Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin

img
ÎZMÎR – Li ser banga Abdullah Ocalan nîqaşa der barê çareseriya pirsgirêka Kurd ket qonaxeke nû, Lamî Ozgen ê di sala 2013'an de endamê Şandeya Aqilmendan de bû got ku piştî ku çek bêdeng bûn, divê pêvajoya muzakereyê were destpêkirin.
 
Nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirin, derbasî qonaxeke nû bû. PKK’ê ragihand ku dê banga Abdullah Ocalan bînin cih û ji bo serkeftina pêvajoyê çi dikeve ser milê wan dê pêk bînin. 
 
Serokê Giştî yê berê yê Konfederasyona Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriy3e (KESK) Lamî Ozgen ku di pêvajoya diyalogê ya sala 2013'an a bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" de endamê Şandeya Aqilmendan bû, diyar kir ku divê derfetên ji dest çûne di ber çavan re bên derbaskirin û ev bang bigihêje encamê. Ozgen bi bîr xist ku ev bang ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû kesên din û gelên li Rojhilata Navîn girîng e û bi bîr xist ku kurd û gelên wan ên li Rojhilata Navîn di dema feraseta sed salî ya yekperest de hatine înkarkirin û berdêl dane.
 
Ozgen da xuyakirin ku metna bangawaziyê pirsgirêkê analîz dike û ji bo tevahiya civakê rêyeke alternatîf nîşan dide û wiha got: "Paralelî analîzên dîroka siyasî û otorîteriya 100 salî, çarçoveyeke bingehîn a derdikeve pêş, tê wateya pêkhatina siyaseta demokratîk û pêvajoya aştî û çareseriyê û yên din bi hev re, wekhev û azad bijîn. Ev sîstema bingehîn ne hêsan e. Her wiha, ji roja ku hatiye avakirin û vir ve Komara Tirkiyeyê avadaniyeke dewletê ya yekperest, otorîter e ku yên din ji nedîtî ve tê. Ji bo veguherîna vê avahiyê çareseriyeke demokratîk e û ji vê hêlê ve firsendeke demokratîkbûnê ya dîrokî datîne pêşiya Tirkiyeyê. Di vê wateyê de bangeke dîrokî ye. Firsendek e ku derfetên berê ji dest çûne, di çarçoveya bangê de bi pêş ve biçin û xwe bigihînin encamê."
 
‘DIKARIN BI GAVAVÊTINAN BÊBAWERÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’
 
Ozgen li ser mijara bêbaweriya wiha axivî: "Hawira bêbaweriyê ji zîhniyeta 100 salî ya otorîter û kevneşopiya wê ya çavtirsandin û tunekirinê pêk tê. Lê belê ev yek êdî gihaştiye cihekî ku ne domdar e. Piştî her tiştî diyar e ku Tirkiye weke hikûmet, dewlet û civak hatiye ku derê. Ji ber vê yekê tu cihekî ku civakê bi otorîtertir bigire tune ye. Helwestên hevpar dikarin bên pêşxistin û eger hin guhertinên hiqûqî, siyasî û çandî hebin, bêbawerî wê kêm bibe. Piştî her tiştî, daxuyanî û tiştên ku têne fikirîn dikarin cuda bin. Niha divê aliyê din pirsgirêka xwe ya baweriyê li ber çavan bigire."
 
'JI PÊVAJOYÊN BERÊ CUDATIR E'
 
Ozgen  bal kişand ser pêvajoya 2013-2015'an  û wiha got: "Lê di heman demê de pêvajoyeke nû ye heta astekê. Formata destpêkê, pêvajoyên tevlîbûn û koordînasyonê ve nû ne. Gavên destpêkê yên vê pêvajoyê, ji ber ku li ser banga Devlet Bahçelî li meclîsê bi pêş ket, cudatir e. Di dema bihurî de nêzîkatiyeke ku bi giranî di bin kontrola hikûmetê de ye hat destpêkirin û dewamkirin hebû. Ev yek ji astengên herî girîng ên wê pêvajoyê bû. Ji destpêkê ve hikûmet di çarçoveya pêwîstiyên xwe de nêzî wê pêvajoyê bû. Ev dihat dîtin, lê belê dewam dikir ku şensekê bide. Lê belê ev dewre bi rengekî hîn bi koordîne û navendî dewam dike. Xaleke din a girîng a vê pêvajoyê ew e ku hemû gavên piştî vê bangê wê di bin banê meclîsê de dewam bikin. Di dema bihurî de meclîsê ti berpirsyarî negirt ser milê xwe. Lê niha hin danezan hene. Di demên berê de MHP li dijî vê pêvajoyê bû. Navenda giştî ya CHP'ê li dijî pêvajoyên berê bû , niha beşeke mezin ya civakê pêvajoyê erênî  dibîne.”
 
'DIVÊ HEMÛ PÊKHATE BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBIN'
 
Ozgen da xuyakirin ku Kurd di warê ziman, çand û nasnameyê de xwedî rastiyeke civakî ne û ev yek tê înkarkirin û anî ziman ku eger di çarçoveya destûra bingehîn a ku normên hiqûqê yên demokratîk di nava xwe de vedihewîne were jiyîn, wê bi bandor be. Ozgen diyar kir ku divê parlamento di çarçoveya van de rolê bilîze û wiha got: "Hemû beşên civaka Tirkiyeyê xwedî erk in. Bang destpêkek e, deklarasyonek ji bo rê li ber aştiyê veke ye. Ji vê hêlê ve beriya her tiştî divê dewlet jî xwedî bangekê be. Ji ber vê yekê, divê hikûmet bi parvekirina vîna xwe ya bi hemû beşên civakî re li ser rûyê Parlamento nexşerêyeke nû deyne pêşiya xwe. Piştî ku çek bêdeng dibin divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibe. Hem di nexşerê de hem jî di pêvajoya muzakereyê de divê beşên civakî û rêxistinên kedê daxwazên xwe yên aştiya civakî derxin pêş. Li hemberî vê yekê divê mûxalefet di avakirina aştiya civakî de rola pêşengiyê bilîze. Her civak xwedî dînamîkên radîkal e. Ev dînamîk dikarin refleksîf bin. Lê belê dema partiyên siyasî yên li parlamento û hemû beşên mûxalîf ên civakê di vê mijarê de daxwaz û vîna xwe ya demokratîk derxin holê û siberojeke çawa ya hevpar dixwazin, wê bandora wan a li van beşên radîkal kêm bibe. Ji bo kesên di bin bandora hegemonîk a zîhniyeta tekparêz û otorîter de ne, divê bi pêşengiya meclîsê zemîneke nîqaşê bê afirandin. Divê empatî were kirin ku zihnîyet veguherîna van beşan were mîsogerkirin. Ji vê hêlê ve çareserî dikare pêk were." 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

24/03/2025
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin