ENQERE - Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku bi ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê tu gav neavêtiye û got: “Ji bo aştî û civaka demokratîk divê li Meclisê komîsyonek were avakirin.”
Bi ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, mehek derbas bû. Lê heta niha jî dewletê tu gav neavêtiye. Di vê navberê de serlêdanên Şandeya Îmraliyê, parêzer û malbatan jî bêbersiv tên hiştin û tecrîda li Girava Îmraliyê didome.
Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena têkildarî pêvajoyê axivî.
‘DIVÊ DEWLET PÊŞIYA PÊVAJOYÊ VEKE’
Asena, diyar kir ku bi ragihandina agirbestê ya ji hêla PKK’ê re diviyabû dewletê ji bo pêşî li pêvajoyê were vekirin gav biavêta û ev tişt anî ziman: “Berdana bi çekan bi gotineke ‘berde’ pêk nayê. Dewlet û îktîdar dibêje ‘tavilê çekan berdin.’ Heke hûn zemîna vê amade nekin, derfeta ku aliyê din tiştekî bike çênabe. Di demeke ku şer didome de PKK nikare bicive û biryara fesihkirinê bide. Ew civîn dê çawa û li ku were kirin? Çi temînat heye ku li ser wir êriş nayê kirin? Divê êriş bisekinin. Divê Abdullah Ocalan bikare peyamê bide rêxistina xwe. Pêvajo bi wêneyekî û xwendina nameyekê nameşe. Heke dewlet bixwaze dikare rêyekê bibîne û ya ku divê were kirin jî ev e. Heke dewlet çareseriyê bixwaze, mecbûr e gavan biavêje. Divê rewşeke bêşer hebe. Wê demê dê PKK jî ji bo civandina kongreyê gavan biavêje. Ji bilî vê mimkin nîne.”
‘HEWCEYE MERCÊN OCALAN BÊN AVAKIRIN’
Bi domdarî Asena got ku divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha pê de çû: “Ev yek ji mecbûriyetên pêvajoyê ne. Heke bi rastî jî hûn aştiyê bixwazin, derfetan biafirînin. Divê teqez rewşeke bêpevçûnî hebe û avakerê rêxistinê raste rast nêrînên xwe bi kongreyê re parve bike. Nêzikatiya çareseriyê ev e. Heke dewlet jidil be, divê bi zimanê aştiyê biaxive. Kesek bi zimanê gefan qaneh nabe. Divê zimanê heyî were guherandin. Ev ziman zirarê dide aştiyê. Em bi pêvajoyeke girîng re rû bi rû e. Hem zimanê gefê hem jî yê ‘Erdogan we dixapîne’ û ‘Erdogan ji bo dîsa bê hilbijartin Kurdan dixapîne’ jî xetere ne. Gel aştiyê dixwaze.
DIVÊ MERCÊN XEBATÊ BÊN AVAKIRIN
Dive gava ewil a dewletê, başkirina şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin. Di van demên dawî de ji derdorên cuda gelek kes bi hincetên vala hatin binçavkirin û girtin. Divê dewlet vê rewşê bi dawî bike. Di bin navê lêpirsîna ‘HDK’ê de ji pêkhateyên DEM Partiyê gelek kes hatin girtin û binçavkirin. Li holê tiştek tune ye. Divê qanûnên bipirsgirêkên tên têkildarî înfazê ji holê bên rakirin. Divê dewlet van bike ku civak jêbawer be ku ji bo aştî û civaka demokratîk gavan diavêje.”
‘DIVÊ LI MECLISÊ KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN’
Asena, diyar kir ku yek ji muxabatên pêvajoyê jî Meclis e û got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve divê li Meclisê komîsyon were avakirin. Pêvajoyên wiha pir taybet in. Divê îradeyeke ku vê pêvajoyê dişopîne li Meclisê hee. Gava ewil a Meclis hewce dike biavêje ev e. Komîsyona Meclisê ya ku hemû partiyên siyasî tê de cih digirin, divê pêvajoyê koordîne bikin. Ev yek dê cidiyeta pêvajoyê nîşan bide. Divê hinek tişt pêş bikevin û piştre li ser nîqaş bên kirin. Ev zemîn jî bi rêya Meclisê dibe. Komîsyon dê di heman demê de ji bo pêşketina pêvajoyê û serkeftina wê jî bibe alîkar. Ya duyemîn jî divê bi vê komîsyonê re xebatên cidî yên qanûnî bên destpêkirin. Avakirina komîsyoneke bi beşdariya hemû partiyan dê sûdewer be.”
MA / Omer Gungor