WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê bal kişandin ser berxwedana gel a ji bo xwedîderketina li vîna xwe û diyar kirin ku rizgariya Tirkiyeyê bi rêveberiyeke demokratîk, wekhevîparêz, piranîparêz û azadîxwaz pêkan e.
Bi ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an re salek derbas bû. Tevî veguhestina leşkeran û hilbijêran û sepanên dijdemokratîk jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serkeftineke mezin bi dest xist. Serkeftina herî mezin jî li Wanê hat lidarxistin. DEM Partiyê her 14 şaredarî jî bi dest xist.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan 245 hezar û 573 deng standin û rojek piştre jî hewldana xespkirina mazbatayê re rû bi rû man. Derket holê ku Wezareta Dadê rojek beriya hilbijartinê telîmat daye û ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe mabûn ku mafên memnu yên Zeydan hatine girtin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbataya Zeydan betal kir û biryar da ku bide namzetê AKP’ê. Xelkê bajar jî di sersibeha 2’yê Nîsanê de li dijî biryarê dest bi çalakiyan kir û çalakî li tevahiya bajar belav bûn. Di berxwedana du rojan de zêdetirî 600 kes hatin binçavkirin û zêdetirî sed kes hatin girtin. Çalakî her ku diçû mezintir dibûn û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind mazbataya di 3’yê Nîsanê de dabû namzetê AKP’ê betal kir û dîsa da Zeydan. Welatiyên Wanî yên daketibûn kolanan jî berxwedana xwe ya bi serkeftinê tacîdar bûbû pîroz kirin.
JI XESPKIRINA MAZBATAYÊ BER BI TAYÎNKIRINA QEYÛM VE
Hevşaredaran, tevî texrîbata 8 salan a qeyûman li bajar rê li ber vekiribû û bêderfetiyan jî şaredarvaniyeke jinê esas digire xistin meriyetê. Di vê çarçoveyê de bi feraseta şaredarvaniyeke civakî gelek proje xistin meriyetê. Lê belê 10 meh piştre (11’ê Sibatê) di doza Zeydan de 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn û îktîdarê di 15’ê Sibatê de qeyûm tayîn kir. Di serê sibehê de bi sedan polîs û leşkeran bi ser şaredariyê de girtin, walî Ozan Balci bi parastvaniya sedan polîs û leşkeran hate şaredariyê û derbasî odeya meqamê bû. Di çalakiyên protestoyî yên li dijî xespkirina îradeyê de zêdetirî 500 kes hatin binçavkirin.
Me jî tiştên di nava salekê de qewimîn ji Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan pirs kir.
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Wanê serkeftineke dîrokî hat bidestxistin. Atmosfera hilbijartinê çawa bû û ev serkeftin çawa hat bidestxistin?
Neslîhan Şedal: Di hilbijartinên 31’ê Adarê de me têkoşîn û berxwedaneke mezin raber kir. Kevneşopiya me ji kevneşopiya têkoşîna demokrasî, wekhevî, edalet, maf û hiqûqê tê. Partiyên din hemû derfetên dewletê bi kar anîn û li qadê dixebitîn lê me xwe spart îrade û hêza gel. Ev serkeftin, bi xwedîderketina gel hat bidestxistin. Ev sê serdemin bi awayekî sîstematîk vîna gel tune tê hesibandin û demokrasî hatiye binpêkirin. Em di pêvajoyeke wiha de ketin hilbijartinê. Bêguman vê rewşê rê li ber hêrseke mezin jî vekiribû.
Di pêvajoyeke ku qeyûm hati tayînkirin, têkoşîna gel tune dihat hesibandin, nirxên civakê hedef dihatin girtin, polîtîkayên qirkirina jinê hatin girankirin, xizanî û pirsgirêkên civakî kûrbûyîn de em ketin hilbijartinê. Bi hezaran kesan bi pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar kirin. Aşkera bû ku dê rejîma qeyûm û polîtîkayên îktîdara AKP’ê bide windakirin. Hêrseke cidî li dijî wan hebû. Tevî dengên sexte û veguhestina hilbijêran jî aşkera bû ku dê serkeftineke mezin li bajar bê bidestxistin. Gelê me bi bidestxistina her 14 şaredariyan serkeftineke mezin bi dest xist. Hebûna gelê me tune dihat hesibandin û ev serkeftin jî bersiva gelê Wanê bû.
Serkeftina bidestxistina her 14 şaredariyan serkeftineke rasthatî nîne. Bersiva herî xurt a gelekî ya li dijî pergalê bû. Divê ev bersiv weke bersiveke dîrokî were nirxandin.
Piştî hilbijartinê derket holê ku mafên memnu paşve hatine girtin û mazbata hate xespkirin. Lê belê bi mudaxileya gel re pêvajo guherî. Armanca ji wê çi bû û encamek çawa derket holê?
Abdullah Zeydan: Di salvegera 31’ê Adarê de em spasiya gelê xwe dikin ku têkçûneke mezin bi AKP’ê da jiyîn. Serkeftina bidestxistina her 14 şaredariyan serkeftineke rasthatî nîne. Bersiva herî xurt a gelekî ya li dijî pergalê bû ku bi sala ye bi nasname, rûmet û heysiyeta wan hatiye lîstin. Divê weke bersiveke dîrokî were nirxandin. Bêguman ber bi 31’ê Adarê ve AKP hewl dida şaredariyan bi lîstikan xesp bike. Xwest heman xespa beriya niha kiribû dîsa bike. Aşkera bû ku planên xwe beriya hilbijartinê kiribûn. Ji ber ku derket holê ku dadgehê di 29’ê Adarê de biryara ku mafên min ên memnu ji holê radike daye. Ev plan hêj beriya hilbijartinê xistin meriyetê. Wezareta Dadê, AKP û qesrê biryara xespkirina vîna gel dabûn. Bêyî şerm bikin xwestin vê bikin. Qaşo ev rêveberî nirxên îslamî diparêze lê em bûn şahid bê çawa dixwazin îradeya gel talan bikin. Lê li îradeya xelkê Wanê qelibîn. Digotin qey dê berteka gel tenê bi daxuyaniyekê bisînor bimîne. Ev hêj jî vî gelî nas nakin û nizanin bê gelekî çiqas birûmet û serbilind e. Heke bizaniyan jixwe hewldaneke wiha nedikirin.
Piştî salên domdirêj belkî jî cara ewil li bajarekî protesoyên wiha çêbûn.
Me baş dizanî ku dê gel biryara têkildarî mafên min ên memnu qebûl neke û bi berxwedanê bersivê bide. Gelê me berxwedaneke mezin raber kir û nîşanî hemû cîhanê da ku dê bêhiqûqtiyê qebûl neke û mafên xwe yên demokratîk biparêze. Bi rastî jî ji 7 salî heta 70 salî her kes daket kolanan û xwedî li îradeya xwe derket. Vê berxwedanê jî piştevaniyeke mezin bi xwe re anî. Gelê Wanê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist. Her çend li Şaredariya Bajarê Mezin û Miksê qeyûm hatibin tayînkirin jî tu kes nikare vê mohra li dîrokê hatiye xistin rake. Gelê Wanê wê demê hêviyek afirand û li tevahiya Tirkiyeyê li dijî tarîtiyê bû ronahiyeke mezin.
Heke em vegerin wê şeva serkeftin li kolanan hate pîrozkirin, şahidiya kêliyên heta niha li bajar nehatine jiyîn hat kirin. Gelo ew şeva ku bi sedhezaran kes hatibûn gel hev, di bîra we de çawa cih girtiye?
Neslîhan Şedal: Dema behsa wê hat kirin, gotina ‘Heqîqet eşq e. Eşq jî jiyana azad e.’ hate bîra min. Em tevek hestiyar û bi rûken bûn. Ji ber ku heqîqet ew bû. Edalet, bi destê gel pêk hatibû. Divê berxwedana gel weke çalakiyeke ji rêzê neyê dîtin. Ji ber ku hafizeyeke berxwedanê ya erdnîgariyê heye. Tiştên wê demê li Wanê qewimîn ew bû ku hafizeyê xwe ji nû ve zindî kir û wêneyê ku dê serî li ber zilmê netewîne bû. Di esasê xwe de berxwedana Wanê, serhildaneke li dijî mêtingeriyê bû. Têkoşîn û berxwedana ciwan, jin û gel a li dijî mêtingeriyê bû ku di dawiya dawî de bi xwe re serkeftin anî. Bidestxistina her 14 şaredariyan jî encama vê hafizeyê bû. Serhildaneke li dijî bêedaletî, aqilê mêtinger û sepanên dijdemokratîk bû. Vaye tişta me jiyayî, encama teqîna vê hêrsê bû. Lewma divê ji rêzê neyê dîtin.
Bêguman kodên dîrokî hene...
Bêguman kodên dîrokî yên cidî hene ku berxwedana jinûve vejîn dikin. Nenaskirina polîtîkayên xespkirina îradeya gel bû, qebûl nekirina wê û daxwaza xwe bi xwe birêvebirinê bû. Di 2-3’yê Nîsanê de li Wanê jiyan felc bû. Gelê me got; ‘Heke hûn îradeya me xesp bikin, ev jiyan nîne.’ Vê berteka demokratîk bi YSK’ê paşvegav da avêtin. Berteka gel a li Wanê piştre li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû. Niha jî pêdiviya me bi ruhê Wanê heye.
We şaredariya herî deyndar a Tirkiyeyê dewr girt. Tevî hemû zehmetiyan jî we 10 mehan xizmet kir. Gelo we karî sozên xwe yên dabûn gel bicih bînin?
Abdullah Zeydan: Li dijî vê fedekariya gel em bi şev û roj jî bixebitin têr nake. Me dizanî ku texrîbateke mezin heye. Qeyûm, çavkaniyên şaredariyê pêşkeşî saziyên din û alîgirên xwe kiribûn. Karê esasî yê şaredariyê nekiribû. Me ji gel re gotibû ku em ji paradîgmaya xwe bawerin, dê vî barî bi hev re hilgirin û bajar tevî dînamîkên wê birêvge bibin. Me wisa jî kir. Di van 10 mehan de me tiştên di 10 salan de nehatine kirin, kir. Saziyên ziman, çand û jinan ên hatibûn girtin me dîsa vekirin, me ji bo îstîhdamkirina jinan xebat meşandin û dest bi çêkirina rêyên gundan kir. Rêyên me çêkirin, qeyûm di 10 salan de çênekiriye.
Gelo hûn dikarin hinek qala xebatên we kirine bikin?
Tevî bêderfetiyan jî me 250 km rê çêkir. Ji ber ku piraniya pereyê ji şaredariyê re dihat şandi dihat birîn. Dikarim bibêjim em di dorpêçeke aboriyê de bûn. Her wiha ji bo kanalîzasyonê jî me xebatên girîng kir. Me Navenda Koordînasyona Karesatê ya li ser standartên Tirkiyeyê re ava kir. Her wiha ji hêla veguhestinê ve jî me karên girîng kir. Me otobûsên deryayê yên bi sala bûn nedihatin bikaranîn dîsa çalak kirin. Me keştiya ji bo protokola hevjîna walî dihat bikaranîn veguherand pirtûkxaneyê. Di serî de Pirtûkxaneya Berhemên Jinan, me gelek xebatên girîng kirin. Me loqenteyên gel vekir û projeya ku dê pergala rêhesin bixe meriyetê xist dewrê. Me projeyên pergala rêhesin a sivik ku ji Artemêtanê heta zanîngehê didome temam kir. Li gel vê, me ji bo 3 hezar û 100 ciwanên Wanî 3 hezar TL alîkariya perwerdeyê da. Bêguman me sepanên weke JIN Kart, Sosyal Kart û hwd. jî xistin meriyetê. Rêveberiya me, rêveberiyeke zelal bû. Me xizmet tenê ji bo kesên dengê xwe dane me nekir. Me xizmet ji bo her kesî kir. Heke derfetên me hebûna dê me hêj bêhtir kar bikira.
Me odêla şaredarvaniyê ya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk esas girt. Hêj ji destpêkê ve me plana stratejîk a jinê amade kir. Hemû projeyên me xwe dispart vê fikriyatê.
Ji bo cîbicîkirina paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk çi hate kirin? Gelo vê fikriyatê karî di herêmê de bikeve meriyetê?
Neslîhan Şedal: Me odêla şaredarvaniyê ya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk esas girt. Hêj ji destpêkê ve me plana stratejîk a jinê amade kir. Hemû projeyên me xwe dispart vê fikriyatê. Tevî ewqas wêranî û deynan jî me hewl da hedefên xwe pêk bînin. Me tevahiya pêkhateyên bajar jî tev li kirin. Hewldan heye ku li vir polîtîkayeke qirkirina jinê ya cidî bixin meriyetê. Di nava çendek mehan de li Ebexê 3-4 jin neçarî întîharê hatin kirin. Hema hema her roj jin întîhar dikin. Bi sedan jinan serî li saziyên me vedikirin didan. Ji bo xwe ji tundiyê xelas bikin û xweparastina xwe pêş bixin serî lê didan. Me jî hewl da modêleke ku pirsgirêkê çareser dike bixin meriyetê. Ji navendên jiyanê yên jinan heta stasyonan gelek gavên girîng hatin avêtin. Me Xeta ALO Şîddetê xist meriyetê. Me modêleke şaredarvaniya ku xizmetê ji her kesî re dike xist meriyetê. Vê jî xwe dispart fikriyata pirzimanî, pirçandî û pirolî.
Xebatên herî berbiçav, xebatên jinan bûn. Gelo hûn dikarin têkildarî aboriya jinê û xebatên din çendek agahiyan bidin?
Têkildarî polîtîkaya aboriyê, atolyeyên hilberînê ku kooperatîfvaniyê pêş dixin hatin vekirin. Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan ketin meriyetê ku vê navendê dikariya li dijî bîrdoziya zayendperest têbikoşe. Niha ji bo armancên cuda tê bikaranîn. Pirtûkxaneya Jinan a Gerok piştî tayînkirina qeyûm hate girtin. Me Navenda Rehabîlîtasyonê vekir. Li hêla din me sepana JIN Kartê xist meriyetê. Têkildarî alîkariyên civakî gelek xebat hatin kirin. Weke mînak; ji 5 hezar malbatan re sê cureyên xwarinan dihatin dayin. Ji bo li girtîgeh, zanîngeh û nexweşxaneyan şorbeya germ were belavkirin wesayîtên me yên mobîl hebûn. Projeya Gundê Jinên Azad hebû. Her wiha projeya me ya navenda akademiyê ku dê xebatên çandinî û kooperatîfan lê bihatina kirin û xweparastin lê derketa pêş hebûn. Tam me dixist meriyetê ku qeyûm hat tayînkirin. Qeyûm ev projeye betal kir. Dê xebatên me yên bi gel re bidomin.
10 meh piştî hilbijartinan, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da û bi hinceta vî cezayî qeyûm hate tayînkirin. We wêneyê qeyûm li pêşiya şaredariyê dayî çawa şîrove kir?
