Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike

img

ÎZMÎR - Di daxuyaniya Foruma Aştiyê ya Îzmîrê de hat diyarkirin ku banga Abdullah Ocalan ji bo aştiyê firsendeke nû afirandiye û got: “Divê Meclis demildest bicive û komîsyonekê ava bike.” 

Foruma Aştiyê ya Îzmîrê bi daxwaza aştiyê li pêşiya Baroya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em aştiyê dixwazin, em dixwazin li ser aştiyê biaxivin” hate hilgirtin. Her wiha dovîzên “Îzmîr aştiyê dixwaze”, “Aştî a niha”, “Ji bo her kesî aştî” û “Aştî were dê çixweş bibe” hatin hilgirtin. Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Parêzer Îpek Sarica di daxuyaniyê de got ku li seranserî herêmê û cîhanê gefên şer zêde dibin û got: “Şer, tê wateya wêranî, hejarî û êşê. Niha tam jî dema axaftina li ser aştiyê ye. Her ku em bêdeng dibin dengê çekan dê her zêde bibe, her ku em bêdeng dibin dê çavkaniyên cemaweriyê bêhtir bo şer bên xerckirin, dê mirov bên kuştin û her ku em bêdeng dimînin dê hêsirên çavên dayikan her birijin. Demokrasî û mafên mirovan tenê bi aştiya welat pêkan e.” 
 
JI BO AŞTIYÊ FIRSENDEKE NÛ HAT AFIRANDIN 
 
Akin Bîrdal jî pêvajoya ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta 27’ê Sibatê bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi bîr xist. Bîrdal, da zanîn ku PKK, dewlet, muxalefeta civakî û siyasî muxatabên banga dîrokî ya Abdullah Ocalan in û wiha got: “Îro sedema hatina me ya vê derê ew e ku em muxatabên vê banga dîrokî ne. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û ji bo gelên me bi hev re wekhev û azad bijîn, firsendeke gelek girîng hatiye afirandin. Mixabin ev firsend heta niha jî nehatiye bikaranîn. Niha firsendeke nû hate afirandin. Bi ser geşedanan re hema hema 5 meh derbas bûn lê hêj jî gavek nehatiye avêtin. Beriya her tiştekî divê zimanê aştiyê bê bikaranîn. Divê em ji zimanê nefret, şer û pevçûnê dûr bikevin. Ya duyemîn jî divê navek li pêvajoyê were kirin. Divê Meclis demildest bicive û her kes daxilî pêvajoyê bibe. Îro bingeha hemû pirsgirêkan, şer e.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN SER ELEWIYAN DA 
 
Bîrdal, destnîşan kir ku hevdîtinên DEM Partî bi partiyên siyasî re dike girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Li seranserî dinyayê amadekariyên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku nav lê nehatiye kirin, hne. Li Rojhilata Navîn dîsa li dijî mirovahiyê sûc tên kirin. Sûcekî qirkirinê tê kirin. Piştî qirkirina Êzidiyan, niha jî qirkirina Elewiyan tê kirin. 745 zarok û jin hatine qetilkirin. NY, PE û Konseya Venedîkê li ku ne? Çima wiha bêdeng û lal in û tenê temaşe dikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, ji bo Foruma Aştiyê ya Îzmîrê ku dê di 15’ê Adarê de li Navenda Çandê ya Mûstafa Necatî were lidarxistin, bang hate kirin. 
 

Sernavên din

28/03/2025
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin