Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erdexan, Tatos, Milazgir û Kerboranê gel bi coş Newroz pîroz kir. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş li Tatosê axivî û wiha got: "Em dibînin ku pêwîstiya herî lezgîn a vî welatî bingeha siyasî û hiqûqî ye."

Newroz li Erdexan, navçeya Tatosê ya Erzîromê, navçeya Kerboran a Mêrdînê û navçeya Milazgir a Mûşê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
 
ERZÎROM / TATOS
 
Li navçeya Tatosê ya Erziromê ku yek ji navçeyên ku pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin e. Li hemberî baranê jî gel herikî qada Newrozê. Di pîrozbahiya ku ji navçeyên derdorê jî gel beşdar bû de, gel govend gerand û dirûşmeyên "Jîn, jîyan, azadî" berz kirin.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan axivî û wiha got: “Kengî dengê Birêz Ocalan bigihêje raya giştî wê aştî, aştî û yekîtî pêk were. Ji ber vê yekê banga Rêberê Gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Ev bang banga aştî û civaka demokratîk e. Ji bo hemû gel û baweriyan banga jiyana azad û bi rûmet e. Gelê Kurd li her cihê ku lê ye û li hemû qadên Newrozê vê bangê hembêz dike. Ji hemû qadên Newrozê peyam ê dide: ‘Em li pişt banga Aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd cih digirin’. Pêwîstiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi aştiyê heye. Divê em hemû vê bangê hembêz bikin. Gelê me yê ku qadên Newrozê tije dike, ji hemû cîhanê re dibêje, 'Rêberê Gelê Kurd, siyasetmedarên me, partiya me û em ji aştiyê re amade ne'. Divê îro Tirk jî bi qasî kurdan ji bo aştiyê hewl bidin.”
 
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş li Tatosê axivî û wiha got: “Em di serdemeke pir girîng re derbas dibin. Li aliyekî li Stenbolê darbeyek hat kirin, ji aliyekî ve daxwaza aştiyê zêde dibe. Em têkoşîneke mezin didin û hevalên jin pêşengên vê têkoşînê ne. Ji ber ku, mixabin li van axan, li cîhanê û li gelek deverên Tirkiyeyê jin rastî gelek zextan tên. Hê jî jin tên kuştin, jin hê jî li malên xwe rastî şîdetê tên, jin hê jî bi mêran re wek hemwelatiyên wekhev nayên dîtin. Îro jinên Kurd sloganên ' Jin , jiyan , azadî ' li hemû cîhanê deng vedidin.”
 
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku hê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bingeha siyasî û hiqûqî nehatiye avakirin û wiha axivî: “Em dibînin ku pêwîstiya herî lezgîn a vî welatî bingeha siyasî û hiqûqî ye.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin. 
 
MÊRDÎN / KERBORAN
 
Li navçeya Kerboranê a Mêrdînê Newroz bi dirûşmeyên; "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Newroza Azadiya Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi alên kesk, sor û ze ên DEM Partî û DBP'ê hat xemilandin. Gelek kes bi taybet jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di bernameya Newrozê de hejmara jin û ciwanan zêde bûn û dirûşmên wekî; "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
Bername piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
 
Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan ku piştre derket ser dikê, careke din diyar kir ku ew bi piştgiriyê didin daxwazên aştiyê.
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku gelê Kurd her tim daxwaza aştiyê dike û wiha got: Bi baweriyek mezin piştgirî bidin vê bangê. Gelê Kurd bi salan e ji bo civakeke demokratîk, ji bo jiyanê, ji bo hemû gel, ol û baweriyan azadiyê dixwaze. Li ser navê Partiya me ez we hemûyan bi minetdarî, rêzdarî û hezkirineke mezin ji bo pêşwazîkirina we ya germ bi germahiya dilê we silav dikim. Ez careke din cejna we ya Newrozê pîroz dikim “
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.
 
MÛŞ/MILAZGIR
 
Li navçeya Milazgir a Mûşê li Bazara Qesabê Kevin pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi flamayan hate xemilandin, welatiyên beşdarî Newrozê bûn bi cilûbergên xwe yên netewî yên rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn û dirûşmeyên "Bîjî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. 
 
Bernameya Newrozê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Wekîla DEM Partiyê Sûmeyye Boz di bernameyê de axivî û wiha got: ''Newroz li wan kesan pîroz be ku li banga Birêz Ocalan guhdarî dikin. Dilê Kurdan li her dera cîhanê niha li Kurdistanê bi me re ye. Îro agirê Newrozê bi banga Birêz Ocalan tê pêxistin. Ji ber ku ev bang banga aştî û demokrasiyê ye."
 
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku axivî û wiha got: "Gelê Kurd ku gelê herî rêxistinkirî yê cîhanê û Rojhilata Navîn e, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Em piştgiriyê didin vê bangê û li her derê belav dikin."
 
Piştî axaftinan dayikên aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahî piştî gerandina govendê bi dawî bû.
 
ERDEXAN
 
Li Erdexan jî pîrozbahiya Newrozê li Kolana Kongre hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku hejmareke zêde kes beşdar bûn de gelek caran dirûşmên; "Bîjî Newroz" hat berzkirin. Bernameya pîrozbahiyê ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinên Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Rojhat Cûdî Yilmaz, Hevserokên Partiyê yên DEM'ê Kadîfe Karateke û Engîn Çelîk dewam kir. 
 
Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û wiha got: "Di 27 'ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan banga civaka demokratîk kir. Ev bang; derketina vîna azad, bidawîbûna şer û israra jiyana bi hev re ya gelan e. Modela jiyana bi hev re ya gelên li vî bajarî dijîn, bi temamî modela ku Birêz Ocalan daniye pêşiya xwe ye. Modela Rojava diyar dibe û ev model ji bo hemû cîhanê bûye mînak."
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Bername bi konsera komên muzîkê yên herêmî bi dawî bû.
 
DÊRSIM
 
Li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê Newroz hate pîrozkirin. Girseya ku li Kolana Hunerê hate gel hev, heta qada Newrozê meşiya. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Polîsan hewl dan welatiyên cilûbergên Kurdî li xwe kirin asteng bikin û rastî bertekan hatin. Ciwanên ku cilûbergên Kurdî li xwe kiribûn, piştî berteka gel têketin qadê. Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Humeyra Yegîn di Newrozê de axivî, polîtîkayên îktîdarê şermezar kir û Newroza gel pîroz kir. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî got: “Em îradeya gel in, hatine hilbijartin û li vir in.” Hevşaredar Cevdet Konak jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û banga têkoşîna hevpar kir.
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan di pîrozbahiyê de bertek nîşanî binçavkrina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû da û got ku amadekariyên tayînkirina qeyûm tên kirin. Aslan, got: “Em ê li dijî vê îktîdara zalim têbikoşin û bi ser kevin. Tevahiya darazê veguheriye daraza AKP’ê.” Piştî vêxistina agirê Newrozê, hunermend Quartet, Kadîr Çat û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Girseyê tevî barînê jî heta demeke dirêj govend gerand.
 
AGIRÎ/BAZÎD
 
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesan û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê, bi beşdariya sedan kesan bi meşale û pankarta “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” heta qada pîrozbahiyê meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz Ppîroz be” hatin berzkirin. Her wiha bi hezaran kesan ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di pîrozbahiyê de flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatin hilgirtin. Welatiyan demekî dirêj li ber stranan govend gerandin.
 
Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Wekîlê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û got ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Sakik, got: “Em di wê baweriyê de ne ku dê di demeke nêz de azad bibin. Divê îktîdara AKP’ê tavilê paqijiyeke biharê bike. Divê bi hezaran girtiyên nexweş yekser bên berdan, polîtîkaya qeyûman bê bidawîkirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Banga me ji bo îktîdara AKP’ê û hemû derdoran e, werin em bi hev re aştî û demokrasiyê cîbicî bikin. Em hem ji bo muzakereyan hem jî ji bo têkoşînê amade ne.”
 

Sernavên din

24/03/2025
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin