‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’

RIHA - Endama Akademiya Dîplomasiyê ya PYD’ê Îlham Mihemed, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got: “Dema êriş sekinînin, em ê paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk baştir cîcibî bikin.” 

Endama Akademiya Dîplomasiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed têkildarî bandora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Îlham Mihemed, diyar kir ku banga dawî ji bangên berê cuda ye û got: “Bêguman şert û mercên wê demê û yên niha ne wekî hev in. Pirsgirêkên giran ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn êdî xitimî ne. Ev jî berhemda şerên bi sala ye didomin e. Ev jî guherînê ferz dikin.” 
 
Bi domdarî Îlham Mihemed da zanîn ku Kurd pozîsyona Kurdan a îro ji yên demên berê cuda ye û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd êdî li Rojhilata Navîn xwedî gotin e. Kurd tên naskirin. Lewma divê em bi awayekî vî mafê axaftinê û naskirina nasnameyê biparêzin. Gelo dê ev çawa bên parastin, bêguman bi aştî, bi guherîn û veguherînê dibe. Guherîn dê bi xwe re projeyeke nû bîne. Gava çendek berê hatiye avêtin ewqas mezin e ku ji bo hemû mafan aştiyê ferz dike. Bêguman aştiyek çêbibe dê ji ewil pirsgirêka di navbera Tirk û Kurdan de çareser bike. Ji ber ku pêkan nîne her du gel hev tune bikin. Her du gel jî gelên qedîm in. Lewma Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku divê projeyeke civakî derkeve holê û hewceye em jî piştgiriyê bidin vê bangê.” 
 
'TIRKIYE GAVAN NAAVÊJE 
 
Îlham Mihemed, got ku divê guherîn û veguherîn Abdullah Ocalan û hemû derdorên civakê di nav xwe de bihewîne û wiha derbirî: “Banga Rêber Abdullah Ocalan li qada navneteweyî jî deng veda. Tevî vê rewşa erênî jî Tirkiyeyê hêj tu gav neavêtiye. Divê Tirkiye nasnameya Kurdan nas bike û mafên Kurdan bide. Hewceye dawî li êrişên xwe yên ser siyaseta Kurd berde. Weke mînak, divê qeyûman tayîn neke û siyasetmedarên Kurd negire. Divê girtiyên siyasî berde. Lewma divê Tirkiye di gavên nû de cih bigire. Di halê hazir de hewceye dewleta Tirkiyeyê û gelê Tirk vê gava aştiyê qebûl bike.” 
 
'XWEPARASTIN MAFÊ SEREKE YE’
 
Bi domdarî Îlham Mihemed bi lêv kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avadaniyeke li ser bingeha “xweparastinê” heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê vê li me ferz dike. Heke li ser we êrişek hebe, hûn mecbûr in xwe biparêzin û ev mafê we yê xwezayî ye. Şerê tê domandin, bi rêbazên şerê taybet tê kirin. Lewma Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ji her du şerên din cuda ye. Di metoda şerê nû de teknîkên pir cuda tên bikaranîna.” 
 
'ME MAFÊN XWE BI TÊKOŞÎNA XWE BI DEST XISTIN’ 
 
Îlham Mihemed, destnîşan kir ku weke gelên Rêveberiya Xweser wan bang bi coşeke mezin pêşwazî kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Herî zêde em ji şer bibandor dibin. Di encama vî şerî de me bi saya têkoşînê mafên mezin bi dest xistin. Lê em aştiyê dixwazin. Aştiya ku Tirkiye bi PKK’ê re dike, dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike. Ji ber ku projeya em dixwazin bixin meriyetê bi sala ye di bin êrişan de ye, me hêj bi rast û durist nexistiye meriyetê. Projeya me, projeya aştiyê ye, çek nîne. Çek, ji bo me tenê amûra parastinê ye. Ne amûra hebûnê ye. Bêguman dema aştî çêbû dê çek kêm bibin. Lewma gelên rêveberiya xweser bi hêvî ne. Ber bi 8’ê Adarê ve, bi felsefeya Rêber Ocalan em ê ji bo aştî û azadiyê gavan biavêjin. Bi van gavan em ê bangê mezin bikin. Bi Şoreşa Rojava re jinan di Rêveberiya Xweser de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ji leşkeriyê heta qadên civakî, hebûna xwe nîşan dan û bûn xwedî gotin. Ev tevek jî bi perspektîfa Rêber Ocalan çêbûn. Lewma jî beriya her kesî jinên li vê xakê dijîn dê piştgiriyê bidin banga Rêber Ocalan.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî  
 

Sernavên din

09/03/2025
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN