'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'

img

WAN - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun diyar kir ku ji bo pêvajoya pirsgirêka kurd bitendurist bi rê ve biçe divê TMK bê rakirin û biryara DMME'yê ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan pêk were.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Salîh Coşkun bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gavên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derbasî asta herî kir. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Mehmet Salîh Coşkun diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê girîng e ku partî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Coşkûn anî ziman ku hin ji van berpirsyariyên rûbirûbûna rabirdûyê, heqîqetê û edaletê ne û got: "Bi taybetî girtiyên nexweş ên ku bi awayekî derhiqûqî û bê delîl tên girtin, divê bên berdan. Em wekî İHD em ê vê yekê bişopînin. Ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe, divê dewlet û desthilat gavên şênbertir biavêjin." 
 
Coşkûn destnîşan kir ku erkên girîng ên Meclisê ji bo çêkirina rêziknameyên qanûnî hene û got: "Ji bo ev pêvajo bi awayekî baş bidome divê Meclis rêziknameyên qanûnî çêbike. Bi qasî ku em dibînin desthilat û MHP xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyên din ên siyasî jî divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku aştî bê pirsgirêk ava bibe."
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Coşkûn diyar kir ku guhertina Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) re û jiholêrakirina encamên biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wê bandoreke cidî li lezkirina pêvajoyê bike û got: "DMME gelek caran ji Tirkiyeyê re ragihandiye ku divê rêziknameya hiqûqî ya li gorî nêrîna Konseya Ewropayê bê dayîn. Divê mafê hêviyê û rêziknameya qanûnî ji aliyê parlamento û desthilatê ve bê kirin da ku ev pêvajo bigihêje encameke baş. Ji bo ev pêvajoa bigihê encameke baş divê Ocalan li derve be û mafê hêviyê pêk bê. Bi vî awayî wê pêvajo bi awayekî hevpar bimeşe û di heman demê de pêvajoya avakirina aştiyê wê bi lez bigihêje encameke saxlem."
 
'DIVÊ HER KES DAXIL BIBE'
 
Coşkûn anî ziman ku aştî ne tenê encama muzakereyên di navbera PKK û desthilatê de ye, pêwîstî bi tevkariya hemû civakê heye û wiha domand: "Divê civaka sivîl jî piştgiriyê bide pêvajoyê û tevlî pêvajoyê bibe. Wekî ÎHD em ê pêvajoyê ji destpêkê heta dawiyê bişopînin û berpirsiyariya bidawîhatina şer û rijandina xwînê bigire ser xwe. Avakirina aştiyê girîng e, lê têgînên lihevhatina bi paşerojê, heqîqet û edaletê jî divê di nava civakê de pêk were. Ji van ên herî girîng helbet girtiyên nexweş û siyasî ne û ji bo demildest serbest bên berdan divê rêgezên qanûnî yên pêwîst bên çêkirin."

Sernavên din

27/03/2025
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!