NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên 5 YBŞ’iyên ji hêla Iraqê ve dîl hatine girtin, ji 14 welatan re name şandin û xwestin zarokên wan bên berdan.
Artêşa Iraqê di 18’ê Adarê de li Şengalê ji bo dîlgirtina şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kêmîn danîn. Di encamê de alozî derket holê û fermandarek û du şervan birîndar bûn. Bi giştî 5 şervan ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin. Êriş û dîlgirtina şervanên YBŞ’ê ji aliyê xelkê Şengalê ve rastê nerazîbûn û bertekan hatin.
Malbatên şervanên YBŞ’ê yên girtî ji raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û 14 welatên ku bi fermî fermana 74’an bi jenosîda Êzidiyan pênasekirine, name şandin. Armanc ji vê nameyê ew e ku zarokên wan bên berdan û hate diyarkirin ku şervanên YBŞ û YJŞ’ê parêzvanên ax û gelê xwe ne û divê tavilê ew bên berdan.
Di nameye de wiha hat gotin: “Di sedala 21’emîn de fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an li ser civaka Êzidî pêk hat û gel bi qirkirinê re rûbirû man. Di vê fermanê de li şûna ku pêşmergên PDK û artêşa Iraqê parastina civakê bike û nehêlin komkujî pêk werin, reviyan û dev ji Şengaliyan berdan. Hêzên YBŞ û YJŞ’ê ji bo parastina ax, rûmet, çand û baweriyên xwe bikin hatin avakirin. Bi hêz û bedelên buha êrişên DAIŞ şikandin.
HEKE ARTÊŞÊ BI VAN ÇEKÊN XWE ÊRIŞ BIKIRA DÊ DAIŞ’Ê NEKARIYA KOMKUJIYÊ BIKE
Di 18’ê Adarê de li bajarê Şengalê ji hêla artêşa Iraqê ve kemîn hate vedan û rê li ber wesayeta şervanên YBŞ’ê girtin, di encamê de 5 şervanên YBŞ’ê hatin dîlgirtin. Ew bi hincetên madeya 4 a terorê ya sala 2005’an hatine binçavkirin. Piştî vê bûyerê artêşa Iraqê gelek wesayetên zirxî yên şer derbasî Şengal kirin û bajar ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin. Bi ketin û derketin bajêr re gelek zextan dikin û erebeyên sivîlan kantrol dikin. Heke artêş bi van çekan êrişî DAIŞ bikira wê tu ferman û komkujî pêk nehatana. Tevî ku ev êriş û ferman li ser axa Iraqê pêk hat jî heta îro tu helwestên hikûmet aIraqê derneket holê. Beravojî wê hikûmetê biryara efûya giştî ji bo berdana endamên DAIŞ ên ku ferman pêk anîn e, erê kir.
ÇARENÛSA JINÊN ÊZIDÎ NEDIYAR E
Artêşa Iraqê êrişî zarokên Êzidî yên ku şerê DAIŞ’ê kirine û herêm rizgarkirine, dike. Deh sal in hêzên me parastina Şengal û xelkê wê bi hemû pêkhateyan Ezidî, Ereb û Şîa ve dikin. Trajediya fermana 74’an hê jî di nava jin, zarok û civaka Êzidî de zindî ye. Heta niha bi hezaran Êzidî di nav de jin di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne û çarenûsa wna ne diyar in.”
DAXWAZÊN MALBATAN
Malbatan di dawiya nameyê de daxwazên xwe yên berdana zarokên xwe kirin û gotin: “Em malbatên 5 şervanên YBŞ’ê ku di destê hikûmeta Iraqê de girtîne, ji bo serbest berdana zarokên xwe bang li saziyên navnetewî, mafê mirovan, NY, YE û 14 dewletên ku bi fermî fermana 74’an bi jenosid pênasekirine, dikin. Daxwaza me ku bi rola xwe bilîzin û li hember nêzîkbûnên hikûmeta Iraqê ya li dijî civaka Êzidî helwest bigrin û bêdeng nemîn in. Divê tavilê zarokên me werin berdan. Di heman demê de pêwîste êrişên li dijî Êzidiyan bên rawestandin û ev rewşa aloz bi dawî bibe.”