Abdullah Zeydan: AKP ku nekarî bi rêyên demokratîk bi ser keve, îcar hewl da bi kompasên darazê îradeya gel talan bike. Ez jî di nav de gelek siyasetmedar li Tirkiyeyê hene ku der heqê wan de biryarên DMME’yê hene. DMME’yê ji bo vê doza min got ku tu delîlên şênber tune ne û diyar kir ku daraza Tirkiyeyê bi zanebûn û dilxwazî hiqûq û qanûnan binpê dikin û bi fermana AKP’ê biryaran didin. Tevî biryara DMME’yê jî biryar hate dayin. DMME’yê biryara beraetê dabû, hem rapora pisporan hem jî îfadeyên şahidan hebûn, li gel ku hate piştrastkirin ku neçûme cihê bûyerê jî bi îdiaya ‘bi zanebûn û dilxwazî hewl daye alîkariyê bide rêxistinê’ biryar dan. Ji bo tayînkirina qeyûm ev biryara skandal dan. Dîsa îradeya gel xesp kirin. Şermekî pir mezin bû. Bi deh hezaran poLîsan tên wê derê, derî û pacan dişikînin, tiştên aydê gel xesp dikin û mîna xaka welatekî dagir kiribin û bêyî şerm bikin li wir poz dide kamerayan. Piştrast bin ku dê ew dîmen di tevahiya jiyana wî de jê re bibe rûreşî. Dema Tirkiye asayî bû, ew dîmen dê bibe rûreşiya qeyûm û zarokên wî. Gelê Wanê heta dawiyê xwedî li îradeya xwe derket. Ew xwedîderketin jî dê bibe serfiraziya me.
Di esasê xwe de di demeke îxtîmala aştiyê heyî de tayînkirina qeyûm a li Wanê, yek ji mezintirîn provokasyona li dijî pêvajoyê bû. Xelkê Wanê bi berxwedana xwe dîrokek nivîsand. Di demekî nêz de em ê van dizan dîsa ji wir derxînin û ev şaredarî dê dîsa bibe ya gel.
Xwedîderketina gel, nîşan dide ku fikriyata partiya me fikriyateke civakî, exlaqî, demokratîk, wekhevîparêz û azadîxwaz e. Dema êrişî şaredariyê klirin, ji ewil tabloya deynan anku tabloya şermê ji wir daxistin xwarê.
Qeyûm, weke karê ewil êrişî destkeftiyên jinan kirin. Çima qeyûm ji ewil êrişî destkeftiyên jinan dikin?
Neslîhan Şedal: Li vir pratîkek heye. Tişta li vir hedef tê girtin, fikriyat û kevneşopiya siyasî ye. Tu şerm û fêdiya xepskar û dizan tune ye. Heke şerma wan hebûya wisa nedihatin wê derê. Di 10 salan de her tiştê ji dest hatî kirin lê her carê li îradeya gel qelibîn. Hêj roja ewil me got ‘Berpirsyartiyê mezin ên serkeftinên mezin dibin.’ Xwedîderketina gel, nîşan dide ku fikriyata partiya me fikriyateke civakî, exlaqî, demokratîk, wekhevîparêz û azadîxwaz e. Dema êrişî şaredariyê klirin, ji ewil tabloya deynan anku tabloya şermê ji wir daxistin xwarê.
Dema êrişî şaredariyê kirin, ji ewil ew tabloya şermê daxistin. Karê me yê ewil ew bû ku me tabloya wan şermê bi gel re parve kir. Dema hatin, ji ewil feraseta me ya şaredarvaniyê, ya azadîxwaziya jinê hedef girtin. Otobusên şaredariyê xistin xizmeta emniyetê û çavkaniyên gel pêşkeşî saziyên din kirin. Temamiya îhaleyên av û rêyan ên navçeyan betal kirin. Projeyên me yên tevî bêderfetiyan dihatin kirin, betal kirin. Xebatên me yên xwe dispartin paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê yek bi yek hatin betalkirin.
Tayînkirina qeyûman, xespkirina îradeyê ku ev sê serdem in li Kurdistanê hene, belavî rojavayê welêt jî bûn. Herî dawî jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hate girtin û li gelek şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Hûn vê rewşa heyî çawa dinirxînin?
Abdullah Zeydan: Li ku derê dibe bila bibe, derbeya li dijî îradeya gel, derbeya li dijî demokrasî û edaletê ye. Bi sala ye em rastî bêhiqûqtî, cihêkarî û bêedaletiyeke mezin tên. Dema ev neheqî li gelê Kurd dihat kirin, beşeke Tirkiyeyê digot; ‘îktîdar nebaş e lê Kurdan heq kirine. Heke qeyûm were tayînkirin, tiştek heye lewma tê tayînkirin. Daraz, serbixwe ye.’ Wiha difikirîn. Lê niha mixabin heman tişt li rojavayê Tirkiyeyê tê kirin. Me her tim digot divê kesek li dijî vê bêdeng nemîne. Me digot ku heke îro ji Kurdan re demokrasî tune be dê sibe bo Aydin, Stenbol û Enqereyê jî nebe. Me digot em bi hev re li dijî vê neheqiyê derkevin. Me dît ku rizgariya Tirkiyeyê bi rêveberiyeke demokratîk a li ser bingeha destûreke bingehîn a xwe dispêre wekhevîparêz, piranîparêz û azadîxwaziyê pêkan e. Lê mixabin tevî vê jî em dibin şahid ku zîhniyeteke faşîst a êrişî nirxên gelê Kurd dike, têkoşîn û bedelên wan ên giran ên ji bo demokrasiyê hatine dayin biçûk dibîne heye. Hêj jî mejiyeke di nava muxalefetê ku dibêje ‘Kurd misteheq in’ heye. Ev kes mecbûr in xwe bi ser û ber bikin. Kurd li dijî faşîzmê têdikoşin û ev faşîzm di nava muxalefetê de jî hebe dê têbikoşin. Ev kes dê heddê xwe bizanin. Heke îro hindik jî be qala demokrasiyê were kirin, ev bi saya bedelên giran ên gelê Kurd e. Lewma mecbûr in rêzê ji bo nirxên gelê Kurd bigirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Bana Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Hûn pêvajoyê çawa dinirxînin? Ji bo xurtkirina vê bangê divê çi were kirin?
Neslîhan Şedal: Li vî welatî pirsgirêka herî sereke, pirsgirêka edalet, demokrasî, wekhevî û azadiyê ye. Lewma pirsgirêkeke demokrasiyê ya li vir sibe du sibe li Stenbolê jî tê jiyîn. Heke bêhiqûqtiyek li Amedê çêbibe û kes dengê xwe neke, sibe belavî bajarên rojava jî dibe. Niha qala aştiyê tê kirin. Ji bo ev pêvajo veguhera aştiyê, ji bo aştiya civakî divê ev banga civaka demokratîk cihê xwe bigire. Ev bangekî jiyanî ye. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bidawîbûna şer, aştî û demokratîkkirina civakê ye. Gelek derdor erênî nêz bûn û vê jî hêviya aştiyê çêkir. Lê hem di nava îktîdarê de hem jî di nava partiyên siyasî de hin kes hewl didin vala derxînin. Zîhniyeteke ku bi tayînkirina qeyûman û hwd. hewl dide vê pêvajoyê bi dawî bike jî heye. Divê êdî bê fêmkirin ku polîtîkaya şer bi kesekî nade qezenckirin lê aştî bi hemû gelan dide qezenckirin. Weke rêveberên herêmî em ê hemû derfetên xwe ji bo aştiyê xerc bikin.
Gelo peyamek an jî bangekî we ji bo gel heye?
Neslîhan Şedal: Em spasiya gelê xwe dikin ku her 14 şaredarî bi dest xistin û di krîza mazbatayê de xwedî li îradeya xwe derket. Ji ber ku ev serkeftina birûmet bidesxistin û em jî kirin parçeyeke vê serkeftinê, gelek spasiya wan dikim. Bi vê wesîleyê cejna tevahiya gelê me pîroz dikim.
Abdullah Zeydan: Em spasiya xwe pêşkeşî gelê xwe dikin ku her tim biheybet xwedî li îradeya xwe, demokrasî, edaletê derket. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyeke mezin ava kir. Gelê Kurd û Tirk xwedî li vê bangê derket. Em gelek nêzî avakirina komareke demokratîk û hevpar ku êdî ciwanên Kurd û Tirk jiyana xwe ji dest nedin, hemû nasname, bawerî û çand bi hev re bi awayekî azad dijîn.
Hevpeyvîn: Adnan Bîlen
Kamera-Wêne: Bîlal Babat - Ozlem Yacan