Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve

img

ÊLIH - Tayîp Temel ê DEM Partiyî di Newroza Êlihê de axivî û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe, heta şert û mercên wî neyên başkirin encamek ji vê pêvajoyê dernakeve.” 

Li Êlihê bi beşdariya bi deh hezaran kesan bi dirûşma “Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê hat lidarxistin. Tevî barînê û hewayê sar jî welatiyan govenda Newrozê gerandin. Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Komîteya Amadekar û siyasetmedaran welatî silav kirin. 
 
‘EM XWEDÎ LI BANGÊ DERDIKEVIN’
 
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiyê de got; “Em Newroza xwediyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin” û ev tişt anî ziman: “Ev 100 sal in gelê Kurd tune tê hesibandin û îro jî azadiya xwe diqîre. Bi hezaran caran pîroz be. Gelê Kurd bi banga sedsalê re ye, bi çareseriya demokratîk re ye. Yên ku dixwazin vê bibînin bila li vê qadê binêrin.” Hevşaredar Yeşîl Işik jî got: “Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê pîroz be. Em, vê Newrozê bi banga birêz Abdullah Ocalan pêşwazî dikin.” 
 
Piştre jî Repbêj Blok 72 derket ser dikê. Girseyê demeke dirêj li ber stranên Kurdî govend gerand. 
 
'DIVÊ EM BARÊ OCALAN SIVIK BIKIN’
 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku gelê Kurd di Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dike û ev tişt anî ziman: “Ev Newroz, Newroza azadiyê ye. Ev Newroz, destpêka serdemeke azad e. Birêz Ocalan bangekî dîrokî kir. Banga wî ji bo gelê Kurd, çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata navîn îfadeya serdemeke nû ye. Em ê vê bangê li erdê nehêlin û bigihijînin armanca wê. Banga birêz Ocalan tovê xwe li xaka Kurdistanê reşand. Banga birêz Ocalan banga yekitiya neteweyî ye. Em di serdemeke dîrokî û hesas de ne. Divê em barê birêz Ocalan sivik bikin. Divê em deng bidin vê bangê. Divê em destê girtiyên siyasî xurt bikin. Îroj roja me ye. Ev bar li ser milê we û me ye. Li ser milê gelê Kurdistanê ye.” 
 
BANG LI WEZÎR TUNÇ KIR
 
Bi domdarî Temel bal kişand ser gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku digot “Mafê hêviyê di mewzûatên me de tune ye” û wiha axivî: “Heta ku birêz Ocalan azad nebe, heta şert û mercên wî neyên başkirin ev pêvajo encam nagire. Lewma jî gelê Kurd daxwaza azadiya birêz Ocalan dike. Ez bang li wezîrê dadê dikim; van gotinên xwe yên xelet sererast bike. Ên ku li vî welatî daxwaza şer dikin, ew kes in ên dixwazin xwîn birije. Em ê heta dawiê li dijî van hêzên tarî têbikoşin. Yên li Qamişlo û Kobanê van komkujiyan dikin dê hesabê vê bidin.” 
 
Piştre jî hunermend Mehmet Atli derket ser dikê. Piştî stranên Mehmet Atli, bi pêşengtiya jinan agirê Newrozê hate hilkirin. 
 

Sernavên din

21/03/2025
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang