Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin

img

BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da û got: "Ev operasyona siyasî di heman demê de li dijî me hatiye kirin. Lihevkirina Bajar sûc nîne, modeleke demokratîk e.” 

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Fuarê hat lidarxistin û bi alên nivîsa “Newroza azadî” hate xemilandin. Welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kilrin û bi saetan li ber stranên Kurdî govend gerandin. Çalakvanan gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiyê de got ku Newroza 2025’an ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîng e û got: “Em, Newroza birêz Ocalan û girtiyên siyasî pîroz dikin.” Bakirhan, got: “Meşaleya azadiyê ya Kawayê Hesinkar vêxistî, bi banga birêz Ocalan re me û gelên herêmê ronî dike.” 
 
'OCALAN ROJHILATA NAVÎN RONÎ DIKE’ 
 
Bi domdarî Bakirhan got ku Abdullah Ocalan di heman demê de banga xwe ji bo xelkê Tetwanê kiriye û wiha pê de çû: “Kedkarên herî mezin ên aştiyê hûn in. Hûn hene lewma banga dîrokî ya 27’ê Adarê hate kirin. We dev jê berneda lewma birêz Ocalan got ‘civaka demokratîk.’ Birêz Ocalan Tirkiyeyeke ku Kurd, Tirk, Elewî, jin û kedkar tê de wekhev û azad dijîn dixwaze. Gelo hûn jî bi vê bangê re ne? Birêz Ocalan mîna Kawayê Hesinkar, mîna Mazlum Dogan gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ronî dike. 
 
Ev bang dê tenê bi Kurdan nede qezenckirin, dê bi hemû gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin. Lewma em dibêjin divê cidî nêz bibin. Divê îktîdar û dewlet pêdiviyên vê bangê cîbicî bike. Banga birêz Ocalan ne bangekî jirêzê ye, birêz Ocalan starteke nû da. Dem dema wê ye ku rastiya Kurd, destkeftiyên wê veguherînin gavên demokratîk. Birêz Ocalan, rêyek nîşan da. Banga birêz Ocalan ji bo me pisûla ye. Heta ku ev keştî û pisûla hebe, em soz didin gelê Tetwanê ku dê bi ser kevin. Rojekê teqez dê bi pisûlaya birêz Ocalan ev keştî bigihije bendergeha aştiyê, bendergeha azadî û demokrasiyê. 
 
HIŞYARIYA PROVOKASYON Û SABOTAJÊ
 
Ev bang ji bo dewlet û îktîdarê jî bû. Heta niha digotin bila birêz Ocalan bang bike. Em li giravê 4 saetan li cem birêz Ocalan bûn. Bi hevalên girtî re bûn. Di esasê xwe de birêz Ocalan ji bo welatekî têk çûyî, demokrasî, azadî û aboriya wê tune bûye deriyeke nû vekir. Firsenda demokratîkbûnê afirand. Birêz Ocalan got dev ji polîtîkayên înkar û yekperestiyê yên 100 sal in didomin berdin. Got xwedî wijdan bin, ziman û nasnameya Kurdan red nekin. Birêz Ocalan got demokrasî û ji bo van gotinên birêz Ocalan bi ser bixin, em soz didin ku dê Newroza 2025’an bikin firsenda avakirina zemîna demokrasî û birêxistinkirinê. Divê dewlet û hikûmet ji bo daxwazên gelê Kurd gavan biavêjin. Em bi banga birêz Ocalan re ne. Rêxistina birêz Ocalan jî piştgirî da. Wê demê dora dewletê ye û divê pêdiviyên bangê bicih bîne. Her ku ev pêvajo dirêj bibe dê ji provokasyon û sabotajan re vekirî be. Heke hûn nexwazin rastî provokasyon û sabotajan were, wê demê bi vê bangê bikin. 
 
DEV JI OPERASYONAN BERDIN
 
Dema me qala demokrasî, azadî û wekheviyê dikir, di sersibehê de li dijî birêz Ekrem Îmamoglû û zêdetirî 100 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran operasyon kirin. Em vê operasyonê şermezar dikin û red dikin. Ev, bi aşkerayî operasyoneke siyasî ye. Divê di serdemeke qala aştiyê tê kirin de dev ji van operasyonan berdin. Em qebûl nakin ku Îmamoglû ji ber Lihevkirina Bajar were binçavkirin. Lihevkirina Bajar, modeleke demokrasiyê ye. Dozger, bi vê operasyona xwe dibêje ku ez îradeya Tetwaniyan a li Stenbolê nas nakim. Dibêje ku Kurd nikarin li Stenbolê bi Tirkan re tifaqê bikin. Ev operasyona siyasî, di heman demê de li dijî me ye. Li dijî Lihevkirina Bajar e. Lê berevajî vê, em ê bêhtir bi Tirkan, bi kedkaran, Elewiyan û jinan re tifaqan çêbikin. Em vî aqilê cihêkar û dijminatiyê red dikin. Wê demê hûn dê der heqê hevdîtinên me yên bi AKP’ê re jî dozê vekin? Lihevkirina Bajar ne sûc e, modeleke demokratîk e. 
 
EM Ê BI HEV RE BIN
 
Bi meha ye li ser aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê tê axaftin. Em diaxivin û civînan li dar dixin. Bawerim tişta em ji aştiya navxweyî fêm dikin û ya dozger fêm dike ne wekî hev in. Em ji bo 85 milyon welatiyan aştiyê dixwazin. Lê ev weke operasyonên siyasî fêm dikin. Ev operasyon, derbeyeke mezin a li dijî edalet, aştî û demokrasiyê ye, sabotaj e û em qebûl nakin. Em qebûl nakin ku ji îradeya ji hêla xelkê Stenbolê ve hatiye hilbijartin pênaseya rêberê rêxistina sûc were kirin. Dê piştevaniya me ya bi xelkê Stenbolê re bidome. Divê birêz Îmamoglû û binçavkiriyên din tavilê bên berdan. Divê her kes ji provokasyon û sabotajên li dijî pêvajoya aştiyê dûr bisekine.” 

Sernavên din

21/03/2025
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang