Saliha Aydenîz: Yekitiya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê jî girîng e

  • rojane
  • 09:19 1 Nîsan 2025
  • |
img
AMED - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz ku di serdanên Herêma Federe ya Kurdistanê de cih girt, diyar kir ku ji bo banga Abdullah Ocalan xwedîderketineke baş heye û got: “Ji bo banga birêz Ocalan veguhere aştiyê, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd girîng e.” 
 
Şandeyeke ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk dihat, di 25-29’ê Adarê de li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek hevdîtin kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û endama TJA’yê Adalet Fîdan di hevdîtinan de cih girtin. Şandeyê, bi Serokkomarê Iraqê Adullatîf Reşîd, Waliyê Silêmaniyeyê, KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re hevdîtin kirin. Her wiha bi nûnerên Milman, Zerdeştî, Êzidî, Kakayî, Katolîk û hwd. û rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên herêmê re jî hevdîtin hatin kirin. 
 
Ji endamên şandeyê Saliha Aydenîz têkildarî hevdîtinan ji ajansa me re axivî. Saliha Aydenîz, da zanîn ku hevdîtinên xwe di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kirine û got: “Birêz Ocalan berpisyartiyeke dîrokî li xwe girt. Ne tenê xîtabî Tirkiyeyê kir, her wiha xîtabî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kir.” 
 
‘HEMÛ DERDORAN HELWESTA XWE DIYAR KIRIN’ 
 
Saliha Aydenîz, diyar kir ku di serdanan de li ser naveroka bangê, dema wê û derfetên dîrokî yên afirandî nîqaş kirine û got: “Armanca serdana duyemîn, xurtkirina yekitiya neteweyî bû. Di serdanên Silêmaniyeyê de em li ser rola partiyên Kurd a di yekitiya Kurdan de sekinînin. Hemû derdoran girîngiya yekitiya Kurdan a di çareseriya pirsgirêkê de vegotin. Helwestên pir erênî derketin pêş. Bi taybet jî Kurdên li Başûr gotin ku ew di ferqa berpirsyartiya xwe de ne. Em keyfxweş bûn ku tevek jî li benda aştiyê ne.” 
 
SERDANA DUYEMÎN
 
Saliha Aydenîz, destnîşan kir ku serdana wan a duyemîn li gorî yên berê befirehtir bû û ev tişt anî ziman: “Em ne tenê bi partiyên siyasî yên mezin re, di heman demê de bi avadaniyên siyasî û civakî yên çalak û di nava gel de xurt re jî civiyan. Van hevdîtinan ev yek bi aşkerayî nîşanî me da; nîqaşa rû bi rû ji bo xwedîderketina li pêvajoyê girîng bû. Serê her kesî zelal bû. Hemû sazî û partiyan helwesta xwe bi aşkerayî nîşan dan. Weke DEM Partiyê em jî dê rola xwe çalak pêk bînin û vê pêvajoyê bi ser bixin.” 
 
‘AŞTÎ BI TEVLIBÛNA GEL DIKARE MAYINDE BIBE’ 
 
Di berdewamê de Saliha Aydenîz got ku di serdanan de hevdîtina bi gel re jî xurt derbas bûye û got: “Civaka Kurd bi taybet jî ciwan êdî nûnetiya siyaseta klasîk derbas kirine û dixwazin îradeya wan di pêvajoyên biryardayînê de hebe. Nabe ku ev pêvajo tenê ji hevdîtinên dîplomatîk ên siyasetmedaran pêk bê. Divê gel bi xwe tev li bibe, daxwazên xwe bibêje û bi roleke diyarker rabe. Aştî, tenê bi tevlibûneke wiha dikare mayinde be. Em bibiryar in ku vê pêvajoyê bi tevlibûna tevahiya gelê Kurd bimeşînin. Divê em cidî nêzî daxwazên gelê xwe bibin û enerjiya ciwanan di vê pêvajoyê de diyarker be. Ji bo me ev yek modêleke demokratîk e.” 
 
'DIVÊ EM PIRSGIRÊKAN BI RÊYA DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN’ 
 
Saliha Aydenîz, got ku serdana wan ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd jî girîng e û wiha pê de çû: “Yekitiya Kurdan jî ji bo aştiya Rojhilata Navîn girîng e. Divê em pirsgirêkên xwe bi diyaloga navxweyî çarewer bikin û îxtîmala şerê navxweyî ji holê rakin. Yekitiya Kurdan ji bo pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn jî girîng e. Heke gelê Kurd rêzê ji bo cudahiyên navxweyî bigire û zemîneke hevpar ava bike, dê bibe pêşengê aştiya herêmî, pergala demokratîk û pêkvejiyana gelên herêmê. Ev yekitî, daxwaza statûya her çar parçeyan girêdayî hev dike, gelê me yê li dîasporayê tev li pêvajoyê dike û îradeya cewherî ya gelê Kurd esas digire. Ev zemîna ku îro birêz Ocalan pêşkeş kiriye, bingeha xwe ji vir digire.” 
 
'BANG JI BO YEKITIYA KURDAN JÎ GIRÎNG E’ 
 
Saliha Aydenîz, bi lêv kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd zemîneke girîng ava kiriye û wiha pê de çû: “Lê divê mirov vê jî diyar bike; ev ne banga yekitiya neteweyî ye. Ji bo cîbicîbûna perspektîfa konfederalîzma demokratîk ku birêz Ocalan bi sala ye diparêze, gaveke stratejîk e. Yekitiya neteweyî jî çarçoveyeke vê gavê ye lê armanca esasî, avakirina pergaleke civakî ye demokratîk e ku hemû gel wekhev, azad û bi dilxwazî bi hev re dijîn. Lewma bang ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e.” 
 
BERIPIRSYARTIYA DÎROKÎ
 
Saliha Aydenîz, got ku dîrok gavên dilwêrek, bibiryar û berpisyar li her kesî bar dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev têkoşîn ne tenê ya partiyên siyasî, lîder û saziyan e. Divê tevahiya gelê Kurd tev li bibe û xwedî lê derkeve. Heke ev firsend ji dest me biçe, em ê nekarin li çavên nifşên pêşerojê binêrin. Her destkeftiya gelê Kurd ne tenê dê mîrasa ji nifşên pêşerojê re be, her wiha rêya parastina rûmet û azadiya gelê Kurd e. Bersivdayina vê bangê, erkekî dîrokî ye. Ji bo nûnertiya îradeya gelê Kurd, ji bo daxwazan veguherînin destkeftiyên şênber û pêşkeşkirina jiyaneke birûmet, ji bilî vê tu rêyên me nînin. 
 
DIVÊ BANG CIVAKÎ BIBE
 
Ji bo dewlet gavên şênber biavêje, divê zexta civakî zêde bibe. Em amade ne ji bo vê tişta ji dest tê bikin. Muxatabê esasî birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo muxatab bikare bi hemû derdoran re hevdîtinan bike, divê mercên azadiyê bên avakirin. Divê hemû derdor bi hev re vê zextê bikin. Ji bo vê em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin. Gelê Kurd ragihand ku bi pêşengtiya Ocalan ji aştî û çareseriya demokratîk re amade ye. Divê dewlet û saziyên cîhanê vê firsenda dîrokî jinedîtî ve neyên. Em dixwazin ku li rex demokrasî û aştiyê cih bigirin û rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin. Kurdên ku di Lozanê de li ser maseyê nebûn, îro ji bo diyarkirina qedera xwe li ser pêyane. Divê êdî cîhan fêm bike ku nifteya îstîqrara herêmê, bi çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî
13:49 Namet Erîpek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:43 Meşvanên Amarayê li Curnê Reş in
12:31 Pentagon: Dê li Rojhilata Navînê kapasîteya leşkerî bê zêdekirin
12:25 Bilançoya şer a meha Adarê: 11 hezar û 585 êriş pêk hatin
10:42 Ciwanên enternasyonal: Ocalan dê pêşengiya şoreşgerên cîhanê bike
09:58 Rêveberê DBP'î Mehmet Gîdîcî jiyana xwe ji dest da
09:14 Li Sêwazê qeza: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn
09:03 Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan bang: Werin em bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2025'AN
01/04/2025
16:23 Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan hate avakirin
16:05 HRW’ê bal kişand ser rewşa girtiyên jin
15:47 Rapora binpêkirinên li Efrînê: Revandin, kuştin, îşkence
15:45 ‘Divê cezayê darvekirinê yê Werîşê Mûradî tavilê bê betalkirin’
14:08 Hejmara 3’yemîn a kovara Îslama Demokratîk derket
13:29 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva banga dîrokî bicive
13:03 Li Amarayê banga 4’ê Nîsanê: Divê em hevgirtinê xurtir bikin
12:23 Rejîma Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
12:14 DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir
11:47 Bahçelî gef li CHP û medyayê xwar
11:45 Meşa ‘Azadiyê’ ya ji Amedê ber bi Amarayê ve dest pê kir
11:35 Îsraîlê êrişî Beyrûdê kir
11:31 UNICEF: Di 10 rojan de li Xezeyê 322 zarok hatin qetilkirin
11:18 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Pirsgirêka demokrasiyê ya li Wanê îro li Stenbolê tê jiyîn
09:19 Saliha Aydenîz: Yekitiya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê jî girîng e
09:01 Welatiyên Cizîrê ji ber krîza aborî bi bertek in: Ev zilm e
09:00 Xelkê Amedê: Heta Ocalan azad nebe aştî çênabe
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN
31/03/2025
19:45 Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
17:28 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
17:06 Di êrişên li dijî Xezeyê de 50 hezar û 375 kes hatin qetilkirin
16:49 KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:38 Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan
16:16 Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin
16:15 Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:11 DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin
14:34 Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye
13:51 Li Amedê jinek hate qetilkirin
12:32 DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
11:45 PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
11:33 Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
11:08 Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne