Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Awûstûryayê yê berê Heinz Fischer û siyasetmedaran diyar kirin ku Abdullah Ocalan gaveke dilwêrek avêtiye û gotin: “Divê Tirkiye guh bide vê banga Ocalan û li gorî vê jî rêyeke çareseriyê bibîne.” 
 
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate parvekirin, li her çar aliyên cîhanê deng veda. Zanyarên navddar, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamheke, hunermend û nivîskarên Xelata Nobelê wergirtin piştgirî dan banga Abdullah Ocalan. 
 
Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer, Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Heidi Sequenz, Parêzerê Viyanayî Clemens Lahner, Siyasetmedar û Pispora Polîtîkaya Derve Ewa Ernst-Dizedzic, Parlamentera Partiya Kesk a Awûstûryayê Berîvan Aslan têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavavêtina dewleta Tirk ji ANF’ê re axivîn. 
 
FISCHER: DIVÊ HIKÛMETA TIRK JÎ JI BO AŞTIYÊ GAVÊ BIAVÊJE
 
Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer anî ziman ku ji bo şerê bi salan ê navbera Tirkiyeyê û Kurdan çareser bibe, divê herdu alî gavê biavêjin. Fischer destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gaveke girîn avêt û pêwîste hikûmeta Tirk jî bersiva vê yekê bide. Heinz Fischer destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi dehan salan a li Tirkiyeyê firsendek afirî ye û got: “Di navbera hikûmeta Tirk û gelê Kurd de bi salan e şerek diqewime. Heke ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, yan jî qet nebe ji bo kêmkirina vê pirsgirêkê firsendek hebe, herdu alî jî divê gavê biavêje. Ocalan bi wêrekî gav avêt. Hikûmeta Tirk jî divê bi rengekî rast nêzî gelê Kurd bibe. Tenê dema ku herdu aliyan bi biryardarî ji bo aştiyê hewl dan, hinî dikare bi ser bikeve."
 
‘DIVÊ EV FIRSEND BÊ BIKARANÎN’
 
Fischer, anî ziman ku salên dûr û dirêj e ew Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike, cihê wî yê li nava dîroka siyasî ya li Tirkiyeyê dişopîne û bal kişand ser salên li girtîgehê yên Abdullah Ocalan û şerê ku diqewime. Fischer, têkildarî bûyerên dawî jî ev tişt anî ziman: “Ez 86 salî me û pêvajoya beriya girtina Ocalan tê bîra min. Wê demê ji herdu aliyan jî gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Piştre Ocalan li Îmraliyê hate ragirtin û ev rewş weke pirsirêke bi salan ma ku nehate çareserkirin. Lê belê heke Ocalan gaveke girîng diavêje ku berê nepêkan bû û bi PKK'ê re banga 'çekdanînê' li Kurdan dike, divê ev firsend bê bikaranîn. Hikûmeta Tirk jî divê bersiveke erênî bide vê bangê û ji bo aştiyê gavekê biavêje."
 
'DIVÊ TENÊ ALIYEK GAVAN NEAVÊJE’ 
 
Fischer, destnîşan kir ku pêvajoyên aştiyê tenê bi gavên herdu aliyan dikare bi pêş ve biçe, gavên yekalî têrê nakin û got: “Ji bo çareseriya şerekî, divê herdu alî tevbigerin. Dema ku aliyekî gav avêt, divê aliyê din jî bersivê bide. Ocalan gava destpêkê avêt. Heke hikûmet jî li pêş raya giştî bersivê bide, hingî ji bo aştiyeke mayinde gav wê bê avêtin. Divê guh bidin peyama Ocalan û li gorî vê jî rêyeke çareseriyê bê peydakirin."
 
'NIHA JI BO AŞTIYÊ FIRSENDEKE MEZIN HEYE'
 
Heinz Fischer bi bîr xist ku berê di nava demokrasiyên Rojavayî de têkildarî Tirkiye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê hin hewldanên çareseriyê hatin kirin lê belê piraniya wan bi ser neketin. Fischer, diyar kir ku niha firsendeke rasteqîn bi dest ketiye û wiha pê de çû: “Di nava 20 salên dawî de li demokrasiyên Rojava ji bo çareseriya vê pirsirêkê gelek pêşniyar hatin kirin. Piraniya wan jî bi ser neketin. Lê belê niha li ber destê me firsendeke rasteqîn heye û divê bê bikaranîn. Kevirê herî hişk jî dema ku tu avê berde ser, wê şeklê xwe biuherîne. Piraniya hewldanên bi salan bê encam man, lê belê îro şensek afirî. Heke ev firsend neyê bikaranîn wê bibe windahiyek mezin. Herdu alî jî ji bo aştiyê divê gavê biavêje û vê pirsgirêkê bi rengekî mayinde çareser bike."
 
SEQUENZ: GAVA BI WÊREKÎ YA OCALAN DIVÊ BÊBERSIV NEMÎNE
 
Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Heidi Sequenz anî ziman ku gava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê avêt gelekî girîng û wêrek e, Tirkiye jî divê bersiva vê yekê bide. Heidi Sequenz, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo fesihkirina PKK'ê û rawestandina şerê leşkerî weke hewldaneke bi wêrekî pênase kir û ev tişt anî ziman: “Ev gava ku Ocalan avêt ne tenê girîng e, di heman demê de gelekî wêrek e. Gotina 'Em dawî li şerê leşkerî tînin, PKK'ê fesih dikin' gaveke gelekî mezin e. Lê belê di vir de divê aliyê Tirkiyeyê jî bersivê bide. Mixabin heta niha me gaveke bi vî rengî nedîtiye."
 
'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ ZERARÊ DIDIN PÊVAJOYA AŞTIYÊ'
 
Heidi Sequenz bi bîr xist ku êrîşên li hemberî Kurdan dewam dikin, ev yek zerarê dide baweriyê û got, "Dema dawî min êrîşek li ser malbateke li Rojava û mirina sivîlan bihîst Bûyerên bi vî rengî teqez zerarê dide baweriyê û zerarê dide pêvajoya aştiyê." Heidi Sequenz, destnîşan kir ku serokdewletên Yekitiya Ewropayê, bi giştî jî Ewropa divê banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û got: “Bi rastî jî ya girîng ew e ku serokdewletên YE’yê û Ewropa pêşniyara aştiyê ya Ocalan bixin rojeva xwe û ji raya giştî ya berfireh re ragihînin. Naxwe ev hewldan wê bi bandor nebe. Mafê peyama Ocalan heye ku bi xurtî li cîhanê bê bihîstin."
 
'ABDULLAH OCALAN DIVÊ TAVILÊ BÊ BERDAN'
 
Heidi Sequenz, anî ziman ku ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dûr û dirêj li hucreya yek kesî kiryareke li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku divê tavilê bê berdan. Sequenz, wiha pê de çû: “Tu kes nabe ku ewqasî demdirêj bê tecrîdkirin. Hikûmeta Tirk divê tavilê vê helwestê biuherîne û Ocalan bi lez berde. Hîn wê çiqasî li Îmraliyê tecrîd bike?"
 
LAHNER: ABDULLAH OCALAN NÛNERÊ GELÊ KURD Û SEMBOLEKE XURT E
 
Parêzerê ji Viyanayê Clemens Lahner banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke mayinde û ji dil weke hewldaneke girîng pênase kir. Lahner, destnîşan kir ku divê Tirkiye vê firsendê bi kar bîne û bi gelê Kurd re danûstandinên cidî bike. Clemens Lahner diyar kir ku salên dûr û dirêj ew bi civaka Kurd re xebitî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî nirxand: “Banga ku Abdullah Ocalan kir ji bo aştiyeke mayinde ya Kurdan û gelên Tirk hewldaneke cidî ye. Ev yek înîsiyatîfeke gelekî girîng e û em hêvî dikin ku Tirkiye wê vê firsendê bi kar bîne û bi Tevger Azadiyê ya Kurd re dest bi danûstandinên cidî bike. Ocalan salên dûr û dirêj e tecrîdkirî ye. Tirkiye wî weke terorîst bi nav dike lê belê Ocalan ji bo gelê Kurd nûnerek e, semboleke xurt e. Rola wî ya di pêvajoya aştiyê de gelekî girîng e. Ev şer bi rêbazên leşkerî bi ser nakeve. Ne Tevgera Azadiyê ya Kurd ne jî artêşa Tirk dikarin serketineke leşkerî bi dest bixin. Ji ber vê yekê jî yekane rêya çareseriyê lihevkirina siyasî û demokratîk e."
 
'MAFÊN MIROVAN JI BO HER KESÎ DERBASDAR IN’
 
Lahner, bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî, bi bîr xist ku mafên mirovan gerdûnî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştevaniya navneteweyî gelekî girîng e. Heke em qala mafên mirovan dikin ev maf ji bo her kesî divê derbasdar bin. Mafên mirovan ya ji bo her kesî heye yan jî ji bo kesî nîne. Mafên gelê Kurd bi qasî mafên me girîng e. Dema ku mafê gelekî hate binpêkirin, mafên her kesî dikeve xeteriyê. Ji ber vê yekê divê em bi hev re li ber rabin, biaxivin û çareseriyeke hevpar bibînin."
 
EWA ERNST-DIEDZIC: TIRKIYE AMADE NÎNE KU GAVA AŞTIYÊ BIAVÊJE
 
Siyasetmedara Awûstûryayî û Pispora Polîtîkaya Derve Ewa Ernst-Dziedzic anî ziman ku zextên li hemberî gelê Kurd li Tirkiyeyê hîn jî dewam dikin, Tirkiye bi rengekî samîmî nêzî pêvajoya aştiyê nabe û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dûr û dirêj bi rengekî bêhiqûqî tecrîdkirî ye û divê bê berdan. Ernst-Dziedzic diyar kir ku li Tirkiyeyê zexta li ser muxalefetê zêde bûye û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamolû bi vî rengî rexne kir: “Min bihîst ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatiye girtin. Li Tirkiyeyê dadgerî serbixwe nîne û ev yek jî tesadufî nîne. Erdogan weke ku her carê dike hewl dide zextê li muxalefetê bike û bombeyan li herêmên Kurdan dibarîne. Halbûkî hêviya aştiyê hebû û dihate gotin, bi Tirkiyeyê re lihevkirinek dikare bê kirin. Lê belê Tirkiye li şûna ku destûra jiyaneke aştiyane bide gelê Kurd, polîtîkaya zextê dewam dike."
 
'TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN BÊHIQÛQÎ Û BÊEDALETÎ YE'
 
Ewa Ernst-Dziedzich, axaftina xwe wiha domand: “Ocalan demeke dirêj e bi rengekî giran tecrîdkirî ye û divê êdî bê berdan. Kurdan gelek caran anîn ziman ku ew ji danûstandinê û agirbestê re amade ne, lê belê ev yek her tim bi yekalî bû. Tirkiyeyê ti carî bersiv neda û hîn jî ji bo aştiyê gaveke şênber neavêje. Li Sûriyeyê jî Kurd xwedî hêviyeke mezin a aştî û lihevkirinê ne û di nava dewletê de dikarin bi rolekê rabin. Lê belê ez bi guman im ku ev pêvajo bi ser bikeve. Ji ber ku heman piştî lihevkirina bi Kurdan re ya ji 8 xalan Serokdewletê Sûriyeyê eşkere kir ku ew serwerê yekane yê welêt e û Îslam ola fermî ye. Kurd û hindikahiyên din bi lez hatin jibîrkirin û mafên jinan ji nedîtî ve hatin."
 
'ELEQEYA ERDOGAN BI AŞTIYÊ RE NÎNE'
 
Ewa Ernst-Dizedzic anî ziman ku Tirkiye niha bi pêvajoya aştiyê re girêdayî nîne, zexta li ser Kurdan û muxalefetê dewam dike û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê zext dewam dikin û li hemberî Kurdan û muxalefetê zext zêde dibin. Mirov têne girtin. Divê kes bawer neke ku Erdogan bi rastî jî bi aştiyê re eleqedar dibe."
 
BERÎVAN ASLAN: PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIVÊ DI BIN KONTROLA NAVNETEWEYÎ DE BE
 
Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Berîvan Aslan jî destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî pêvajoya li Tirkiyeyê hîn bêhtir kontrol bike û ji bo pêkhatina aştiyê jî divê giranî ji dîplomasiyê re bê dayin. Berîvan Aslan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastî ev e ku bi mirinê em nikarin bibin xwişk û bira. Gelê Kurd û gelên din xwedî mafê jiyana bi rûmet in. Lê belê ev pêvajo divê ji aliyê aktorên navneteweyî ve hîn bêhtir ji nêz ve bê şopandin. Pêvajoya aştiyê divê destpê bike û vê carê ders ji tecrûbeyên têkçûyî bêne werirtin û li ser hîmên xurt bê danîn."
 
'WEKE SIYASETMEDAR EM AMADE NE BI BERPIRSYARÎ RABIN'
 
Berîvan Aslan, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pêvajoyeke hîn xurt a aştiyê bi dîtina min divê aktorên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin. Dîplomasî divê bingeha vê pêvajoyê be Pêvajoyeke xurt a aştiyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ewropa û tevahiya cîhanê jî irîng e. Weke siyasetmedar em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin."
 

Sernavên din

09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e