‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’

  • jin
  • 09:44 3 Adar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku 8’ê Adarê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tacîdar bûye û got ku dê berpirsyartiyên bangê cîbicî bikin û têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê mezintir bikin. 
 
Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye: 
 
“Dema em biharekî nû bi coşa 8’ê Adarê pîroz dikin, em ji Rozayan heta Clarayan, ji Sarayan heta Asyayan hemû şoreşgerên jin ku di oxira azadiyê de têdikoşin û afirînerên nirxên demokratîk û sosyalîst in, bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
 
Têkoşîna me ya azadiya jinê bi têkoşîna mezin, ked û şerê Sakine Cansiz (Sara) û peyrewên wê şêwe girt û mezin bû. Li dijî cîhana serweriya mêr, bi cîhan û zîhniyeta jinê hêza avakirina azadiyê derket holê. Ev meşa jinê ya bi heybet îro li Kurdistanê gihaye herîkîna xwe ya gerdûnî. Heqîqetên ku bi têkoşîna jinê derketin holê, azadiya jinê kirine esasa jiyana azad. Li ser vê bingehê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jin, hevrêyên me yên ku li zindanan, li mewziyên berxwedanê û li hemû qadan bêyî navber têdikoşin, gelê me û dostên me pîroz be.
 
Em bi diyariya manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya ji bo jinên Kurd û gelan, dikevin biharekî din.
 
Nameya Rêber Apo ku ji PAJK’ê re nivîsadibû û têde diyarkiribû ku di avakirina vê pêvajoya nû de serkeftin girêdayî jinan e, gihiştibû destê me. Rêbertiya me ku got, “Pêvajoya komunalîst a demoktîk, rewşa nûjen a civakîbûna dayik-jin e” diyar dike ku heta çanda destdirêjiyê ku li civaka dêxwaz hatiye ferzkirin, neyê derbaskirin heqîqet di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û dîn de bi her aliyê xwe ve xuya nebe. Destnîşan kiriye ku heta ku di serdema nû de çanda serweriya mêr ku di kûrahiya civakê de veşartiye, neyê hilweşandin sosyalîzm wê negihije serkeftinê. Destnîşan kir ku di bingeha biserneketibûna soosyalîzma reel de ne pirsgirêkên dewlet, netewe û demokrasiyê, di esasê de koletiya jinê ya ku wekî çandekî tê jiyankirin heye. Û şertê bingehîn a sosyalîzmê bi pêşketina nêzîkatiyekî programkirî ya di têkiliyên jin û mêr de girêdaye. Îşaret pê kiriye ku mêrekî ku nizanibe bi jinan re çawa biaxive nikare bibe sosyalîst û pîvanek diyar kiriye. Dibêje, her ku jin ji çanda koletiyê ya ku di hişê wê de hatiye bicihkirin dûr dikeve, mirina ji birçîna weke qederê li ser eniya wan hatiye nivîsandin, dijderketina li hemberî vê qederê mezinahiya kesayeta me ya azad îfade kir. Diyar kiriye ku jin afirînerê çand û civakê ye û ji ber vê yekê pîrozî û xwedayîtî aîdê jinê ye. Vê nêzîkatiya Rêber Apo ku hêz û kelecan di me hemûyan de çêdike ku diyar dike rastiya jiyana azad a bi jina ku tu car dev ji nirxê xwe yê bandorker bernedaye, rêgeza bingehîn a jiyanê ye ku wî li ser lingan digre.
 
