AMED - Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku rojnameger Cejna Remezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin û got: “Li dijî êrişan divê rojnameger xwe bêhtir birêxistin bikin.”
Bi dehan rojnamegerên ji ber xebatên pîşeyî hatine girtin, Cejna Remezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), 10 jin bi giştî herî kêm 42 rojnameger niha girtî ne.
Zextên ser rojnamegeran jî her ku diçe zêdetir dibin. Rojnamegerên çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyona ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tên lidarxistin dişopandin jî bûn hedefa êrişan. Di navbera 19-23’yê Adarê de bi ser malên 13 rojnamegeran de hate girtin, 12 hatin binçavkirin û ji wan 7 jê hatin girtin. Piştre jî li ser îtîraza parêzeran hatin berdan.
Seroka MKG’ê Roza Metîna têkildarî zextên ser rojnamegeran axivî.
‘EM Ê DEV JI PÊNÛSA XWE BERNEDIN’
Roza Metîna, diyar kir ku îktîdara AKP’ê li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad çoyê darazê bi kar tîne û got: “Dixwazin rojnameger paşvegavê biavêjin û xebatên rojnamegeran asteng bikin. Di esasê xwe de ev, teknîka serîtewandinê û paşvegavêtinê ye. Em jî bernedayina pênûs û kamerayên xwe bersiva herî baş didin van rêbazan.”
‘CEJN LI GIRTÎGEHÊ PÊŞWAZÎ KIRIN’
Roza Metîna, destnîşan kir ku rojnamegerên jin cejnê di nava çar dîwaran de pêşwazî dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê diviyabû ev rojnameger li derve bûna. Divê xwedî wî mafî bûna ku bi pênûs û kamerayên xwe bi awayekî azad nûçe çêkiribûna. Li gorî rapora komeleya me ya meha sibatê, niha 10 rojnamegerên jin bi awayekî neheq girtî ne. ji ber ku nelirêtî, neheqî û zilm teşhîr kirin lewma di nav çar dîwaran de ne. Bi mezinkirina rêxistiniya xwe em dikarin rojnamegeriyê biparêzin û ji êrişan re bibin bersiv. Herî dawî em bûn şahid ku di protestoyên ji bo Ekrem Îmamoglû de rojnameger rastî tundiyê hatin, hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku li dijî êrişên ser rojnamegerên Kurd dengê xwe nedikirin, rastî tundiya rejîma AKP’ê tên. Lewma divê em rojnameger rêxistiniya xwe mezin bikin û ji heqîqetê tawîzê nedin. Bi hêzdayina hev em ê bikarin bibin bersiv. Em ji bo hemû rojnamegerên girtî daxwaza azadiyê dikin.”