Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje

NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên Newrozê yê li Erdîş, Panos û Gimgimê de xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat derketin û banga gavavêtinê li dewletê hate kirin. 

Li navçeya Erdîşê ya Wanê, Panos a Agiriyê û li navçeya Gimgimê ya Mûşê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. 
 
WAN/ERDÎŞ
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Erdîşê ya Wanê li Qada Fenerê hat lidarxistin. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên reng bi reng berê xwe dan qada pîrozbahiyê,  gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî welatiyan li ber stranan govend gerandin. Hevserokên partiyên siyasî yên navçeyê û hevşaredarên navçeyê di pîrozbahiyê de axivîn û piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re welatiyan dîsa govend gerand. 
 
PIŞTGIRÎ DAN BANGÊ
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di pîrozbahiyê de wiha got: “Birêz Ocalan banga sedsalê kir. Têkoşîna gelê Kurd bi sala ye dide ne tenê ji bo me, ji bo azadiya tevahiya gelan e. Banga hatiye kirin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan e. Heta ku aştî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome. Em li vir careke din bang dikin; divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 
 
Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cema Demîr jî wiha got: “Têkoşîn û rêxistiniya me êdî derbasî qonaxeke nû bû. Peyama aştiyê ya birêz Ocalan, peyama aştî, azadî û demokrasiyê ye. Di tevahiya dîrokê de komkujî li Kurdan hate ferzkirin lê dîsa jî Kurdan destê aştiyê dirêj kir. Çi dibe bila bibe em ê bi vê banga aştiyê re bin û piştgiriyê bidin.” 
 
‘MEŞALEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ BIRÊZ OCALAN DE YE’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Bi sala ye tevî hemû zextan jî gelê me serî netewand û berxwedana xwe domand. Em îro li qadên Newrozê bûn milyon kes. Newroz, aştî û hêvî ye. Agirê Newrozê ji bo jin, jiyan, azadî ye. Ji ber ku agirê Newrozê bi bedena Zekiye û Rahşanan geş bû. Meşaleya aştiyê niha di destên birêz Ocalan de bilind dibe. Em soz didin birêz Ocalan, em ê bi pêşengtiya jin û ciwanan vê banga we bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET TAVILÊ GAVÊ BIAVÊJE’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî ev tişt anî ziman: “Ji vir û şûnde divê dewlet bêyî hincetan nîşan bide, yekser gavan biavêje. Beriya peyama birêz Ocalan were weşandin, bi her kesî re hevdîtin hatin kirin û nêrînên wan jê hatin pirsîn. Di vê rewşê de rageşiya di navbera gelê Kurd û siyasetê de jî ji holê rabû. Gelê Kurd êdî yek e û bi hev re tevdigere. Ev peyam, di heman demê de ji bo yekitiya gelê Kurd e.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî wiha got: “Bila her kes dengê vî gelê bi sala ye li dijî zilmê li ber xwe dide bibihîse. Bi banga birêz Abdullah Ocalan re êdî dengê aştiyê careke din li ser vê xakê bilind dibe. Tevî ewqas êşên me kişandin jî li pêşiya me pêvajoyeke aştiyê ya nû heye. Divê her kes piştgiriyê bide.” 
 
AGIRÎ/PANOS
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Panos a Agiriyê jî li Termînala Otogarê hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li bûn. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ji ewil Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr axivî û got: “Di vê 21’ê Adarê de em ê teqez xwe bighînin aştî û azadiyê. Em ê aştî û azadiyê ava bikin û bi ser kevin. Sala 2025’an dê bibe sala azadiyê ya gelê Kurd. Di 27’ê Sibatê de ji Îmraliyê ji bo hemû gelan peyama azadî û aştiyê hat dayin. Divê em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê bidin jiyîn.” 
 
‘BI DESTÊ HATIYE DIRÊJKIRIN BIGIRIN’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar jî wiha got: “Ev têkoşîn ji Mazlum Dogan heta Sema Yuceyan û roja me didome. Sala 2025’an dê bibe sala gelê Kurd. Dê bibe sala aştî û xwişk-biratiyê. Daxuyaniya birêz Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî bû. Birêz Ocalan ji bo bidawîkirina şerê didome bang kir. Hewceye em jî li dijî vê bangê berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Em li vir bangî dewletê dikin; êdî bes e ji zilm û îşkenceya bi salan didome re. Divê hûn bi destê aştiyê yê hatiye dirêjkirin bigirin.”
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat hilkirin. Welatiyên li qada pîrozbahiyê li ber stranan govend gerandin. 
 
MÛŞ/GIMGIM
 
 
Yek ji navendên din ên Serhedê ku agirê Newrozê lê hate vêxistin jî navçeya Gimgimê ya Mûşê bû. Xelkê Gimgimê di saetên zû yên serê sibehê de herikî qada pîrozbahiyê. Qada Newrozê bi rojan berê bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cil û bergên Kurdî, bi şal, puşî û flamayên kesk û ser û zer beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de coşeke mezin hebû û welatiyan li ber stranên Kurdî govend gerandin. Heta ku bernameya Newrozê bi dawî bûyî jî girseyê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Hevşaredarên Gimgimê yên DEM Partiyî, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin. Di pîrozbahiyê de ji ewil hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê axivîn û peyamên azadî û aştiyê dan. 
 
NEWROZA XWEDÎDERKETINA LI BANGÊ
 
Parlamenter Sumeyye Boz diyar kir ku Newroza 2025’an ji hêla dîroka aştî û azadiyê ve xwedî wateyeke dîrokî ye û wiha got: “Bi pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de daye destpêkirin re em bêhtir nêzî aştî, azadî û civaka demokratîk in. Aştiyeke Ji bo aştiyeke birûmet a gelan û jiyaneke azad em ê li her qadê xwe bêhtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi têkoşîna bi pêşengtiya jinan re em ê azad bibin û aştiyê bînin.” 
 
Parlamenter Onur Duşunmez jî ev tişt anî ziman: “Ev Newroz tê wateya azadiyê. Ji zindanan heta qadên têkoşînê, em ê her derê veguherînin qadên azadiyê. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, heta mafê hêviyê neyê cîbicîkirin, heta li çiyayan gul venebin, heta kesên hatine sirgunkirin venegerin welatê xwe, heta civakeke demokratîk û aştî neyên avakirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo vê jî divê gelê me li dora sekn û helwesta birêz Ocalan bicive. Me gelek êş kişandin lê êdî dê cihê wan êşan aştî, azadî û civaka demokratîk bigire. Ev bang; dê bi xwe re aştî û jiyaneke azad ji bo hemû mirovahiyê bîne.” 
 
Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hate vêxistin. Bi sedan kesên li dora agir hatin gel hev, li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin û pîrozbahî bi dawî kirin. 
 
COLEMÊRG/ÇELÊ
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li qada dawetan a Taxsaranê hat lidarxistin. Gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê Fahrettîn Dervîşoglû û Hîvîdar Ertunç gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di pîrozbahiyê de wiha got: “Tijekirina qadên Newrozê, piştgiriya bi bedelên hatine dayin re ye. Bi destê dewletê li vir polîtîkayeke qirêjî tê meşandin. Me ev yek di hilbijartinan de dît û niha jî dibînin. Lê çi bikin jî dê gelê Çelê bi polîtîkayên wan dizane û serî natewîne. Em di wê baweriyê de ne ku dê di pêvajoya aştiyê ya pêş de gelê me dê pozîsyoneke dîrokî bi dest bixe. Hezar silav ji birêz Abdullah Ocalan re ku bû wesîleya aştiyê û bang kir.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî anî ziman ku ew bi Newrozê banga dîrokî pêşwazî dikin û wiha got: “Banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng veda. Heke daxwaza aştiyê hebe, wê demê divê ev bang baş were nirxandin. Divê em vê banga birêz Ocalan ku manîfesto ye, divê em bixin meriyetê. Em di wê baweriyê de ne ku dê aştiyê bînin vî welatî. Dawiya her şerekî aştî ye. Em, banga birêz Ocalan hembêz dikin û dê li bajarê xwe birêxisti bikin. Berxwedana me ya ji bo aştiyê dê bidome.” 
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyên Çelê li dora agirê Newrozê govend gerand. 
 

Sernavên din

19/03/2025
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e