Mîmarê teorîk û pratîk a tevgera jinên Kurdistanê Rêber Apo ye. Bi saya Rêber Apo jin ji sala 1987’an ve li ser bingeha perspektîfên azadiya jinê bûn hêzekî birêxistinkirî, îrade û hişmendiya azadiyê qezenç kirin. Rêbertiya me ku di 8’ê Adara 1998’an de Îdeolojiya xwe ya Rizgariya Jinê ragihand, firsend da jinên ku bêyî îdeolojî û rêxistin hatine hiştin ku bi hizr û îdeolojiya xwe pêşengiya jiyana nû bikin. Rêbertî di her 8’ê Adarê de wateyek nû daye, qonaxekî nû daye şoreşa me ya jinê. 8’ê Adara îsal jî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk tê tacîdarkirin. Di erdnîgariya Kurdistanê de hesreta aştî û jiyana azad mayînde bûye. Bi hezaran jinên ku ji bo ev hesret pêk were têdikoşin, bi xeyala demokrasî û sosyalîzmê berdêlên mezin dane û azadiya jinê di sedsala 21’an de kirine bingeha şoreşa civakî. Em ê ji niha şûnde jî weke jin ji bo bibin bersiva Banga Aştî û Civaka Demokratîk têbikoşin. Divê hemû alî jî berpirsyariya vê pêvajoyê bigre û erkên ku dikeve ser wan pêk bîne.
 
DIVÊ PERGALA ESARETÊ YA ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIBE
 
Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ku tevahiya emrê xwe ji bo azadiya jin û civakê feda kir, şertê bingehîn a pêşxistina aştî û jiyana hevpar e. Divê pergala esaretê ya 26 salî êdî bi dawî bibe. Hemû jinên ku di 8’ê Adarê de diherikin qadan, bi hişmendiya ku azadiya Rêbertî azadiya jinan e, divê vê 8’ê Adarê ji bo azadiya Rêbertî bikin roja çalakî û têkoşînê. Serkeftina vê pêvajoya nû ku bi banga Rêbertiya me destpê kir,  bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi şert û mercên wî yên derfetê rêvebirina pêvajoyê re pêkan bibe. Divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe, ji bo aştî û demokrasiyê divê derfetên xebata çalak bi dest bixe.
 
EM Ê BERPIRSYARTIYÊN PÊVAJOYÊ PÊK BÎNIN
 
Têkoşîna me ya azadiya jinê ku wekî encama azweriya jiyana azad a Rêber Apo û derfetên ku pêşkêşî jinan kir, pêş ket, di jina Kurd de îrade û hişmendiyekî girîng pêş xist. Me pêşengiya jiyanekî bi rûmet, azad û têkoşînekî bi heybet li xwe girt. Jinên Kurd bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re qet hêviya xwe ya jiyana hevpar winda nekirin. Her tim têkoşîna aştî, azadî û jiyana azad birêve birin. Bi cesaretekî mezin hêviyê mezin kirin û çanda demokratîk pêş xistin. Jin îro jî pêşengên serdema aştî û civaka demokratîk e. Serdema civaka demokratîk dema jinê ye. Manîfestoya civaka demokratîk, manîfestoya azadiyê ye. Em ê li ser bingeha vê hişmendiyê berpirsyariyên pêvajoyê pêk bînin û ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têkoşînê mezin bikin.
 
Sedsala 21’an wê bibe serdema azadiya jinê. Tevgerên azadiya jinê ku bi nakokiya zayendî û Jineolojiyê re kûrahî qezenc kirine, dînamîka esas a têkoşîna vê serdemê ne. JIN JIYAN AZADÎ bûye dirûşmeya bingehîn a vê serdemê. Ev dirûşmeya ku rastiya civaka bi kok îfade dike û ji Kurdistanê belavî cîhanê bûye, nîşan dide ku ya Kurdistanî gerdûnî ye. Her ku azadiya jinê pêş bikeve civak wê azad bibe bi jina azad û mêrê azad re jiyanekî nû were avakirin. Paradîgmaya nû hemû rastiya îdeolojîk, felsefîk û polîtîk ya vê derdixe holê.
 
TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û JIYANA AZAD
 
Çanda şer û tundiyê herî zêde li dijî jinê hatiye pêşxistin û jinê kiriye kole. Ji ber vê yekê li dijî şer têkoşîna aştî û jiyana azad herî zêde divê ji aliyê jinan ve were pêşxistin. Êrîşên zîhniyet û pergala serweriya mêr a bi hezaran salî ya li dijî jinê, di pergala moderniteya kapîtalîst û rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de gihiştiye lûtkeyê. Komkujiyên jinan û her cure êrîşê li ser beden, ruh û hebûna jinê, bi awayekî plankirî û sîstematîk pêş dikeve. Kedxwariya kedê, xizanî, newekhevî û bêedaletî herî zêde li dijî jinê ye. Pergala serweriya mêr pir ji têkoşîna jinê û ji hêza ku dê wî hilweşîne ditirse. Ji ber vê yekê rastiya jinê ku afirînerê çand, jiyan û civakîbûnê ye, di bin êrîşekî mezin de ye. Lê jin dev ji têkoşîna azadiyê bernadin, li dijî mêrê serwer û pergala dewletparêz û desthilatdar tevî berdêlên giran jî têkoşînê didomînin. Têkoşîna jinê bingeha pergala serweriya mêr dihejîne. Li dijî faşîzîm û qirkirina jinê parastina herî mezin a jinan rêxistinbûna wan e. Her jinê ku dixwaze azad bibe divê birêxistin bibe. Divê xweparastinê bike rêgeza azadbûnê. Divê li dijî pergala serwer, çand destdirêjî û qirkirina jinê têkoşînê mezin bike.
 
TECRÛBEYA ME WEDÎ WÊ HÊZÊ YE KU PERGALÊ BIGUHERÎNE
 
Me jinan, di her pêvajoya têkoşînê de rola pêşengiyê lîstin û pêşengî ji veguherînên civakî re kirin. Niha jî di serkeftina serdema nû de ku wekî paradîgmaya jiyana azad şêwe girt, têkoşîn, hewldan û keda me wê diyarker be. Daneheva ev qas salan, hêza cewherî, îradeya cewherî û hişmendî di wê hêzê de ye ku civakê veguherîne û pergalê biguherîne. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in.
 
Ciwan pêşengê vê pêvajoyê û hêza bingehîn a afirandina pêşerojê ne. Em dizanin û bawer dikin ku ciwan bi hêza ku ji Rêber Apo girtin, di têkoşîna serdema nû de bi beşdarbûna herî çalak û afirîner rol bilîze.
 
Dayikên me yên şehîd û gerîlayan berdêlên mezin dan û nirxên mezin afirandin. Bûn yên ku herî xurt kampanyaya azadiya Rêbertî birêve dibin. Dayikên me xwedî li pêvajoya ku Rêbertiya me anî ser ziman derkevin, birêxistin bibin û pêşengî bikin wê serkeftinê bînin.
 
EM Ê ŞOREŞA JINÊ BI HEV RE AVA BIKIN
 
Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê ku demokrasî û aştiyê dixwazin dikin ku di vê pêvajoyê de rol bilîzin û ji bo aştî û demokrasiyê berpirsyarî bigrin. Em bi hev re ji her demê bêhtir bihêztir bibin û şoreşa jinê bi hev re ava bikin.
 
Dîsa hevrê û dostên me yên enternasyonalîst hêzekî mezin dan têkoşîna azadiya jinê ya Kurd, her tim li gel me cih girtin. Di gerdûnîkirina paradîgmaya demokratîk-ekolojîîk û azadîxwaziya jinê de rol lîstin. Cîhana azad-sosyalîst wê bi pêşengiya jinê pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de em bang li hemû dostên xwe dikin ku li ser bingeha dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî hevpar birêxistin bibin û têkoşîna jiyana azad bi hev re birêve bibin.
 
Li ser vê bingehê 8’ê Adarekî nû bi ronahiya biharê, hêviya serdema aştî û civaka demokratîk û hêza têkoşînê pêşwazî dikin.
 
Em bi baweriya hevdîtina azad a bi Rêbertiyê re hemû jin û gelê xwe silav dikin. Carekî din 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her kesî pîroz dikin.” 
 

Sernavên din

09/03/2025
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN