Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin

  • rojane
  • 21:03 18 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina Mehmet Turkmen li gelek bajaran hat protestokirin û peyama ‘"Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye" hate dayîn.

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) girtina Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen li gelek bajaran hatin protestokirin.
 
HATAY
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êriş û zextên li ser HDK’ê protesto kir. Gelek kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn û teksta daxuyaniyê ji aliyê Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Hulya Kavûk ve hate xwendin.
 
Hulya Kavûk diyar ku ew li hemberî zext û binçavkirinan serî natewinîn û têkoşîna ji bo demokrasî, edalet û azadiyê nayê astengkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Dê kesên ku ji bo wekhevî, edalet û azadiyê têdikoşin, bi ser kevin. Divê demildest ev binçavkirin û zextên derqanûnî werin sekinadin û hemû hevalên me yên hatine binçavkirin, werin berdan. Divê serxwebûna darazê were dabînkirin û zextên siyasî werin bidawîkirin! Her wiha divê  hikûmet dev ji polîtîkayên desteserkirina şaredariyan jî berde û rêzê li îradeya gelî bigire. Rizgarbûna vî welatî ne bi zext û bêhiqûqiyan, bi dabînkirina aşitî û demokrasiyê pêkan. Dê tu zext pêşiyê li têkoşîna gelî ya mafdar negire.’’
 
MÊRSÎN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Azadiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Nabe ku kiryarên sendîkayî û têkoşîna kedê were astengkirin. Tavilê Mehmet Turkmen serbest berdin’’ hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên "Em ê li hemberî zextan serş netewînin" û "Mehmet Turkmen ne bi tenê ye" hatin berzkirin.
 
Teksta daxuyaniyê ji aliyê  Berdevkê platformê Kemal Goçmen ve hate xwendin û Goçmen destnîşan kir ku ew desteserkirina şaredariyan, girtin û binçavkirinan şermezar dikin û da zanîn ku ew ê li hemberî van yekan li ber xwe bidin. Goçmen di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: "AKP ne bi tenê êrîşî li mixalîfan dike, di heman demê de êrîşî karker û kedkaran jî dike. Em ji Mêrsînê bang dikin; Kesên ku hatine girtin ne bi tenê serokê sendîkayê, hunermend û siyasetmedar in, her wiha têkoşîna kedê ye. Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye."
 
Serokê Bajêr ê EMEP’ê  Sedat Başkavak jî li jemberî êrîşên qirkirina siyasî nerazîbûnên xwe nîşan dan û got: "Em bi van kiryaran dibînin ku AKP xeyala Tirkiyeyeke çawa dike. Ev zext û girtin me natirsînin û em ê li hemberî kiryarên derqanûnî li ber xwe bidin."
 
Her wiha Hevberdevkê Bajêr ê YSP’ê Metîn Sut û Hevseroka Bajêr a SYKP’ê  Canan Yuce jî li hemberî  polîtîkayên AKP’ê yên zext, êrîş û girtinê nerazîbûnên xwe nîşan dan û dan zanîn ku ew ê li ber xwe bidin.

Sernavên din

13/03/2025
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin
09:05 ‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'
09:04 Qeyûm ji bo fîlmî bi deh hezaran lîre veqetand lê fîlm li holê nîne!
09:04 Sal bi sal dirûşmên Newrozê
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû