Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye

img
MÛŞ - Li Mûşê gel tevî hewa sar jî li dora agirê Newrozê kom bû. Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Werin em nexşerêya Birêz Ocalan bigihînin her malê."
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li Mûşê bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ pêk hat. Qada Îstasyonê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Welatî tevî hewaya sar û baranê jî di saetên sibê de li qadê kom bûn. Di pîrozbahiyên ku bi hezaran kes beşdar bûn de alên kesk, sor û zer hat vekirin. Hêjayî bi bîrxistinê bû ku piraniya beşdaran ciwan û jin bûn. Ji qadê gelek caran dirûşmên wekî; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Newroz pîroz be’ hatin berzkirin.
 
 
Welatî li  gel baranê bi saetan govend gerandin. Bername piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
 
Hevşaredarê Mûşê Sirri Soylemez di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: "Ev Newroz wê bibe Newroza demokrasî û aştiya civakî ya gelên Tirkiyeyê. Divê em hemû piştgirî û tevkariyê bidin vê pêvajoyê. Bi biryardariyeke têkoşînê ya hîn rêxistinbûyî re em bêhtir aştiyê biqîrin."
 
Hevşaredara Mûşê Tûba Sayilgan jî wiha got: "Gelê Kurd îsal ji her demê bêhtir nêzî serkeftin û aştiyê ye. Ev yek bi saya têkoşîna gelê me, biryardarî û biryardariya zarokên rojê ye." Tuba Sayilgan rojnamegerên hatin qetilkirin Mûsa Anter, Gurbeteli Ersoz, Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Azîz Koyluoglu bi bîr anî.
 
'BANGA OCALAN NEXŞERÊYA AŞTIYÊ YE'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sûmeyye Bozê balkişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nexşerêyeke girîng e ku wê ji bo hemû gel, nîjad û civakan aştiyê pêk bîne. Wezîfeya me wê mezinkirina têkoşîna me be, rêxistinbûn û yekîtiya xwe misoger bikin û civakeke demokratîk ava bikin."
 
Endama Komîteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Bêrîvan Helen Işik da zanîn ku dema wê hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.
 
'DIVÊ EM BANGÊ JI HER KESÎ RE VEBÊJIN'
 
Cîgira Serokê Koma Partiyê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha axivî: "Em li pişt pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye pêşxistin in û em li cem wî ne. Baweriya me bi wî heye. Divê em nexşerêya ku birêz Ocalan daniye pêşiya xwe û banga dîrokî bigihînin her malê."
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî nerazîbûn nîşanî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû da û wiha got: "Ji vê re darbe tê gotin, bêhûrmetiya li Destûra Bingehîn e. Bêrêziya li vîna gel e. Em vê yekê qet qebûl nakin." 
 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Bi hezaran kesên ku qad tijî kirin, li gel stranên hunermend Bêwar govend gerandin.
 

Sernavên din

21/03/2025
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang