DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin

  • rojane
  • 13:19 19 Sibat 2025
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm li Enqereyê hatiye destpêkirin de axivî û got: “Qeyûmê di 15’ê Sibatê de tayînî Şaredariya Wanê hatiye kirin, bersiva diyalogê ye.”  Tuncer Bakirhan jî bang li îktîdarê kir ku dev ji zîhniyeta xwe ya tayînkirina qeyûm berde û ji bo çareseriyê nexşerêyekê pêşkeş bike. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, hevşaredar, hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, endamên meclisan û gelek kesan li dijî biryara tayînkirina qeyûman li Parka Guvenê ya Enqereyê daxuyanî dan. 
 
Beriya daxuyaniyê, partiyiyan li hundirê parkê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Her wiha beşdaran bi çepik, tililî û dirûşman bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.  Her wiha girseyê bi dirûşman bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî da û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. 
 
‘QEYÛM DERBEYA SIYASÎ YE’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got: “Li dijî tayînkirina qeyûman em li şardariyan bûn. Tevî gelê xwe me nerazîbûna xwe nîşan da.  Me careke din daxwaza mafên xwe yên demokratîk, kir. Em îro li dijî zîhniyeta qeyûm li vir kom bûn. Qeyûm, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm, derbeyeke siyasî ye. Ji ewil qeyûm li Kurdistanê ketin meriyetê. Niha jî ji Esenyurtê heta gelek cihan tayîn dikin. Heta li zanîngeh û şîrketan jî tayîn dikin. Qeyûm, berhemeke vê rejîma otorîter e ku li me tê ferzkirin. Em ê nehêlin mafê me yê bijartin û hilbijartinê ji destê me bê standin. 
 
Herî dawî di 15’e Sibatê de qeyûm tayînî Wanê kirin. Ev dîrok girîng e. Salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e ku anîn Tirkiyeyê. Bi taybet jî ev dîrok hatiye hilbijartin û em wateya wê dizanin. Ji 1’ê Cotmehê ve ye çendek hevdîtin hatin kirin û pêvajoyek heye. Ev qeyûm jî bersiva van hevdîtin û diyalogê bûn. Em vê feraseta qeyûmperest û derbeya siyasî ya îktîdarê şermezar dikin. Û em ê li dijî wê têbikoşin. Îktîdara ku digot ‘em ê welêt ji wesayeta leşkeran rizgar bikin’, rejîma wesayetê ya qesrê ava kir. Em vê qebûl nakin. 
 
OPERASYONA LIHEVKIRINA BAJAR
 
Jixwe hûn xizmetê ji herêmên Kurdan re nakin. Hûn Kurdan weke hemwelatî nabînin û nahêlin xwe bi xwe birêve bibin. Ev yek, şêweyekî îşkenceyê ye. Vê jî bi destê waliyên xwe yên tayînkirinî, bi qeyûm û qeymeqaman dikin. Em vê qebûl nakin. Ev feraseta qeyûm niha li hemû Tirkiyeyê belav dibe. Me ev di Şaredariya Esenyurtê û di lihevkirina bajar de dît. Duh em bi operasyoneke nû hişyar bûn. Hevalên me yên ked dane HDK’ê hatin binçavkirin. Em careke din ji vir bangî qesrê dikin; HDK û hemû zemînên siyasî û civakî yên me li ser zemîna lihevkirinê ava kirin, rûmeta me ne. 
 
EM Ê DEV JÊ BERNEDIN
 
Weke DEM Partiyê em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Tevî provakasyonên wan jî em ê ji bo avakrina aştî û demokrasiyê têbikoşin û her tim bibêjin aştî.” 
 
YÊN BÛNE SEDEMA QEYÛM 
 
Tuncer Bakirhan jî wiha got: “Îradeya Kurdan, a gelên Tirkiyeyê îro li vir e. Weke nûnerên dengê 6,5-7 milyon kesan ji bo vegotina neheqî, bêhiqûqî û derbeya hatiye kirin li vir in. 
 
Qeyûm xesp e. Ev hikûmet, bi destê qeyûman bû sê serdem îradeya gelê me xesp dike. Kurd, kedkar û bindest îradeya xwe hildibijêrin û ev îktîdar vê îradeyê nas nake. Ma di rejîmeke wiha de em dikarin bibêjin demokrasî heye? Hûn dê têk biçin. Dê xelkên Mêrdîn, Colemêrg û deverên din we di sindoqê de têk bibe. Ya ku hûn dikin dizî ye, bêusûlî ye, nelirêtî ye. Em careke din hikûmeta ku vê diziyê dike hişyar dikin; dev ji vê diziyê berdin, dev ji xespkirina îradeya gel berdin û rêzdar bin. Ma sepaneke wiha dibe? Dê hilbijartin bê kirin, gel dê nûnerên xwe hilbijêre û hûn ê memûrekê mêtingeriyê tayîn bikin. Em vê qebûl nakin. 
 
EM BI AŞTIYÊ RE NE
 
Em bi aştiyê re ne. Li ser maseya vê îktîdarê înkarkirina Kurdan heye. Pişaftina li dijî Kurdan heye. Tayînkirina qeyûman heye. Bi roja ye em li ser çareserî û aştiyê difikirin. Lê li ser maseya îktîdarê tayînkirina qeyûman heye. Em niha ji gelên Tirkiyeyê dipirsin; vaye hûn bibêjin ka kî bi çareseriyê û kî bi sabotekirina aştiyê re ye? Divê gelên Tirkiyeyê vê neheqiyê bibînin û dengê xwe bikin. Tayînkirina qeyûm, hewldana tunekirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Em dibêjin divê êdî ev feraseta qeyûmperest bi dawî bibe. 
 
OALAN DIBÊJE RÊZÊ BO ÎRADEYA GEL BIGIRIN 
 
Birêz Ocalan dibêje ku bila aştî bê vî welatî û tu gel û bawerî li derve neyên hiştin. Dibêje ku rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Em piştgiriyê didin vê. Lê li hemberî me zîhniyeta qeyûmperest heye. Qeyûm tenê ne pirsgirêka Kurdan e. Lewma divê em tevek bi hev re li dijî vê zîhniyeta qeyûmperest û vê derbeya siyasî têkoşîna hevpar bimeşînin. 
 
ÊDÎ AŞTIYÊ BÎNIN SER MASEYA XWE
 
Weke hûn jî dizanin, birêz Ocalan daxuyanî dabû. Em piştgiriyê didin vê daxuyaniyê. Li Tirkiyeya birêz Ocalan difikire cihê zîhniyeta qeyûmperest tune ye. Tifaqa Kurd û Tirkan heye. Komara demokratîk a hemû gel û bawerî tê de bi hev re dijîn heye. Zîhniyeta qeyûm her wiha sabotaja li dijî nîqaşên aştiyê ye. Tê wateya nenaskirina îradeyê. Em careke din bang li wan dikin; dev ji vê feraseta xwe ya qeyûmperest berdin. Aştiyê deynin ser maseya xwe ya aştiyê. Nexşerêyeke ku rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê vedike amade bikin. Tevahiya Tirkiyeyê ji bo çareseriyê fikrên xwe dibêje lê îktîdar bêdeng e. Gelo hûn bi qeyûman bersivê didin? Tevî van jî em ê aştiyê biparêzin û xwedî li îradeya xwe derkevin. Tevî vê zîhniyeta qeyûmperest jî em ê bibêjin aştî, muzakere û diyalog.”
 
 

Sernavên din

27/02/2025
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN