBE XWEDÎ STATU
 
Ji ber vê; daxwazên me yên statuya ji bo neteweya Kurd û statuya ji bo zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor û jêneger e, ji bo me mijara man û nemanê ye. Ji ber vê yekê; ji bo ku Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê, di hemû qadên jiyanê de, qadên civakî, giştî û fermî de serbest be û hemû mafên zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bên mîsogerkirin em ê têkoşîna xwe li her qadê, bi awayekî domdar bilindir û berfirehtir bikin.
 
EM Ê HER DERÊ BIKIN KURDÎGEH
 
Li ser vê bingehê; bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî di navbera 17’ê Sibatê û 21’ê Sibatê de em ê bi dirûşma ‘Ji bo Kurdî statu û perwerdeya bi Kurdî’ ji Colemêrgê heta Edîrneyê li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bername û çalakiyên cuda, têkoşîna ji bo Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin.  Bi vê armancê; em bang li hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, derdorên azadîparêz, demokratîk û aştîxwaz û bi taybetî jî bang û gazî li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku bîr û bawerî û siyaseta kê çi dibe bila bibe em hemû Kurd û derdorên azadîparêz bi bîr, bawerî û hişmendiya neteweya demokratîk têkoşîna xwe ya ji bo azadî, serbestî, statu û perwedeya bi Kurdî, bi giyanê seferberiyê li her derê Kurdistanê û li her derê cîhanê yê ku Kurdek lê dijî bilindtir û berfirehtir bikin. Em her tim bibin têkoşerên ziman, çand, nasname û hemû nirxên xwe yên neteweyî, civakî û dîrokî. Li her mal, gund, mezra, tax, kolan û jîngehekê bikin dibistan û zanîngehên Kurdî û bikin Kurdîgeh.
 
Bi van hest û ramanan, em wek saziyên li jêr 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, di serî de li gelê Kurd, li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Zimanê Kurdî hebûn, rûmet û nasnameya me ye. Her dem û li her derê ji bo zimanê Kurdî têkoşîn. Bijî têkoşîna azadî û serbestiya zimanê Kurdî û hemû zimanên dayikê.”
 
NAVÊN SAZIYÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRIN
 
Saziyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: 
 
"* Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)
 
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
 
* Tevgera Jinên Azad (TJA)
 
* Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk
 
* Enstîtuya Kurdî ya Amedê
 
* Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
 
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
 
* Komeleya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎGEH)
 
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê
 
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê
 
* Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê
 
* Komeleya Wêjekarên Kurd
 
* Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek
 
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA'yê
 
* Komeleya Zimanê Kurdî (CUDÎ-DER)
 
* Komeleya Ziman û Wêjeyê MEDYA-DER
 
* Kovara Destar

Sernavên din

27/02/2025
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN